Dilyar Cizîrî
Di demên dawî de gef û êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyayê zêde bûne. Ev bi êrişa li dijî Dêra Mar Ilyas a li Taxa Diwêla ya Paytexta Sûriyayê Şamê baştir zelal bûye. Hemwextî gefên li dijî xiristyanan, li paytexta Sûriyê Şamê, Heleb, Humis û deverên din binçavkirina ciwanên kurd, revandin û heta kuştin jî zêde bûye. Di çarçoveya hemleya wan a binçavkirina kurdan de hevalê me yê Rojnamevan Hesen Zaza û hejmarek xebatkarên tevgerên kurdan jî hebûn. Li Perava Sûriyê jî daristan bi zanebûn hatin şewitandin û bi hezaran hiktar dar, mal û milkên elewiyan hatin şewitandin. Di heman demê de bûyerên revandina jinên elewî û xwestina fidiyê ji malbatên wan ji raya giştî re aşkere bû.
Bûyerên li jor ku hemû jî li dijî gelê Sûriyê pêk tên, ne tesadife. Berûvajî ev bûyerên hemwextî hev ku li djî pêkhateyên gelê Sûriyayê pêk tên bi zanebûn û bi awayekî plankirî pêk tên. Em ji şewata li Perava Sûriyê destpê bikin. Li ser hin malperan belav bûye ku belgeyên veşartî hatine weşandin, planek heye ku ew herêm ji niştecihên wê bi temamî were valakirin. Li wir bi pereyên hin welatên ereb, pirojeyên turizmê ava bikin. Plana wan ji şewata herêmê destpê dike. Komeke çemdar a çêlîka DAIŞ’ê ku di bin avê “Ensar El-Sina” bûyer girt ser xwe. Bi vê jî dixwazin bi navê DAIŞ’ê û çêlîkên wê sûcdaran veşêrin. Gef û zextên li dijî dirziyên xwe li Siwêda bi rêxistinkirine û nakevin bin banê desthilatiya HTŞ’ê hîn jî zêde bûne. Bi van gefan jî dixwazin serê dirziyan bitewînin û pirojeyên xwe li ser wan feriz bikin.
Bûyerên girtin, revandin û kuştina ciwanên kurd li paytexta Sûriyê Şamê beşekî din ê mezin a plana wan e. Bi vê jî dixwazin zextê li QSD’ê û Rêveberiya Xweser bikin, wiha jî planên xwe bi zorê bidin qebûlkirin. Heta li dijî siniyên ne li gorî wan jî zext û zordarî tê kirin. Ev li Hema, Heleb, Şam û deverên din ên Sûriyê pêk tê. Ew jî beşekî a plana siyasî ya li dij gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ye. Ev xalên li jor me rêz kirine, di demekê de gelê Sûriyê li bendê ye, çareserî û aramiya mayînde li tevahî xaka Sûriyê pêk were, têne kirin. Ev metirsînan hîn zêdetir dike, di heman dem de diyar dike hîn jî rayedarên Sûriyê di firka çareseriya demokratîk de ne pijiyane û newêrin di mijarên demokrasiyê de gavan bavêjin, ji lewra siyaseta xwe ya inkar, tunekirin, wêrankarî li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê dimeşînin. Ya herî metirsiyan zêdetir dike, ev plan û bê cidiyeta rayedaran e.
Ew li hin gavên dîplomasî û hevdîtinên di asta qada navdewletî de meze dikin, dibêjin qey serkeftina mayînde bi dest xistine. Serkeftin bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ne pêkane. Îcar li ser wî esasî gavavêtina li ser riya civaka demokratîk baştirîn riya çareseriya demokratîk e. Li ser wî esasî jî ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane riya pêkanîna çareseriya demokratîk e. Heger pêk neyê jî wê rê li ber wêranî û şerên navxweyî yên herî mezin vebe.





