Remezan Olçen
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi înîsiyatîfa Rêber Apo pêş dikeve rojeva sereke ye.
Gelê Kurd xwe li gorî perspektîfên Rêber Apo bi rêxistin dike. Di demeke wiha de Kurd careke din li dîroka xwe dizîvirin û dixwazin kêmasî û şaşiyên xwe dûbare nekin. Îro roj behsa aqlê Kurdî û îdeolojiya Kurdî tê kirin ku bi saya têkoşîna Apoyî çêbûne.
Rêber Apo paradîgmayeke nû di aqilê siyasî yê Kurd û rêxistina civakî de pêş dixe.Ev jî di vê dema aloz a dîrokê de veguherînek radîkal dixwaze. Ev bang bersivek radîkal e ji bo krîza sazûmaniya pergala heyî.Rêber Apo ji bo îzahkirina paradîgmaya nû diçe destpêka çêbûna gerdûn û jiyanê.Piştre li dîroka cografya Kurdî vedigere. Di navbera gerdûnîbûn û xwecihîbûnê de analîzên xurt dike.
Ev ne tenê rêxistingeriyeke nû ya siyasî ye, ew herwiha aqlê Kurd û hêza berxwedana çandî ji nû ve înşa dike. Bi Têgeha “aqilê Kurd” balê dikişîne nebûna aqilek neteweyî yê hevpar ê bibe bingeha rûbirûbûna domdar a Kurdan bi polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon û parçekirinê re.
Di vê çarçoveyê de, kevneşopiya konfederal a dîrokî ya ku ji Zerdeşt ve pêşketiye tê bibîrxistin.
Ev jî teqez dike ku ne avahiyên arîstokratîk-dewletparêz, lê rêxistinên komunal û demokratîk, dikarin yekîtiyê di civaka Kurd de biafirînin.Rêber Apo pirsgirêka herî bingehîn a Kurdan bi êrişên derve re îzah nake.
Tevî van aliyan ji wan zêdetir li ser meseleya îxaneta hundirîn, ‘judenratiyê’ analîzan dike.
Vê rewşa îxanetkar jî weke sergo destnîşan dike.Li gorî Rêber Apo aqlê judenratbûyî sersebebê êş û azarên Kurdan e.Rêber Apo dide zanîn ku rewşenbîrên Kurd di roja îro de jî aqlê judenratî û îxanetkariyê lêkolîn nakin, ji ber vê jî siyaseta rojane jî kûr nabe.
Rêya derketina ji vê rewşê jî Rêber Apo wiha destnîşan dike: Çêkirina aqlê Kurdî ji bo xwe û îdeolojiyeke Kurdî.Ev li ser esasên derbaskirin û têkbirina Kurdên îxanetkar û judenrat tê pêşniyazkirin. Rêxistingeriyeke li dora aqlê Kurdî bi vî awayî tevgerbûyî û îdeolojîk dikare paşeroja gelê Kurd jî destnîşan bike.





