Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Taybet stûnên civakê, jin û ciwanan dike hedef

09/07/2025
in JIN
A A
Şerê Taybet stûnên civakê, jin û ciwanan dike hedef
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Di dîrokê de qurbana yekem a Şerê Taybet jin e, ji neolîtîkê heta roja îro jin hertim wek amûreke Şerê Taybet hatiye bikaranîn. Dewleta Tirk bi rêbazên tacîz, tecawîz, madeyên hişbir û bi polîtîkayên qirêj vê yekê dimeşîne. Armanc jî ew e ku civakê asîmîle û bê bertek bihêle.

Polîtîkayên Şerê Taybet her ku diçe li Kurdistanê zêde û kûr dibe. Ji polîs û leşkeran fihûş û bikaranîna madeyên hişbir tê xwastin. Bi vê politikaya heyî jin û ciwan ji çand û nasnameya xwe dûr dikevin. Dewleta Tirk binkeftina şerê çekdarî bi şerê taybet dixwaze serkeftinê qazanc bike. Di sîstama kapîtalîst de kesên ku pêşengtî ji civakê re dikin, dibin armanca sereke a pergalê. Ji lewra beden û îradeya jin û ciwanan dike hedef ku jiyanekî bê rûmet bijîn û bibe sedema hilweşandina civakê. Ger em bala xwe bidinê di Tirkiyê de gelek tecawîzkarên ku destdirêjî li ser jin û zarokan dikin bê ceza dimînin.

Şerê Taybet di bin navê azadiyê de civakê ji çanda wan dûr dixe

Civaka ku bi salane di nav qalibên Feodal û Dogmatîzmê de hatiye fetisandin, kapîtalîzm di bin navê azadiyê de civakê ji ehlaq û cewherê civakbûnê dûrxist. Dewlet ji bo ku civakê li gor berjewendiyê xwe bide sazkirin amûrên ku Şerê Taybet herî zêde li ser dixebite wekê sex, spor û sanat dide pêş. Rêzê fîlmên ku îro di qanalên Tirkan de derdikevin di wir de jî tê dîtin ku çiqas jin hatiye kolekirin, jinê kiriye dijminê jin û rolên xirab aîdê jinê kirine. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên qirêj dixwaze derba giran li stûnên civakê ango jin û ciwanan bixe û dîl bigre. Dîlgirtina Jin û Ciwanan tê wateya Dîlgirtina tevahiya civakê yên ku herî zêde xwedî rolên ew herdûne. Dewlet li Kurdistanê civakê xistiye çerxereya kapîtalîzmê û dizivirîne, di bin navê azadiyê de dadiqurtinê hest û mêjiyên wan kiriye aîdî xwe, wek pêşkeşvanê azadiyê dide nîşandayîn. Ciwanên ku xwedî hêza avakirin û herikîna civakê ne, bûne wek amûrekî xirabkirin û hilweşandina civakê.

Dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê li ser bedena jin pêk tîne

Li kurdistanê jina ku îro pêşengtî ji civakê re dike Dewleta Tirk bi  xistin û karanîna jin polîtikayên Şerê Taybet tacîz, tecawûz û madeyên hişbir (Fihûş) li Kurdistanê asayî dike.  Taybet ew şerê ku tê meşandin li Kurdistanê pêk tînin. Her ku jin li Kurdistanê hêza xwe mezinkirin êrişên ser wan jî mezin bûn. Dewletên desthilatdar û taybet jî dewleta Tirk ji bo ku vîna jina Kurd bişkîne polîtîkayên qirkirinê li ser bedena û nasnameya jinê zêdekir.

Desthilatdar ji bo ku nirxên çandî yên civakî tune bike êrişên tunekirina civakî bi polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Hemû rayadarên dewletê ji bo ku civakê ji çand û nasnamaya wî dûr bixwe di nav wî şerê qirêj de cîh digrin. Bi ketina jinê re civak jî hildiweşe û tune dibe. Ev jî pir eşkere derdikeve holê ku yên ku wan kiryarên qirêj pêk tînin; ne tên girtin ne jî tên darizandin ji ber ku Dewlet li pişta wane. Li Kurdistanê sedema xwe kuştin û întîharên jinan ji ber destdirêjiya zilam û dewletê ye.

Jin û Zarok rastê kiryarên tecawîzê tên

Desthilatdarî bi dewletên kûr û veşartî  dewleta çete û bi mafyayan re şerekî berfireh ji bo helandina Kurdan destpêkirin. Li gelek bajarên kurdistanê ji bo ku dizî, fihûş û tiryakên bi tehlûke zêde bike,  hemû derfetên xwe seferber dike û êrişekî bi plan û rêxistinkirî pêk tîne. Taybet di wan êrişan de hedefa yekemîn a Dewleta Tirk jin û ciwanin ji bo ku bi encam bibe bi mîlyaran pere tên xerçkirin û deh hezaran xebatkarên Şerê Taybet tên amadekirin û perwerdekirin. Li Bakûrê Kurdistanê tê dîtin ku bêçandiya faşîzmê bûye tacîz û tecawîz. Îro tê dîtin ku li Tirkiyê û Kurdistanê polîtîkayên tecawîzê bi awayek pir dijwar pêş dikeve. Yên ku vî dikin jî zîhniyeta Dewletê ku di nav malbatê de tê meşandin. Mînaka herî berbiçav jî ku bi rojan di Raya Giştî de li ser bûyera bi êş hat nîqaşkirin bûyera Narîn Guran a 8 salî ku ji Amedê Gundê “Tavşan Tepeyê ” bû qurbana diyardeya tecawîzê a malbatê. Dibe ku bûyera Narîn hat eşkerekirin lê bi hezaran zarokên ku tên tecawîzkirin û kuştin hene. Yên  ku vî dikin jî esker, polîs û karmendê dewletê ne. Li aliyekî Kurdistan tê dagirkirin li aliyê din jî destdirêjî li ser jin û zarokan tê kirin. Pir eşkere derdikeve holê tacîza ku tê kirin di şexsê jin û zarokan de li ser hemû Kurdan û civaka Tirkiyê tê kirin.

Bajarên Kurd lê hene dibin hedefa Şerê Taybet

Taybet bajar û navçeyên ku kurd in û kurd tê de zêde ne, dibin hedefa dagirkeriyê ji wan jî Amed, Wan, Dêrsîm, Gever, Colemêrg, û Rojavayê kurdistanê wek Efrîn, Giri sipî û Serê kaniyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirkityê ve hatine dagirkirin. Bi deste Dewletê fihûş, kokaîn û madeyên hişbir ku civakê bê hiş dike bi deste polîsan di nav civakê de tê belavkirin. Li bajaran hebûna malên fihûşê, li dibistanan jî tacîz û tecawûza li ser xandekaran jî her diçe zêdetir dibe. Li Kurdistanê Şerê Taybet li ser dû lingan tê meşandin. Yek tacîz û tecawîz û fêrkirina madeyên hişbir. Ya din jî di bin navê hezkirinê de hevaltiya bi leşker û polîsan re ciwanan ber bi fihûşê ve dibe. Dewlet bi xwe jî dibêje şûna ku “keviran davêje bila fihûşê bike” ev jî tê wateya ku dewlet ji bo ku ciwanan bixîne her cûre êrişan pêk tîne. Bûyerên tacîz û tecawûzê îro li Bakûrê Kurdistanê bi awayek dijwar berbelav dibe, bêçandiya destavêtinê dibe sedema xwe kuştina jinan.

Li heremên dagirkirî de polîtîkaya tacîz û tecawîzê

Yek ji herêmên ku herî zêde bi çand û nasnameya xwe ve girêdayî ye û bi sala ne li hember her cûre êrişên dewleta Tirk têkoşîn dike, Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê, çawa ku li bakûrê Kurdistanê diyardeyên tacîz, tecawîz û madeyên hişbir berbelav kir. ji bo ku Rojava jî heman siyaset da meşandin û di serî de polîtîkaya dagirkirina axa herêmê kir. Îro li heremên ku hatine dagirkirin wek Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê jin rastî her cûre tundiyê tên taybet tecawîz û revandina jinan di rêjeyekî pir bilind de ye. Taybet li Efrînê Şerê Taybet di asta herî jor de tê meşandin. Yan tu bi sîstema heyî re bibî yek û bihelî an jî tuyê bê kuştin. Dewleta Tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de madeyên hişbir derbasî axa Rojavayê Kurdistanê dike û di dibistanan de ciwanan dike amûrekî Şerê Tabet.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.