Jîyan Pîranî
Dîrok çerxek zêrîn e, pêwîst e em li gorî rûpelên dîrokê bijîn. Divê em ji bîr nekin tişta ku em îro dijîn û dinivîsin, dîroka me ya pêşerojê diyar dike. Taybet wek ciwanê Kurd em hertim gazincan ji pêşiyên xwe dikin ku çima, pêşerojek ronî ji bû me dabîn nekirine û çima dîroka me ya hatiye jiyîn nehatiye nivîsandin? Bê gûman gotin û gazincên pêşiyên me hertim ji jiyana me ya ji rêzê bi watetir bûne. Ji ber ku ew di nava pencên zalim û xwînmijan de hatibûn fetisandin, dûrî çand, nasname û zimanê xwe hatibûn hiştin. Li ser vî bingehî jî, bi hezaran zarok, ciwan, kal û pîrên me derberderî welatên biyanîbûn û ji heyîna xwe hatin dûrxistin. Ji bo ku em bibin xwedî pêşerojek ronî û dîrok dewlemend. Di salên 1970’an de li paytexta dijmin ango di nava dilê dewleta Tirk de Rêber Apo têkoşînek ya guhertin û veguhertina gelê Kurd da destpê kirin. Ev guhertin û veguhertin ji bo tevahî gelê Kurd bû bingeha têkoşîna doza azadiyê. Pêl bi pêl li deşt û zozanên Kurdistanê belav bû. Bi taybetî jî herêma Botanê ku bi serhilderêya xwe tê nasîn bû, di heman demê de jî herêmek stratejîk ya vî şerî û vê têkoşînê bû.

Ji bo wê jî dewleta Tirk ya dagirker bi hemû hêz û alavên xwe yên leşkerî êrişî gundiyên Botanê yê li ser sînor kir. Van gundiyan li hemberî êrişên tinekirinê yên dewleta Tirk li berxwedan û gav bi şûnde ne avêtin. Dema dewleta Tirk ev yek dît, ji tiştên werin jiyankirin tirsiya û du rê danî ber van gundiya û got: ‘Yan hûnê bibin cerdevan li hember gerîlayan şer bikin, yan jî hûn neçarî ji axa Tirkiyê derkevin.’ Bê gûman wê demê 16 hezar kesan berê xwe da rêya penaberiya û ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ketin. Di nava sînorên penaberiyê de jî dewleta Tirk, PDK, Neteweyên Yekbûyî û niha jî dewleta Iraqê zextên tinekirina li ser van penaberan daye ber xwe. Ji Bihara 1994’an heta niha ev gel rastî hemû bê mafiyan hatiye û heta niha jî tê. Di dîroka penaberiyê de zarok, hevjîn, dayîk û bavê wan li ber çavên wan bi hovan hatin qetilkirin. Bi mehan bê nan, bê av û pêxas hatin hiştin. Bi salan di girtîgehan de man û êşkence û zext li wan hatin kirin, lê wan ji berxwedan û têkoşîna xwe tawîz nedan û nadin jî.
Herî dawî di Gulana 1998’an de ber bi Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve bi rê ketin û li Mexmûrê ya ku bi derdorê wê çolistan bû niştecih bûn. Êdî ev wargeh wargeha dawî bû. Li vir jiyanek li gorî şert û mercên xwe ji bo xwe ava kirin. Mîna ku zarokek nû fêrî gav avêtinê bibe, vî gelî jî gav bi gav xwe fêrî jiyana vê çolistanê kir. Ji bo ev wargeha were belav kirin û vala kirin dewleta Tirk, PDK û Neteweyên Yekbûyî gelek hewldan kirin . Her carê di bin hincetek cûda de êrişî vê wargehê kirin û pêwîstiyên wan yên jiyanê nehatin dabîn kirin. Di dîroka 2014’an de piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hinceta ku jiyana me di metirsiyê de ye berpirsên Neteweyên Yekbûyî destê xwe ji wargehê kişand. Êdî bi vê dest kişandinê re pirsgirêkên wargehê destpê kirin. Nasnameyên wargehê yên penaberiyê di demê xwe de nedihatin nûkirin û ti alîkarî ji bo wan ne dihat kirin. Di Tirmeha 2019’an de ji bo ev wargeh were vala kirin, PDK’ê dest bi ambargoyekê kir. Di pêvajoya ambargoyê de rêjeyek mezin karkerên wargehê yên li bajarên herêma Kurdistanê kar dikin, bê kar man. Her wih bi dehan dayîkên ducanî di xalbendên ewlehiyê yên PDK’ê de hatin ragiritn û zarokên wan jiyan xwe ji dest dan û bi sedan nexweşên wargehê ji wan xalbendan de li paş de hatin vegerandin. Du hemwelatiyên wargehê yên di vê pêvajoyê de ji aliyê PDK’ê ve hatibûn dîlgirtin di girtigehê de jiyan xwe ji dest dan. Lê cardin jî êrişên KDP’ê negihiştin armanca xwe.
Di nava vê ambargoyê de bi dehan caran dewleta Tirk ya dagirker êrişên balafirên bêmirov, li ser gelê wargehê pêkanî û bi dehan hemwelatiyên vê wargehê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her kes li hemberî vê bêrêzî û zilma li vî gelê dihatkirin, bêdengiya xwe diparast. Ev du salin nasnameyên gelê wargehê yên penaberiyê nayên nûkirin, ji ber vêpirsgirêkê gelek caran karker û nexweşên wargehê rastî astengiyên leşkerên Iraqê dihatin. Herî dawî ji 10’ê Nîsana 2025’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê ambargoyek li ser gelê wargehê ferz dike. Di wê çarçovê de nûnerên xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo van pirsgirêkan çareser bikin çûbûn Bexdayê, dirêya vegerê de hatin girtin û 37 rojan di girtigehê de hatin ragirtin. Dibe ku nûnerên wargehê hatibin berdan, lê belê heta niha jî ti pirsgirêkên wargehê ne hatin çareserkirin û hîna jî di rêyan de ji bo karker û nexweşan pirsgirêk derdixin. Dewleta Tirk destpêkê xwest bi rêya Neteweyên Yekbûyî gelê wargehê teslîm bigre, lê bi serneket. Gava duyem bi rêya PDK’ê dest bi planên xwe kir, vê carê jî dest vala zivirî û niha jî dixwaze bi rêya dewleta Iraqê gelê wargehê teslîm bigre û ji mafê wê bêbehr bike. Lê dewleta Tirk ne di ferqa hêza vî gelî de ye ku çawan di salên 1994’an de li hember êrişên wan serî netewandiye û wê îro jî li hemberî êrişên ti kesê serî netewîne!!!!






