Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol amadekarî têne kirin

06/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol amadekarî têne kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo diyar kir ku îsal wê di Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de zêdetirî 100 çapxane beşdar bibin û wiha got: “Armanca me ku pêşengeh li ser asta cîhanî pêşbikeve û herêma me bibe cihê zansitê.”

Di 20’ê Tîrmeha 2017’an yekemîn car pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hat lidarxistin. Êdî Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê TEV-ÇAND’ê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Di pêşengehê de gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin.

Îsal jî pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ya 9’emîn wê di 15’ê Cotmehê de li parka Azadî ya bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

Derbarê amadekariyên pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol Hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo ji Rojnameya me rte axivî û wiha got: “Em hewildan û têkiliyên xwe berfireh dikin da ku îsal beşdarbûna pêşengehê ji salên derbasbûyî berfirehtir be. Îsal wê tevlîbûn ji Sûriyê, Bakur û Rohilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Rohilatê Kurdistanê, Misir û dewletên kendava erebî be. Dê pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Kurmancî ya Soranî, Suryanî û Ermenî, Engilîzî, Elmanî, Tirkî Fransî û Rûsî be. Mijarên pirtûkan ev in: Wêje, çîrok, roman, helbest, çîrok, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda bên pêşandan.”

Xelîl Tehlo tekez kir ku Îsal ew dixwazin berhemên zarokan jî pêşbixin da ku her kes bibîne û bibe weke piştgiriyek ji wan re. Di pêşengehê de wê berhemên jinan jî bi awayekî balkêş bê pêşandan û wiha got: “Îsal wê zêdetirî 100 çapxaneyên xwecihî û navnetewî tevlî pêşengehê bibin. Herwiha Beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan wê bên pêşandan ji ber ku îsal guhertineke mezin ji bo cîhanê bi giştî ji aliyê fikir û aştiyê dide pêş.”

Di pêşangehê de, bernameyên çandî û hunerî mîna semîner û panel bên li dar xistin herwiha karên destan bên pêşandan.

Li gorî komîteya amadekar pêşangeh wê 7 rojan dewam bike.

‘Hêviya me herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe cihê zansitê’

Hevserokê TEV-ÇAND‘ê Xelîl Tehlo derbarê giringiya li dar xistina pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol wiha anî ziman: “Lidarxistina pêşangehê roleke mezin di xurtkirina çanda xwendinê nava civakê û teşwîqkirina nivîsandinê de dilîze. Armanca me ku ev pêşengeh li ser asta cîhanî deng vede û pêş bikeve. Em dixwazin di riya vê pêşengehê de her kes bi huner, nivîsandin û afirnadinên xwe di aliyê raman, çandî û zanistê beşdar bibe û rê li ber kesên ku dixwazin tevlî bibin vekirî ye. Em bi hêvî ne ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe cihê zanist û fikir.”

Xelîl Tehlo wiha gotina xwe qedand: “Em bi hêvî ne ku di rêya rêklam û bazirganan jî weke hevkariyeke çêbibe da ku bibin piştgiriyek ji bo li dar xistina vê pêşengehê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.