Esma Mistefa/Qamişlo
Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Menar Necar da zanîn ku armanca me guhartina zihniyeta ku spor tenê bi yek zayendê tê naskirin û sepandine û got, “Em çiqas piştgiriya jinên ciwan bikin, wê ewqas rengê jinê di sporê de diyarker bibe”.
Bi mezinbûna Şoreşa Rojava re jinên ciwan di qada sporê de cih girtin û rûxmî hemû astengî û bendên civakî karîn xwe tê de îsbat bikin. Têkildarî xebata jinên ciwan di qada sporê de Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Menar Necar bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.
Di qada sporê de jinên ciwan çiqas xwe birêxistin kirine û ji bo avakirina civakeke bi tendurist û wekhev rolekekî çawa girtine ser xwe?

Jinên ciwan rûxmî hemû bend û kevneşopiyên civakê, karîn cihê xwe bi xurtî di qada sporê de bigrin û xwe birêxistin bikin. Helbet di nava civakê de qalipên hişmendî yên tund hene û heyanî niha jî li hin deveran ev zihniyet derdikeve pêş. Xebatê sporê karî heyanî astekê vê zihniyetê derbas bike û jinên ciwan vekşîne qada sporê. Çawa ku ciwan cihê xwe di hemû beşên sporê de digrin niha ew derfet heye ku jinên ciwan li gorî daxwaz û hezkirinên xwe cihê xwe di beşa ku dixwazin de bigrin. Bi giştî jinên ciwan di asteke bilind de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe birêxistin kirine û qada sporê bi rengê jin tê xemilandin.
Di aliyê rêxistinî de em ne tenê aliyê pratîkî re mijûl dibin, her wiha di aliyê îdeolojîk û perwerdeyê de sporvanên jin cihê xwe digrin, da ku em li ser bingeheke birêxistinî, exlaqî, tendurist û îdeolojîk xebatekî werzîşê li ser asta herêmê birêve bibin. Her wiha jinên ciwan di her herêmekê de çalakiyên sporê lidar dixin û bi awayekî rojane perwerdeyên meslekî tên birêvebirin.
Xebatên we yên ji bi pêşxistina spora jin bi çi armancê tê pewerde kirin, çiqas jin cihê xwe tê de digrin, tîmên xweser çiqas in û çi ne, her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê we çi xebat daye meşandin?
Armanca me li ser bingeha avakirina civakeke ku tê de jin bikaribe di hemû beşên jiyanê de cih bigre û bi nêrîn û daxwaza xwe li cihê ku xwe tê de dibîne kar bike û xwe pêş bixe ye. Ya din guhartina hişmendiya ku spor tenê bi yek cinsê tê sepandin û naskirin. Di vî warî de her çiqas piştgiriya jinên ciwan di aliyê sporê de bê kirin wê ewqas bandora xwe di civakê de jî biteyse.
Li ser asta her herêmekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hema bêje hemû tîmên lîstikan yên weke basketball, football, volleybal û goka destan yên xweser hatine avakirin. Her wiha lîstikên tekane yên weke şatranc, keretê, taykwando û lîstikên hêzê hene. Di aliyê hejmar de em nikarin zelal bikin ji ber her tim di nava zêdebûnê de ye. Yek ji gavên berbiçav yên pêşketinê di qada spora jin de, ew jî avakirina kadroyên sporî ku perwerde dikin û hekemên jin hatine avakirin.
Di demên dawiyê de maçên footballê yên jin li bajarê Kobanê û Qamişlo hatin orgenîzekirin. Her wiha leyîstikên din yên weke keretê û lîstikên hêzê jî hatin birêxistinkirin. Ev çalakî li ser asta herêman û ya giştî ji demekê heyanî demekê tên birêxistinkirin. Her wiha di nava civakê de jî bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin.
Astengî û bendên ku li pêşiya spora jin çi ne, her wiha ji bo pêşketina vê qadê hewildan û projeyên we çi ne?
Helbet ji bo avakirina sporeke taybet bi ya jin di nava civakê de, wê gelek astengî derkevin holê. Spora jin rastî gelek astangî û zehmetiyan hat. Ya sereke ji aliyê civak û hişmendiya kevneşopiyên civakê ve rastî zehmetiyan tê. Ya din jî di aliyê destekdayîna madî û manewî de divê hê zêdetir ev qad bê piştevanîkirin. Ji ber kesên nîtalîk û bi hêz hene ku em dikarin bi wan re bibin alîkar û spora jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser asta cîhanê bi navûdeng bikin. Her wiha em bixwazin nexwazin li gorî rewşa siyasî û leşkerî ya ku herêm jiyan dike li ser sporê jî bandor dike.
Projeyên li pêşiya me berfirehkirina binesaziya sporî ya jin, bi taybet piştgiriya sopra di dibistan, peymangeh û zanîngehan de. Di heman demê de yek ji projeyên me yên vê salê vekirina dewreyên perwerdê yên ji bo rêvebirin, perwerdekar û hekemên jin bêne avakirin.






