Hêvî Keleş/ Qamişlo
Şêwekara Kurd Zozan Betal an ziman ku ew bi riya tabloyên xwe hewil dide ku êşên jiyanê, evînî û mîrateya kurdî bide xuyakirin û wiha got: “Huner bû zimanê giyanê min.”
Dema ku kaxez diaxive, hunermend û şêwekara Kurd Zozan Betal pencereyek nenas li ser cîhana orîgami vedike, bi cil û bergên Kurdistanê lêdike û dihêle ku ew bi Kurdî biaxive, aliyek nû dide wê. Ew bedewiya dîtbarî bi sembolîzma jîngeh û mîtolojîk re tevlîhev dike, kaxezê vediguherîne qadeke azad ji bo îfadekirina pirsgirêk û wateyên hemdem ên ku di çanda Kurdî de kûr in. Zozan têkiliya di navbera kaxez û nasnameyê, di navbera huner û jîngehê de, bi riya hunera Orîgamî ya Japonî ku bi destên xwe bi Kurdî da nasîn.
Orîgami, an jî qatkirina kaxezê, hunereke kevnar a Japonî ye ku li ser teknîkên geometrîk xwe dispêre da ku kaxezê bêyî birîn an zeliqandinê veguherîne şeklên sê-alî. Lê belê, ev huner, tevî sadehiya amûrên xwe, gelek rastbûn, xeyal û destdana hunerî hewce dike. Ev ew tişt e ku Zozan Betal bi awayekî bêhempa karîbû biguhezîne da ku ne tenê li Rojava bibe hunermenda yekem, belê, ew di asta hemû Kurdistanê de ye ku bikeve vê qada cîhanî û taybetmendiyek herêmî û Kurdî ya berbiçav bide wê.
Kurte jiyana Zozan Betal
Zozan Betal li bajarê Hesekê ji dayîk bûye, ji peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçûye, herwiha ew di 2003”yan de bûye mamosteya matematîkê û weke rahêner li ser entegrekirina teknolojiyê di perwerdeyê de xebitiye. Di sala 2016”an de bi malbata xwe re çûye Başûr û li wir bi cih bûye û di sala 2023”yan de vegeriyaye bajrê Qamişlo. Ew hevjîna nivîskar û hunermendê dîtbarî Ammar Musa ye. Wê li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşangehên takekesî li dar xistiye û beşdarî gelek pêşangehên komî û malbatî bûye.
Derbarê şêwekariyê de şêwekara Kurd Zozan Betal ji Rojnameya me re axivî.
‘Di tabloyên min de kaxez diaxive’
Şêwekara Kurd Zozan Betal destnîşan kir ku hunera ku ew bi kar tînin ji hunerên din cuda ye ku ew bi kaxezan tabloyên xwe çêdike û wiha got: “Ez kaxezekî ku ji bo nivîsandinê tê bikar anîn di tabloyan de bikartînim û min kaxez da axaftin. Di Tabloyên xwe de bêhtir bale dikşînim ser êşên di jiyanê de û zehmetî, bandora evîniyê di jiyana me de dikşînim, herwiha nameya xwe ya di jiyanê de pêşkêş dikim û filiklora kurdî jî di wan de tê xuyanîkirin. Hunera Orîgamî hunerek balkêş bû ji bo min ku çawa dihêle ku kaxez biaxive, dema ku min cara yekem ev huner dît bala min kişand ku çawa bi kaxezan tabloyan çêdikin û tabloyin bi wate. Ev jî hişt ku ez jî dest bi vê hunerê bikim û xwe tê de li pêş bixînim. Bandora hevjînê min li min hebû ji ber ew jî şêwekar e, wî jî gelekî piştgiriya min kir û bû alîkar bi min re ku ez vê hunerê li pêş bixînim. Em her dû alîkariya hev dikin û fikreyan didin hev ji ber karê em dikin nêzî hevin. Malbata min piştgiriya min kirin, herwiha dema ku min bi hunera Orîgamî destpêkir, min dît ku çawa gelek Kesan ji awayê hunera min hezkirin, vê bêhtir hişt ku ez xwe li pêş bixînim.
‘Min îlhama xwe ji filiklor û mîrata kurdî girt’
Zozan Betal axftina xwe wiha qedand û got: “Di tabloyên xwe de êş, evînî, dîrok û mîrata kurdî ez tînim ber çavan û hewil didim di tabloyên xwe de van tiştan bidim xuyakirin. Karên min ji milekî ve hêsan xuya dike, lê di heman demê de heyanî astekî zehmetiyên xwe hene. Ya ku herî zêde bala min dikişîne pirsgirêkên mirovî ne, bi êş û neheqiya ku tê de ye. Ez di wê baweriyê de me ku huner xwedî hêzek awarte û bandorek a kûr e, Min îlhama xwe ji filiklor û mîrata kurdî girt ku xalîçeyên pirreng û cil û bergên kurdî di tabloyên xwe de didim xuyakirin. Ez bi gelek pêşangehan rabûme pêşangehek li bajarê Hesekê, du pêşangeh bi hevjînê xwe re li bajarê Qamişlo, du pêşengeh li Duhokê û cara dawiyê jî pêşangehek bi tenê li Qamişlo, cihekê van pêşangehan yê taybet di jiyana min de heye. Di demên pêş de ez ê hewil bidin ku bi gelek pêşangehan rabim.






