Sînan Cûdî
Perdeya heman lîstikê careke din li Sûriyeyê tê rakirin. Peymana entegrasyonê ya ku di 10’ê Adarê de bi Şamê re hatiye çêkirin, di nihêrîna pêşîn de xuya bû ku deriyê serdemeke nû vedike. Em bi hesreta aştiyê ya gelekî westiyayî û bi xwesteka derketina ji nav kavilên şer hêvîdar bûn. Lê di nav çend mehan de me hemûyan dît ku ruhê peymanê zirar dîtiye û hikûmeta Şamê hewl dide ku bi rêbazên xwe yên kevn, bi kirîna demê û bi derengxistina sozan, pêvajoyê têk bibe.
Hikûmeta navendî careke din dixwaze hemû rêveberiyê bi navendekê ve girêbide, mirovan pasîf bike, jinan di malên xwe de bigire û ziman û çandan wenda bike. Bi ferzkirina destûrekê li ser bingeha şerîetê, ew amadekariyê dike ku mafên jinan ên bi dest xistî, pergala hevserokatiyê, perwerdehiya pirzimanî û jiyana komunal têk bibe.
Lê divê ew bizanin ku ev 14 salin me bi coşek demkî nejiyane. Me ev pergal di şevekê de ava nekir. Me ew bi xwîna şehîdan, bi xwêdana meclisên gel, bi berxwedana jinan, ji bo pêşeroja zarokên xwe ava kir. Niha, her îradeyek ku bixwaze wê bi hinceta “entegrasyonê” hilweşîne, dê ne tenê bi avahiyek siyasî, lê di heman demê de bi gel bi xwe re jî rû bi rû bimîne.
Ji ber ku ev gel êdî ne tenê rêberên xwe, lê di heman demê de şêwaza jiyana xwe jî hildibijêre.
Niha, pirsek heye ku divê her kes ji xwe bipirse: Ev 14 sal ji bo me çi wateyê didin?
Ger jinên li taxên me di vê demê de karibûn bi azadî bigerin, ger zarokên me karibûn zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, ger me karibû gundên xwe bi meclîsên gel birêve bibin, wê hingê ev destkeftî ne tenê “derfetên demkî” ne, lê îradeya gel bi xwe ne û ev îrade dê paşve gav neavêje.
Ji ber vê yekê divê çi were kirin? Em nikarin vê pêvajoyê tenê li bendê bimînin, pêşveçûnan bişopînin û bi hêviya çareseriyek ji kesekî derbas bikin. Ji ber ku pirsgirêk sistematîke, û çareserî di beşdariya rasterast a gel de ye.
Îro, divê meclisên gel li her kolanê, her taxê, her dibistanê, her zeviyê ji nû ve werin rêxistin kirin. Divê jin dîsa werin cem hev, ciwan dîsa berpirsiyariyê bigirin ser xwe û aboriya herêmî ji nû ve were vejandin. Ji ber ku şoreş ne tenê li eniyên şer dest pê dike; ew li tenûrê, li kursiyên dibistanê, li sûk û bazaran mezin dibe û ev têkoşîn divê ne tenê li Rojava, lê li seranserê Sûriyeyê deng vede. Ger jinek li Heleb, Deraa, Siwêyda, Lazkiyeyê, Idlîb û Şamê dixwaze ji bo zarokên xwe pêşerojek azad ava bike; ger ciwanek bixwaze bêyî ku bêkar be bijî; ger Ereb, Kurd, Asûrî, Êzîdî bixwaze xwe wekhev hîs bike, ew şirîkên vê têkoşînê ne. Ji ber ku ev pergal edaletê ji kesî re nayne; ew tenê îtaetê dixwaze.
Tiştê ku divê em bikin ev e ku em bêdengiyê bişkînin. Ew mezinkirina beşdariyê li dijî navendîbûnê, azadiya jinan li dijî ferzkirina şerîetê û meclîs û komînan li dijî zilmê ye. Îro, parastina mafên ku hatine bidestxistin ne bes e; pêdivî ye ku ew li seranserê Sûriyeyê belav bibin. Ev şoreş dê ne tenê bi parastinê, lê bi mezinbûnê bijî. Ji bîr mekin: Yan berxwedan belav dibe, yan bêdengî mezin dibe.





