Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

06/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Şevger Mîrza Stûnek hunerî ya bilind û çemek ji awazan û helbesteke ku dilan av dide. Di sîbera pirsgirêkên dîrokî de yên ku gelê Kurd rû bi rû pêre dimîne, ji koçberkirina bi zorê û bêparbûna  mafên zimanî û çandî, hunera Kurdî – nemaze stranbêjî – yek ji amûrên herî berbiçav ên berxwedana çandî avakir. Hunermend û stranbêjên Kurd di parastina zimanê kurdî, belgekirina mîrate û avakirina nasnameyek çandî û neteweyî  bi giştî di rûyê polîtîkayên çewisandin û piştguhkirinê de, rolek girîng lîstin, strana kurdî ne tenê rengek ji rengên vegotinek bedewiyê bû, lê ew amûrek siyasî û perwerdehiyê bû, ku di parastina avahiya çandî ya Kurdî û pêşîgirtina li ser tunekirina wê roleke girîng lehîst.

Hunermend Şevger Mîrza, yek ji wan dengên herî berbiçav tête hesibandin, ku beşdarî parastina nasnameya çandî, vejîna mîrasa stranbêjî û berevaniya ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî bûye. Hunermend, awazdêner û Muzîkjen Şevger di sala 1962’an de ji dê û bavekê kurd  (Mihemedê Sor – Şemsa) li bajarê Dêrikê hate dunya yê, ew ji herêmek e ku di dewlemendiya xwe ya çandî û cihêrengiya xwe ya neteweyî tête zanîn û ew dayindek bû ji bo gelek dengbêjên Kurdî ên ku hewildidan ku parastina nasnameya gelê kurd  û mîrateya wê ya stranbêjî ya dewlemend bikin. Ew di nav malbatek neteweyî ya Kurdperwer, ku ji huner, stranbêjiyê û folklora kurdî hez dikir mezin bûye.

Meylên wî yên hunerî, evîna wî ji bo stranbêjiyê û eşqa wî ya ji bo muzîka kurdî di temenek piçûk de dest pê kiriye, dema ku ew  hîn deh salî bû, di bin bandora jîngeha dewlemend ya mîrateya mûzika kurdî li herêma Dêrikê, ji zaroktiya xwe ve, wî guhdarî dengê radyoyên Kurdî yên Bexdayê û Yerîvanê dikir, hişte  ku  hunera wî ya muzîkî ava bibe û ew ji stranên stranbêjên kurdan yên mîna:(Mihemed Arif Cezrawî, Isa Berwarî, Seîd Axayê Cizîrî, Tehsîn Taha û Bişar Zaxoyî) bi bandor bû, herwiha wî ji stranên hunermendên kurd yên li herêma Dêrikê  yên mîna ( Ebdul Ezîzê Simê Reşîd Elanê, Ibrahim Bane Qesrî, Ebdo Elanê…) jêhatîbûna xwe ya hunerî û çandî wergirt û li cem wî zemînek guhdarkirnê ya dewlemend û curbecur ji bo kariyera wî ya hunerî ava bû. Wî di sala 1980’an de dest bi kariyariya xwe ya hunerî kir, bi stranbêjîyê, muzîk û  lêxistina gelek amûrên muzîkê mîna (Okurdiyon, Urg, Ûd ,Cimbiş, Bizq û Tembûr) û dest bi stranbêjiyê di şahî û helkeftên herêmî de kiriye û tevlî gelek komên hunerî yên kurdî bûye yên taybetî ji bo lidarxistina ahengên cejnên Newrozan mîna koma Azadî, koma Biratî û koma Ahîn di dema ku  strana kurdî bi qedexeyên giran ên siyasî û çandî re rû bi rû bû, lê wî israr kir ku muzîk amraza wî ya berxwedanê û derbirînê be. Wî ji bo Heskirinê, ji bo welat, ji bo azadiyê,  ji bo bêrîkirinê stran gotine, ew ji hêla stranên xwe yên folklora kurdî û hesta xwe ya dilsoz a ku tevlîhev dike navdar e, gotinên stranên wî di navbera hêsaniya peyvan û kûrahiya hestiyariyê de tevdigerin, wî di xebatên xwe de trajediya Kurdan û hêviyên wan bi karanîne û vê yekê hişt ku  ew bibe semboleke hunerî û nasnameyek xuya ji bo çanda Kurdî ya hevdem .

Di sala 1987’an de, hunermend, Şevger zewicî û ew neha bavê şeş ​​zarokan e (kurek û pênc keç). Hunermend Şevger ew li gel şehsiwarên stranan Botanî yên mîna (Cemal Sadûn,Ismaîl Cuma, Azad feqe, Ronî Cezrawî…. jiyaye).

Şevger Mîrza di himbêza Dêrikê de mezin bûye, bajarê ku her wextî bibû minareya çand û hunerê û çavkaniyek ku namiçiqe ya hunermend û helbestvan, mîna (Ebdo Elanê, Mihemed Teyîb Tahir û Reşîd Elanê…) û kanîyeka zanîn û zanistê û dîdargeha ol û biratiyê, li wir, kanî bi giya re digihin hev  û helbest bi awazan re dicivin, taybetmendiyên wî yên yekem hatine avakirin û giyanê wî vebû ji ritma cih û bedewiya wê re. Şevger li ser şûnwarên qijleya leşkerî ya fransî mezin bû, ku dîwarên wê şahidê dîroka kevnar û çîrokên jibîrkirî bû û di himbêza wê de wî henaseyên yekem yên zaroktiya xwe kişandin, ew ji tonên aşê kevnar fêrî awazên herî xweş bû û ji ringeringa zingilê Dêra kevnar xweşiktirîn ayat nivîsandin. Ji wêşiyên tiriyê mêwên li ser dîwarên xaniyên ax de xwe berdayîn wî gotinên stranên xwe jê wergirtin, ji himbêza Mizgefta mezin a Dêrikê, dengê bangdana mele Hemdî, li wijdana wî dixist, ku di bin bandora wê de helbestên xwe kûr û bi wate binivîsîne, ji xurxura ava kaniya eskeriyê awazên ku bi eşqa xak û bêrîya bîranînan jê werdigirtin, her tiştê li dora wî bibû amûreke muzîkê û her hûrgulî li bajarê wî bibû awazek di stranên wî de, bi vî rengî, ruhê Şevger hate damezrandin, ne ji dibistanek muzîka akademîk, lê ji xak û avên Dêrikê, ji naqos û bangdanên wê, ji kolanên wê yên teng û zeviyên wê yên ku ji hebûna gelê wê, zaravayên wê û pistepistên wê dirêj dike .

Ew li bajarê Dêrikê xwedêda û mezin bû, ku wî gelek jê hez dikir û bi hestek kûr û dilpak jêre distirand, ew wekî”kurê Dêrikê yê resen “dihate nasîn û yek ji sembolên herî berbiçav ên strana Botanî ya folklorî tê hesibandin û wî di muzîka kurdî de şopeke berbiçav hişte. Şevger Mîrza ne tenê hunermendek an jê bestekarek bû ku bi hûnandina peyvan û awazan dizaniya, lê ew dengek bû ku di hunera xwe de derbirîna nebeza gelê kurd dikir, ku bi rêya wê pirsgirêkên welat û miletê xwe bi dilsozî û dilpakî dianîn ziman. Bi rêya  nivîs û awazên xwe, wî karîbû pirekî hunerî di navbera mîrateya borî û rastiya heyî de ava bike û avakirina muzîka kurdî ku kelepor, resenî û nûjeniyê bihevre biafirîne, stranên wî derd û kulên gel vedibêjin û serpêhatiyên wî di rûyê zilma jiyan û pirsgirêkên siyasî û civakî de belge dikin.

Ew beşdarî gelek çalakiyên çandî û hunerî û helkeftên neteweyî yên li Dêrik û herêmên din ên kurdî bûye. Afrîneriya wî tenê ji stranên xwe yên taybet re sînordar nema, jê zêdetir wî helbest dinivîsand û ji hunermendên Kurd ên din re awaz çêdikirin, wî hevkarî bi gelek hunermendên Kurd re dikir û desteka wî bi nemir Cemal Sadûn re cuda bû, wî di heman demê de gelek helbest nivîsandin û awaz ji wan re çêkirin ku ji hêla gelek hunermendên mîna (Azad feqe, Ronî Cezrawî, Nûhad Yusef, Wehîd Murad, Emîn Nadir, Ismaîl Cima, Haşim Mîrza) û Hunermendên din ên Kurd ve hatine gotin, ji  stranên wî yên herî navdar, ku deng vedane û hunermendên Kurd strandine :

  • Hunermendê nemir Cemal Sadûn gelek stranên wî gotine mîna:

1-Min navê te ser dil kola

2-Dêrika min şêrîne

3- Stêrka li ezmana

4-Bavê mezin Berzanî

5-Por belavê

6-Şêrîn yare tehil nabê

7- Çavê te yê şîn.

  • – Hunermend, Xebat Duhokî gelek stranên wî gotine:

1-Hey hey  delala dilê min rabe derange.

2-Singe şovê

  • – Hunermend Azad Feqe: Gelek stranên wî strandine:

1-Lal kirim

2-Hat hat

3-Min tobe ye

4-Newroze

5-Ala Kurdî

6-Xwezî bo wê cama mey

  • – Hunermend Wehîd Murad komek ji stranên wî gotine û yên herî navdar e evin:

1-Dewere Govendê

2-Hat nîva govendê

3-Yara min çav beleke

  • – Hunermend Nûhad Yûsif çend stranên wî gotine, wek:

1- Min fal vekir.

2-Evîna te.

3-Hemî cih û warê em lê

4-Ji ber çavê te canê

5-Tuyî awaza vî dilî.

  • – Hunermend Emîn Nadir gelek stranên wî gotine, mîna :

1-Hoy hoy milet

2-Terka te nakim tucar

3-Ax dilê min

4-Xanima min

5- Adarek li min barî

  • – Birayê wî, hunermend Haşim Mîrza du albûm ji stranên wî gotine :

■- Albuma yekem ku di 2001’an de hat weşandin, ji deh stranan pêktê, yên herî navdar:

1-Evîna te dilê min de dikelî

2-Kênê te şêrîn

■- Albuma duyemîn  sala 2006’an, di nav de deh stran û yên herî navdar:

1-Berbûdî çûn henê

2-Ez hijtedikim

3- Hey narê

Di heman demê de gelek hunermendên din ên Kurd  gelek stranên wî gotine û di albomên xwe de tomar kirine û di aheng, helkeft û dewatan de hertim dibêjin mîna:

* Ronî Cezrawî: (Niza çawe te razîkim)

*Adil Feqe:(Dûrim dûrim)

*Ismaîl Cuma:(Kî bû destê xwe li deryê me da)

* Rêkêş Seyranî:(Dêrik xweşe seyrangehên dora wê).

Herwiha Nemir Şevger komek stran dane hunermend Bilind Ibrahim, Wehîd Murad  û Ferhan Şero ku li ber tomarkirin û weşandinê ne. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di 2012 de, hunermendê nemir Şevger Mîrza bi malbata xwe re koçberî herêma Kurdistanê kir û li bajarê Dohukê bicîh bû û beşdarî gelek şevbuhêrkên stranbêjîyê û ahengên neteweyî bû. Stranên hunermendê nemir Şevger ne tenê peyvên derbasbûyî bûn, ne jî awazên wî vehûnandinên muzîkîyên hêsan bûn, lê, dengê wî neynika ku êşên gel bi tevahî nîşan dide, bîranîna zindî ya dîroka têkoşînê wî dinivîsand û pirek bû ku nasnameya neteweyî û zimanê kurdî di rêya huner û mîrasê de diparast.

Di sibeha cejna qurbanê roja 6’ê Hezîrana 2025’an de, li nexweşxaneyek li bajarê Dohukê, hunermend Şevger, bi bêdengiya xanedanan jiyana xwe ji dest da û li pişt xwe mîrateyek wêjeyî û hunerî hişt ku dê di wijdana hijmekarên wî de zindî bimîne, laşê wî yê pak hate veguheztin û li bajarê wî û hezkiriya wî ya sermedî Dêrik ku wî ji axa wê hez dikir û wî ji deşt û zozanên wê re ji xelkên wê re bedewtirîn stran digotin, li wir li himbêza xaka ku jê hesdikir û wê jî jê hez dikir, li goristana Dêrikê bi merasîmek bi heybet ji hêla xelkên herêma Dêrik û  hunermendên kurd ve hate oxir kirin.

Hunermend Şevger bi laşê xwe oxir kir, lê ew bi giyan, wêje û hunera xwe di wijdana kurdan de zindî dimîne.

Silav ji wî re yê ku ji hunerê berxwedan afirand û ji stranê bîranîn çêkir û Dêrik kire welatek zindî di her awazekî de. Silav ji tere di nebûna te de her wekî ku tu herdem amede bi dengê neyê jibîrkirin û bi bîranîna newê vemirandin.

Hunermendê nemir Şevger ne tenê hunermendek, an stranbêjek yan jê bestekarek bû, ew dengek bû ku derdên kurdan di nav pêlpêlokên gewriya xwe de hildigirt, ew wijdanek hunerî bû ku di rêya gotin û awazên xwe re xewin, hêvî, azar, keyf û şînên mirovan pêkdianî, welatek tevahî  di strana wî de dijya û ew bîrdankek bû ku pakîzeya awazê û rûmeta peyvê diparast. Bi çiwîna wî re, strana kurdî yek ji stûnên hunerî yên neliv wendakir, stranên wî ne tenê awazên keyf û şahîyan bûn, lê ew romanên gel bûn, sirûdên berxwedanê bûn, henaseyên evînê û banga azadiyê bûn.

Çûyîna Şevger Mîrza zerarek hunerî û çandî bû şûna wî nayê dagirtin, lê wî li pişt xwe mîrateyek hunerî ya nemir û şopek bêdawî ya li ser bîranîna strana kurdî hişt.

Çavên xwe deyne ser hev û rehet raze, tiştê ku te ji awaz û peyvan çandî, dê di dilê me de stranek bêdawî bimîne, tê sax bimînî û di dilê me de bijî heya ku Dêrik nefesê bikişîne û gelê Kurdistan stranên te vebêje. Ji bo ruhê te yê pak û temîz serbilindî û mandarî û ji bo mîrateya te ya neteweyî, wêjeyî û hunerî mayende û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.