Mihemed Seydi
Piştî rêjîma Şamê ji hev belav bû û ya Colanî xwe bi cih kir, dihat texmînkirin ku hinekî zextên li ser Kurdan kêmtir bibin û êdî kêmekî be jî ew serbest dikaribin di nava vî welatî de biçin û bên. Ji ber têkoşîna xelkê Sûriyê ku bi guhertina rêjîmê bi encam bû, li ser hêviyeke aştiyê bû. Lê niha çi diqewime?
Beriya demekê li Şamê çend Kurd hatin girtin ku di nav wan de rojnamevan jî hebûn û piştî destwerdana aliyên Kurd bi çend rojan hatin berdan. Hat gotin ku ew bûyer bê plan derketiye holê û weke normal be hat ziman. Paşê, hêdî dêdî nûçe û agahî belav bûn ku Kurd an li ser bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz yan jî li nava kolanên bajarên weke Şam an jî Helebê, rastî tûndiya endamên vê desthilatê hatine. Her çi be jî, çi bûyerên wiha pêk hatin, hat gotin ku ew takakesî ne û ew temsîla siyaseta Şamê nake.
Di heman demê de Kurdên hatibûn girtin, piştî aliyên nava Rêveberiya Xweser destwerdan dikirin dihatin berdan. Herî dawî Rojnameger Hesen Zaza ku bi xwe ji Kurdên Şamê ye û temen mezine, hate girtin. Hesen Zaza bi xwe jî salaye ji ber desthilata Şamê berê xwe dabû Rojava û Kurê wî jî di bin êşkenceyê de, bi destê rêjîma Baas hatibû kuştin. Zaza ji xwe beriya wê jî li gorî hin agahiyan, destûra fermî ya vekirina navendeke çandî ya Kurdî girtibû ku wê serokatiya wê bike. Lê ew hat girtin ji ber ku Kurd e.
Hîne mijara girtina Rojnamegeran di rojevê de bû, hinek welatparêzên Kurd hatin girtin ku heta nivîsandina vê gotarê jî agahî li ser wan nehatibûn bidestxistin. Derbarê van girtinan de Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê daxuyaniyek da û bang kir ku divê ev bûyerên girtinan werin zelalkirin û çarenivîsa van welatparêzan eşkere bibe. Piştî vê daxuyaniyê bi du rojan, hat diyarkirin ku hin Kurdên ji Kobanê ku ji bo karê xwe yê takekesî çûne Şamê jî hatine girtin. Malbatên wan ne dizanîn zarokên wan li ku ne û ne jî dikarîn xwe bighînin wan. Tirsa wan ku ew di nava vê tevlîheviya desthilata Li Şamê de werin kuştin an jî tiştek bi wan bê. Lewma êdî di nava Kurdan de tirsa çêdibe ku werin girtin ger berê xwe bidin Şam an jî Helebê ku bajarên mezin ên Sûriyê ne. Gelek Kurd jî berê xwe didin van bajaran, ji ber sedemên tenduristiyê, ji ber nexweşxane û bijîşkên bi nav û deng û xwedî derfetên zanistî û teknîkî li van deveran nin.
Derbarê vê mijarê de gotina dawî ew e, an wê Rêveberiya Xweser di asteke bilind de destwerdan bike da mijar bibe rojev û pêşî li van girtinan were girtin, an jî ew ê hêdî hêdî yên li Şamê desthilatin ji xwe re destdirêjiya li Kudan eşkere bikin siyaset û pêşî li çûna Kurdan li nava bajarên Sûriyê yên weke Heleb û Şamê bigrin.





