Idrîs Henan
Keştiya geşedanên siyasî yên bi lez di nav pêlên deryayên Rohilata Navîn û çiravên sermayedariya global de diçe û tê. Geh dinoqe û bi bin avê dikeve û geh jî bi ser pêlan dikeve û rêwîtiya ber bi azweriyan ve dewam dike. Lê qerebalixa zêde ya li herêmê bi daholên şerê cîhanê yê sêyemîn re bilindtir bûye, serweriya xwe li ser dengên azadîxwaz û demokrasîhez ferz kiriye ku hewl dide di heyameke wisan de bifetisîne û di bin avê de bihêle.
Beramberî wê jî, gelê herî qedîm ê li herêmê ku bi hevkarên bê xêr re rûbirû maye, rastî êriş û hewlên îxanetê hatiye. Çiravên sermayedar piştgiriyê didin cokên serdestên Rojhilata Navîn û dagirkeriya wan ji axa gelê qedîm re mayînde dikin. Xwestekên wî yên xwebirêvebirina rewa paşguh dikin û ne jî li gorî berjewendiya xwe dibînin. Cirecir tiştek e û pratîk jî tiştekî din e. Çendîn pesna dostanî û wefedariya wan were kirin jî, lê hêjayî azadiyeke bi rûmet nabînin û ne jî azadiyeke derveyî sînorên kelehên wan hatibe vesazkirin dipejirînin. Bê guman em qala Kurdan û pêşengiya wan ji vê qonaxa çarenûsî re dikin. Ango; Kurdên dixwazin bi îradeya xwe ya aza re tezên pêşeroja xwe xêz bikin. Kurdên ku bi têkoşîneke zor û zehmet hebûna xwe anîne vê roja me ya îro. Kurdên ku bi hezaran pakrewan pêşkêşî doza azadiya gelan û pêşengiya feraseta pêkvejiyanê kirine.
Diyar e vîna li ser bingeha tunebûna gelan hatiye avakirin, hewl dide xwe tekûz bike û di nav heyamekî bê exlaqiyê de azweriyên xwe biçêrîne û li ser stûyê gelan weke narvîn bisepîne. Ev pêvajo bi salan e wisa hatiye, serwerî û kirêtiya xwe jî bi vî rengî rewa kirine. Siyaseta îro bi pêşengiya bazirgan û şamanên destpot ên zîgoratên serdema nûjen û perestgehên sermayedar, şerên qirêj ên serweriya li ser jêderên xêr û bereketê bi rê ve dibin. Miraza wan, bê ku îradeya gelan berçav were girtin, vehûnandina stratejiya sedsaleke nû ye. Lê pirsa bingehîn ew e; gelo dikarin di rewşeke wisa kirîtîk de, bêyî Kurdan stratejiyên nû ava bikin? Rûmetgirtina ji daxwazên Kurdan û gelên qedîm re, wê çi bi wan bide qezenckirin û çi jî bi wan bide ziyankirin? Gelo ziyan an qezenc zêde ye?
Berjewendî û stratejiya hêzên hegemoniyê, li gorî plan û bazarên qezenc û zirarê tên tayînkirin. Yanê ne li gorî berjewendiya gelan e! Lew re jî; divê rêjeya geşbîniyê jî bi qasî amadekarî, helwest û seknê be, ne li gorî nakokiyên berjewendiyên aliyên rikberê desthilatdariyê be. Dibe jî li gelek dever û mekanan hev û din êşandibin, lê ev nayê wê manê ku ji bona me ev tişt hatiye kirin. Fikirandinek wisa xwexapandina piştî nîvro ye. Piştî ku rejîma Îranê anîn asteke wisa rezîlane û bê hêl hiştin, demildest bomebarana xwe rawestandin û agirbest ragihandin. Vîna gelan di ber çavan re derbas nekirin. Dêmekî doza azadiya gelan bi pevçûnên berjewendîperest, desthilatdarîperest re nayê çareserkirin. Berovajî; doz bi daneheva têkoşîneke bi rûmet, ked û fedekariyeke mezin a bê hempa digihêje azadiyê. Siyaseta wan çi dibe bila bibe, ya girîng Kurd bi vîneke serbixwe bibin xwedî siyaseta demokratîk a çareserker ku bi doza xwe re hemû dozên gelên dîtir çareser bikin.




