Hafiz Ahmet Turhalli
Raperîna Şêx Seîd û cangoriyên sala 1925‘an ji bo gelê Kurd, bûn ruhê berxwedana li dijî Tirkbûnê û çira azadiya welatê Kurdistanê. Navê Şehîdên sala 1925’an di dîroka camêrî û mêrxasiyê de hate nivîsîn. Bêguman li Kurdistanê, gellekî şêx, mîr û melayên mezin jî hebûn, lê kesê di dîrokê de, weke şêx û pêşengên sala 1925’an cîh negirt. Her çiqas neyarên gelê Kurd bi hevkariya hemû hêzan xwestin wan tunne jî bikin, ew di dilê milletê me de zindî man. Wek Xweda di Qur’ana pîroz de dibêje:“Kesên di rêya Xwedê de (ji bo heqiyê) hatine kuştin, nebêjin ew mirîne. Na; ew zindîne, lê hûn tê nagîhîjin.“ (Beqere 154)
Belê heqîqeta vê ayeta han em îro jî berçavên xwe zindî dibînin. Kesên dewlemend, zana û desthelatdar dimrin, nêviyên wan navên bapîrên xwe nizanin.
Lê weke Xweda jî gotiye; kesên ji bo maf û çarenûsa xwe tevdigerin, ji bo rastiyan û heqîqetan têdikoşin û dimrin, di dilan de û mêjiyan de Xweda ji wan re cih çêdike.
Her çiqas mezelên wan ne diyarbin jî, ew di quncikên dilan de û di nava mêjiyên paqij de, cihêkî xwe yê sereke girtine.
Ez dixwazim balê bikşînim ser nîqaşên ku dibêjin, Şêx Seîd û hereketa wî ne hereketekî netewî bûne: Ev nîqaş û berovajîkirin, ji bo reşkirina mafê Kurdan û milletê Kurd e. Weke mînak: Çima kesekî ji bo şêx Şamîl nabêje; ji bo ûmmetê kar kir û şehîd bû? Çima kes Ji bo Omer El Muxtar nabêje, wî ji bo ummet kar kir û şehîd bû? Ev guftugo û nîqaş jî, perçeyek ji şerê psîkolojîk ku ji bo Kurdan û Misilmanan berahev bidin tên pêşxistin. Dema misilmanên dîtir ji bo azadî û xelasbûna millet û welatê xwe kar dikin, egîdin, mucahîdin û pakrewanin. Çima ev tişt ji bo Kurdan derbas nabe?
Gelo çima Şêx Seîd: ji bo şêx, mîr û begên Kurdan nameyan dişeyne, ji wan alîkarî û hevkariyê dixwaze? Lê çima ji şêx, mela, muftî an alimekî Tirk, Fars û ji Erebekî alîkarî û hevkariyê naxwaze?
Divê ev pirs, bi awayekî durust werin bersivandin. Em di meseleya Kurd û Kurdîstnê de, berovajîkirin, şilokirin, şerê psîkolojîk û xapandinên herî kîret, mixabin kesên an cemaetên bi navê Îslamê deng dikin de dibînin û dijîn. Kesên qaşo navê cemaaetên Îslamî an kesayetên oldar ku ewjî piraniya wan bi esil Kurdin, di sedsaliya darvekirinê de jî, tu tişt nekirin. Ka kîjan cemaet an kesayetên ji xwe re dibêjin em Misilmanin, doza hestiyên Şêx Seîd û hevalên wî kirine? Ma ger em birayê hevdu yên olî ne; gelo çima ji bo kesayetên dij sîstema Kemalîst têkoşyane û cangorî bûne, tu dengekî nîne? Ev hemû berovajîkirin û munafiqtiya van hêl û terefane.
Kurdan ji bo sedsaliya sêdarekirinê gellekî konferans û çalekî pêş xistin, doza hestiyên bapîrên xwe kirin. Lê tu kes an cemaetekî bi navê ola Îslamê piştgirîya Kurdan îro jî nekirin! Sedem ji ber Şêx Seîd û hevalên wî rêberên Kurdan e: Li ba wan hê jî Kurd nezanin û divê werin xapandin. Ew tişt çû: nema Kurd tên xapandin. Kurdan bi bizava netewî ya hemdem, bêhna azdiyê hildane, nema jê vedigerin. Sed rehmet li gorên we be, şehîdên doza me. Em ê gorên we çêkin û li ser qebrên we Fatîha azdîya Welatê xwe û mirina neyarên xwe bixwînin.





