Hêvî Keleş/Qamişlo
Welatparêzî hezkirina welêt û parastina wê bi şêweyên mirovahî û exlaqî ye. Mirovê welatparêz, nirxên civakî, sincî, siyasî yên gel û welatê xwe diparêze.
Li gorî Nathanson têgehên bingehîn ên welatparêziyê; hezkirina tay¬bet a welat, hesta xwe bi welatê xwe danasandin, hezkirina ten¬duristiya pêşerojaya welat û ji bo başiya welatê xwe fedakarî ye. Li gorî Virolî, welatparêzî hurmet¬nişandana tarza jiyanê û saziyên polîtîkayê yên azadiya gelan li ser piyan dihêle.
Hin helwestên bi welatparêziyê ve girêdayî hene, ew jî ev in:
-Xwesteka parastina xwezaya welat û bingeha çandê.
-Serbilindî bi destkeftî û çanda neteweyî.
-Hesta nasnameya kesî li hember welêt.
-Ji bo berjewendiya welêt amadebûna xwefedekarî.
-Hezkirineke taybet ji bo welatekî.
Bandorên exlaqî yên Welatparêziyê hene ew jî ev in:
-Hesabkirina neteweya xwe ji neteweyên din girîngtir.
-Girtina berjewendiya gel li ser berjewendiya xwe.
Aliyê Exlaqî ê Welatparêzî
Gelek kes bawer dikin ku welatparêzî hestek xwezayî û guncaw e ku ji girêdana mirov bi welatê ku lê ji dayik bûye û lê jiyaye derdikeve hole, herwiha şiklek ji şiklên spasdariyê ji bo feydeyên ku vî welatî ji wî re aniye mîna jiyanki¬rina li ser axa wê û di nav welatiyên xwe de û di bin qanûnên xwe de, herwiha nirxandina welatparêziyê wekî beşek girîng a kesayetiyê. Hin kes welatparêziyê wekî ferzek exlaqî û nevenda exlaqê dibînin, lê belê felsefeya exlaqî ku exlaqê wekî gerdûnî û di bingeh de bêalî şîrove dike, têgehên girêdana herêmî ya qismî û wefedariyê ji hole radike, alîgerên vê komê meyla wan heye ku welatparêziyê wekî cureyek ji xweperestiyê kolektîf dihesibînin.
Welatparêzî ji bo gelên blindest xwedî wate ye
Welatparêzî, bi taybet ji bo gelên bindest ku xaka wan hatiye dagir¬kirin, xwedî wateyeka grîngtir e. Lewra dema hestên welatparêziyê di nav gelekî bindest de xurt nebin, pêş nakevi, ev jî bi rêxistinkirina civakê dibe, tu derfeta rizgarkirina wî gelî ji bindestiyê û rizgarkirina wê axê ji dagirkeran, hema bêje nîne. Ji ber rastiya bindestiyê û grîngiya rizgariya ji bin wê bindestiyê, pîvan û mercên welatparêziya gelên bin¬dest jî pir berfirehtir û girantir e. Beriya her tiştî, di vê welatparêziyê de berjewendî û hesabên ferdî ni¬karin hebin. Ji xwe dema hebin, ew nikare bibe welatparêziya resen jî. Ev welatparêzî bêtir fedakarî û jixwedayîn dixwaze. Ew jî têre nake; li gel vê divê welatparêzek bi her rengî dijminê xwe red bike. Ango welatparêzî bi her rengî reda dijmin e. Her wiha xwedîlêderketina hemû nirx û rûmetan e ku ji dîroka wî gel û civakî, li ser wî xakî herikîne û kom bûne, di serî de jî ziman






