Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberê Ofîsa peredayîna ya Bengê beşê Dêrikê Sair Nasir diyar kir ku îsal tevgera cotkaran li cem wan kêm e, ji ber ku berhem pir kêm bû.
Li bajarê Dêrikê piştî bi dawîbûna rakirina genim ji nav zeviyan û radestkirina wê ji depoyên genim re êdî cotkar berê xwe didin ofîsa pere û peredayînê da ku fatoreyên xwe radestî wan bike û li beramberî wê pereyên xwe qezenc bikin.
Di derbarê rewşa fatoreyan de Rêveberê Ofîsa Peredayînê ya Bengê beşê Dêrikê Sair Nasir ji Rojnameya me re axivî.
Serifkirina fatoreyên cotkaran
Sair Nasir da zanîn ku îro roja yekeme ku ofîsa pere û peredayînê dest bi serifkirina fatoreyên cotkaran kiriye û
wiha got: “Îsal rewşa zuwahiyê bandoreke neyînî li zeviyên çandinyê kir lewma çûn û hatin li gor salên berê kême, kesên ku fatoreyên xwe tînin ew çotkarên ku zeviyên xwe av didan. Her wiha li gor qalîteya genim buha hatiye danîn, qalîteya yekem 420 ser ton, qalîteya duyem 417 û qalîteya sêyem 413 ye. Di navbera me û kampaniya pêşxistina civaka çandiniyê de têkiî heye da ku em rasterast pereyên ku cotkaran ji wan deyîn dikir, ji fatoreyê bikujin. Heya ku em belgeyên cotkaran kontirol bikin tenê kerta qeban û nasnameya wî pêwîste, lê heger ew nehazir be divê wekaleya wî hebe. Serivkirina fatoreyan bi dolar û pereyên sûriyî ye, heger hijmar ji sed dolarî kêm tir be em pereyên sûrî didin cotkaran heger zêdetir be em dolar radestî wan dikin.”
Rêveberê Ofîsa Peredayînê ya Bengê beşê Dêrikê Sair Nasir axaftinên xwe wiha qedand: “Em hemû hewildanên xwe dikin ku karekî birê û pêk derbas bibe da ku kêmasî nekevin ne di milê cotkaran de nejî di milê endaman de. Hêviya me ew e ku sala bê baran zêde were da ku careke din zirar negihêje corkar û sewalan, di heman demê de rewşa herêm jî baş bibe di mile çûn û hatinê de.”






