Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Roda Delî diyar kir ku Peyîmangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan bi hemhengiya Desteya Çand û Hunerê her sal perwerdeyên fêkirina muzîkê ji bo zarokan vedike û got,“ Armanca me avakirina koma Orkêstara ye”
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistan yek ji qadên ku pêş ket, qada çand û hunerê bû. Di çarçoveya pêşxistina qada çandî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di sala 2016’an de Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê a kantona Cizîrê hatevekirin. Herwiha her sal Peymangeha Orkêstra bi hemhengiya Desteya Çand û Hunerê Perwerdeya fêrkirna amûrên muzîkê ji bo zarokan vedike.
Di derbarê mijarê de hevseroka Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Roda Delî ji Rojnameya me re axivî.

‘Ev perwerde ji bo zarokên ku ji muzîkê hez dikin’
Roda Delî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Peymangeha Orkêstra ji sala 2016’ an ve dest bi perwerdeya fêrkirina amûrên muzîkê yên zarokan kirî ye. Herwiha her sale em Perwerdeyên zarokan li herêmê vedikin û me dema niha dest bi perwerdeyên zarokan kirî ye. Armanca me ji van perwerdeyan avakirina koma Orkêstra ye. Ev Perwerde ji bo zarokên xwedî behare û yên dixwazin fêrî lêxistina amûrên muzîkê yên cuda bibin, hate destpêkirin. Zarokên ku tevlî perwerdeyê bibin ji temenê 8 salî heta 14 salî ne û heta ku temên wan dibe 18 salî derdiçin. Di heman demê de, wê zarok ji aliyê mamosteyên pispor ve perwerdeyeke klasîk bistînin û ew ê bingehê muzîkê, lêxistina komî û çawa bi riya awazên xweş xwe daberîn dike, fêr bibin.”
Hevseroka Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Roda Delî anî ziman ku hemû amûrên muzîkê li Peyîmangeha Orkêstra hene û wiha bi dawî kir: “Perwerdeya me ji bo zarokan berdewam dikin û banga min ew ku malbatên zarokan vê derfetê ji destê xwe nebin û zarokên xwe tevlî perwerdeya muzîkê bikin. Da ku hêstên zarokan yê hunerî were geş kirin.”







