Ji ramanê Rêber Apo
Çanda Kurd bi tevahî hêmanên xwe yên madî û manewî ji sedî sed hatiye înkarkirin û qedexekirin, bi pêkanînên asîmîlasyonê yên bê sînor, xwestine qirkirina çandî temam bikin.
Çanda Kurd tevahiya dîrokê di mezinkirina çanda çemê sereke de û di tesîrlêkirina wî de bi roleke pêşeng rabûye. Lê ji ber ku devera wê ya jiyanê timî li qada şer a dîrokê bû, ji bo hebûna xwe biparêze û bergiriya xwe bike, xwe vekişandiye serê çiyan. Bi saya çiyan, karîbûye bibe gelê herî kevin û bibe xwediyê vê nasnavê. Aliyê vê yê neyênî jî ew e, di nava xwe de zêde cih nedaye çanda bajêr. Bi bajêr re timî di pozîsyoneke dijber de maye û bajar weke cinawirekî wê daqurtîne û bixwe dîtiye. Lewma çanda qebîle û eşîrê ya ji rêûresmê heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Forma qebîle û eşîrê şêwe û qalibê bingehîn ê çanda Kurd e. Çawa ku sosyolojî dide nasîn çanda eşîrê çandeke bi rêya baviktî û xizimtiyê nîne, çandeke jiyana azad û şêwazekî heyînê ye, bi berxwedana li dijî şaristaniyê xwe diyar dike, bawer dikim ku bi vî awayî danasîna wê duristir û rasttir e. Li cem Kurdan çanda eşîrê gelekî bi hêz û xurt e. Ji ber ku tevahiya dîroka şaristaniyê bûne xwedî îrade ku bi berxwedanê xwedî li hebûna xwe û jiyana azad derkevin. Di vê de têkiliya baviktî an jî xizimtiyê diyarker nîne. Rêûresma Zerdeştiyê di vê çarçoveyê de ji rêûresma dînê Semîtîk cudatir e; mirovan nake evd, bêhtir wan dikişîne aliyê jiyana azad. Di navbera wan de cudahiyeke evqasî bi kok û binyad heye. Di dema serdestiya Îslamê de rêûresma Zerdeştî derb xwar û bi vê re jî evdîtî hat. Desthilatdariya Îslamê bi dijwarî dijmintiya rêûresma Zerdeştî kir û di binê vê dijmintiyê de ev diyardeya evdkirinê û çînîkirineke hişk heye. Kurd çiqasî tevlî Îslama desthilatdariyê bûne ewqasî bûne evd, bûne kole û ev xusûseke gelekî girîng e. Di çanda Kurdan de îradeya ji bo jiyana azad bi hatina Îslama Desthilatdariyê re derbeke xedar xwariye. Li dijî vê, berxwedanên li ser bingehê Elewîtî û Êzîdîtiyê bi rêûresma Zerdeştiya kevin re têkildar in, û bi awayekî bingehîn a di vê de rol dilîze destnekişandina ji îradeya jiyana azad û çanda derfetê dide wê ye. Terîqet û mezhebên ji Îslama Desthilatdariyê reviyane û xwe jê dûr girtine, çiqasî bi nexweşiya desthilatdariyê neketine, bêhtir alîkariya jiyaneke azad û bi exlaq kirine. Ev bi awayekî rêxistinên xweparastinê yên serdema navîn in. Çanda Kurdan bi awayekî bingehîn di serdema navîn de bi van du riyan hem hebûna xwe parastiye, hem jî di jiyana xwe de cih nedaye evdîtiyeke bikeve hinavê wê û xwesteka xwe ya ji bo azadiyê bi dilsozî dewam kiriye.
Çanda kurd di bin zordariyê de hiştin
Modernîteya kapîtalîst, çawa ku di qada çanda maddî de kiriye, di qada çanda manewî de jî helwesteke asîmîlasyonîst û qirker nîşan daye û ev jî bi mekanîzmayên tinekirinê yên dewleta netewe pêk aniye. Dewletên netewe yên Ereb, Tirk û Îranê ku bi awayekî acente û saziyên sîxur ên modernîteya kapîtalîst in, ji avahiyên desthilatdariyê yên rêûresmê sûd wergirtine û çanda Kurdan bi temamî kirine mengeneyê, ji tevahiya derfet û îmkanên perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm kirine, pergala perwerdeyê ya medreseyên rêûresmê xira kirine qedexe kirine, çand û zimanê Kurdî di nava saziyên çand û zimanê serdest ên dewletên netewe de ji îmhayê re terikandine. Hinek hewldanên lawaz û zelûl ên milletperestiya Kurd ji bo parastina çanda Kurd (xebatên wêje û ziman) bi ser neketin û tevî vê jî li hemberî hevrikên wan ên bi hêz rê li ber reaksiyoneke dijber vekiriye. Eger çanda berxwedanê ne bi hêz be, çawa di her diyardeya bi vî rengî de tê dîtin, bivênevê her ku diçe dihele û tine dibe. Herweha bi awayekî giştî formên milletperest ên bûrjûwayê di wê kapasîteyê de nînin ku çandên gel zindî bihêlin û pêşde bibin, berevajî xwedî fonksiyonekê ne ku wan çeloxwarî dikin û naveroka wan pûç dikin. Di modernîteyê de çanda nivîskî li asta herî jor e, lê bi sedema qedexekirin û asîmîlasyonê, ji bilî çend xebatên lawaz û qels çanda Kurd pirr kêm berhem dane. Di van berheman de jiyana azad negihiştiye îfadeyeke rast, bêhtir di van berheman de arîstokrasiya eşîrê, pergala wan a begtiyê û otorîteyên dînî derketine pêş.
Di rastiya Kurd de ji bo pêşketina çanda neteweyî rola modernîteya kapîtalîst neyênî ye. Di warê pêkanîna çanda neteweyî ya bûrjûwayê de nêzî rastiyê jî nebûye. Çanda dimeşe û tê pêkanîn, çanda îmhaker, asîmîleker û qirker a dewleta netewe ya serdest e. Sloganên faşîst ên weke ‘tek welat’, ‘tek netewe’, ‘tek ziman’, ‘tek dewlet’ û ‘tek al’ ku her roj têne dubarekirin vê rastiyê îfade dikin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst ên ji asîmîlasyon û çanda zordest a serdema destpêkê û navîn bi gelekî wêdetir xwedî sîstemekê ye, weke sê suwarên mehşerê, demekê beriya demekê li pey pêkanîna mehşerê ye. Çanda dewleta netewe, îndustriyalîzm û kara herî zêde ji bo ku çanda Kurdan a rêûresmê ya hê ji modernbûnê dûr e, û hê nebûye neteweyî biqedîne, bêperwa tevahiya rêbazên îmhaker bi kar tîne.
Çîroka pêkhatina bûrjûwaziya Tirkê Spî ya kapîtalîzma burokratîk a Tirk ew afirand, bi temamî komploker e. Komplokeriyê ji serî ve çanda împaratoriyê ya ji rêûresmê ji xwe re kiriye pêpelûk û maske, bi awayekî navenda wê derve û hundir be civak rehîn girtiye. Di vê çandê de civak êsîr e. Elîteke çînî ya welê çêbûye ku çanda civakî ya ji xwe re orîjîn dihesibîne jî (etnîsîteya Tirk û Îslama Sunnî) rehîn girtiye, û eşkere ye ku ev elît wê li ser rastiya çandî ya Kurd bi roleke texrîbkartir rabe. Tevahiya sedsala 20. bi mînakên bi vî rengî yên balkêş tijî ye. Çanda Îttîhad û Teraqî ya îdeaya wê ya gavavêtinê li ser bingehê laîk hebû û nexasim bi CHP’ê şêweyên wê yên bêhtir bûne desthilatdar, piştî ku tesfiyekirina hebûna çandî ya Ermenî, Helen û Suryanî temam kirin bi tevahiya hêza xwe berê xwe dane tesfiyekirina çanda Kurd. Hem di dema 1925-1940’î pêvajoya isyanên provokekirî de, hem jî paşê di bêdengiya mirina spî de rêbazên tineker heta dawiyê bi kar anîn. Tevî ku carinan qirkirinên fizîkî pêk anîn jî bi awayekî bingehîn a pêk anîn modela qirkirina çandî bû.






