Nehîr pale
28`ê Çile sala 2017`an Cebhet Fetih El-Şam, Cebhet Ensar El-Dîn, Ceyîş El-Sune, Lîwai El-Heq, Hereket Nûr El-Dîn El-Zenkî li hevdû kirin û bi navê Heyet Tehrîr El-Şam xwe îlan kirin. Cebhet Fetih El-Şam navê wan ê berê Cebhet El-Nusra ye û di nava HTŞ`ê de hejmara wan ê herî zêde ye. Cebhet El-Nusra rêxistina El-Qa,îde ya Sûrî ye. Colanî sala 2003`an li Iraqê tevlî Hereket El-Qa,îde dibe. Di encama vê yekê de em ê bibêjin ku hişmendiya El-Qa,îde niha Sûriyê birêve dibe. Ev zîhniyet tu carî jinê qebûlnake û wê her tim hewl bide ku dawî li hebûna jinê bîne. Li Afxanistan, Somal, Yemen, Iraq û gelek dewletên Rojhilata Navîn bi hişmendiya El-Qa,îde nêzî jinê dibin. Rêbazên ku li Afxanistan û Iraqê li hemberî jinê didin bikar anîn, piştî HTŞ`ê li Sûriyê serwer bû destpê kiriye zextê li jinê dike. Bi zimanê şidetê nêzî jinê dibin.
Jinên Sûriyeyê ji sala 2011`an ve ji ber şer û êrîşên li ser Sûriyê têne kuştin, tecawizkirin, revandin û koçber kirin. Piştî hatine Colanî wê jinên Sûriyê hîn zêdetir rastî tûndiyê werin û zagonên nû li ser wan were ferz kirin. Di navbera zîhniyeta HTŞ`ê û DAIŞ`ê de tu cûdayî nîne.
Li hemberî hişmendiya HTŞ`ê misoger wê bertek ji aliyê jinên Sûriyê ve derbikevin. Ji ber di hişmendî û çandê de cudahiya jinên Sûriyê ji hehdû heye. Her wiha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di salên şoreşê de ciyê xwe di hemû qadan de girt, li hemberî zayendperestiyê dest bi têkoşînê kirin û daxwaza azadiyê dikin. Lêgervanên heqîqetê derdikevin holê û dixwazin xwe ji şikandina bi hezarê salan rizgar bikin. Jina Sûriyê qebûlnake ku mîna berê bijî, serê xwe bitewîne, bê bertek bimîne û di bin navê dîn de tişta dixwazin pê bidin kirin.
HTŞ`ê dixwaze bi rêbazên Talîban nêzî jinê bibe, jinê di bin navê ol de ji her tiştî bide dûrxistin û mehrûm kirin. Eger ji destê wan were wê dawî li têkoşîna jinê bînin û mîna Talîban destpêbikin hemû sazî, komîte û navendên bi navê jinê bigrin. Dibe ku hîna fermî tu biryar nehatibe girtin lê bi destê jinan cilên reş li ser jinan belav dikin, bi komkujiyên li Beravê destê xwe dirêjî jina Elewî kirin, ew revandin û bi awayekî veşartî firotin. Mîna çeteyên DIAŞ`ê bi jinên Êzidî kirin HTŞ`ê jî veşartî bi jinên Elewî kir û wê di rojên pêş de destê xwe bavêjin jinên Kurd û Durzî jî. Tecawizkirin, firotin û kuştina jinan çanda wan a şer e. Çanda tecawizê ya li ser gel û jinan didin meşandin ji bo xwe serkeftin dibîn in. Zîhniyeta HTŞ`ê tecawizkirina jinê ye û dawî li hebûna wê anîn e. Li hemberî vê zîhniyetê eger jinên Sûriyê bêdeng û bê bertek bimîn in wê dîsa vegerin rewşa berê û nikaribin nirxên xwe biparêz in. Perwerdekirina jinan, ew birêxistin kirin, berferehkirina xebatên jineolojî, pirsgirêkên jinê çareser kirin, xwedî li jinan derketin û xwe gihandina hemû jinên cîhanê wê jinên Sûriyê ji qirkirine biparêz e.





