Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Me hezkirina welat û jiyana azad di dilê zarokên xwe de çand`

06/07/2025
in JIN
A A
`Me hezkirina welat û jiyana azad di dilê zarokên xwe de çand`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Welatparêza Kurd Leyla Gulo diyar kir ku tevlîbûna jinan ya di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ji cîhanê re bû mînak lewra îdeolojiya jinan bi çalakiyên leşkerî û siyasî re têkel dibe. Wê destnîşan kir ku îdeolojiya ku partiyê pêşxistiye wê di nava jinên Kurd de bimîne û di dilê zarokên wan de jî bi cih bibe.

Ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê û mafdayîna gelê wê, ji dîrokê ve bi dehan serhildan û tevger li hember dijminê  gelê Kurd şer kiriye. Piştî avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êdî doza gelê Kurd li cîhanê bi nav û deng bû bi taybetî piştî Şoreşa Rojava bû mijara sereke li her çar perçeyê Kurdistanê û tevahiya cîhanê. Cudahiya vê partiyê ji partî û rêxistinên din, tevlîbûna jinan û rola wê ya sereke di nava tevgerê de. Tevlîbûna jinan di tevgerê de hişt ku rola jinê di civakê de bê guhertin wan ji mejiyê baviksalarî rizgar bike û di civakê de bive  xwedî roleke girîng û pêşeng.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di sala 1978’an de bi serokatiya Rêber Apo hat damezrandin. Jin ji salên 1980’î ​​û vir ve tevlî refên wî bûne, di salên 1990’î de tevlîbûna wan zêdetir bû. Jixwe armanca partiyê ji tevlîbûna jinan ew e ku, jin ne parçeyek pergala kapîtalîst were dîtin, tevger dixwaze nêrîna civakê ya li ser jinan ku tenê weke amûrekê di malê de, ji holê rake.

Di salên 1980’î de di nava refên PKK’ê de rêxistina jinên Kurd dest pê kir û di sala 1987’an de yekemîn rêxistina jinan bi navê “Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK)” hat avakirin û di serî de li Ewropayê çalak bû. Her çend di destpêkê zehmetî hebû jî, lê ji bo bilindkirina hişmendiya jinan di derbarê mijarên rizgarî û nasnameya neteweyî de, jinan biryara serketinê ya jinan da bûn.

Tevlîbûna jinan a di nava partiyê de, weke ku me berê behs kiribû, tenê bi karên alî û lojîstîkî ve sînordar nema. Bi awayekî aktîf beşdarî operasyonên şer bûn, di pêşengtiya girîng de cih girtin û yekîneyên jinan ên serbixwe ava kirin, weke “Yekîneyên Jinên Azad” (YJA-Star) ku nûnertiya hêza leşkerî ya jinan a partiyê dike.

`Li her çar parçeyên Kurdistanê jin şoreşa xwe bi rê ve dibe`

Welatparêza Layla Gulo ku di malbateke naskirî bi girêdana xwe ya netewî û siyasî ji doza Kurd re mezin bûye, Leyla ku dayîka du şehîda ye ji Rojameya me re axivî û diyar kir ku: “Di destpêka damezrandina partiyê de rola jin zêde ne diyarker bû, lê bi herikîn û mezinbûna  ramanên Rêber Apo re rola herî pêşeng a jinê ye . Xwe pêş xist, yekitiya xwe ava kir û şoreşa xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve birin. Her wiha jinên ku li ser felsefeya partiyê mezin bûne bi disîplîn û karînên xwe yên Rêbertiyê hatin naskirin. Di heman demê de jin di rêveberiya navendî û meclîsên rêxistinî yên partiyê de cih digirin û di pêşxistina stratejiyên siyasî û ragihandinê de jî xwedî roleke girîng in.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla wiha got: “Di qonaxên destpêkê de di derbarê rola jinê ya di têkoşîna siyasî û civakî de nêrîn pêş xistin û feraseteke ku azadiya jinê weke azadiya civakê pênase kir, pejirandin. Rêber Apo yekemîn kese ku Konfederalîzma Demokratîk û azadiya jin di cîhanê de pêş xist, bi vê re jin weke stûna avakirina zanista jin a azad û demokratîk tê dîtin.”

`Em ne aşiqê kuştinê ne lê welatê me hêjeye can fedahiyê ye`

Leyla Gulo teqez kir ku gelek jin bi saya fikir û felsefeya partiyê bi hezara jin ji bindestiyê azad bûne û ji bo bidestxistina mafê xwe yê jiyanê wê her li ber xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo parastina dîroka gelê Kurd û bidestxistina mafê gel bi taybetî mafê jinê û girîngiya rola wê di civakê de, bi deh hezaran keç û xurtên me canê xwe feda kirin. Em ne miletekî hezkirê şer û kuştinê ne, lê ji bo azadkirina xaka me ya pîroz, çi ji me bê xwestin emê her tim amade bin. Lewra em weke gelê xwecihî li ser vê xakê daxwaza mafên xwe dikin. Doza me û partiya me yek e. Partî 52 sal in ji bo doza gelê xwe têkoşîn kiriye.”

`Bi saya felsefeya Tevgera Azadiyê dîrok û çanda me hat parastin`

Her wiha Leyla bal kişand ser encamên Konferansa 12.an ya partiyê û got: “Doza gelê Kurd di nava dilê her welatparêzekî ku ji gelê xwe hez dike de ye. Têkoşîna me ya ji bo mafên xwe ranawest e. Biryara seknandina şerê çekdarî nayê wateya dûrxistina ji dozê, na. Berovajî wê êdî ji niha û pêde wê têkoşîna lihvkirina siyasî were destpêkirin. Bê goman baweriya me bi partiya me xurt e, lewra bi saya felsefeya partiyê û xwîna şehîdan me xwe naskir û me çand û dîroka gelê Kurd ji cîhanê re jî diyar kir.”

Leyla Gulo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha di qonaxeke pir hestiyar de derbas dibin, ji bo wê hêvî dikin ku biryarên siyasî yên di vê serdemê de werin girtin, di berjewendiya gelê Kurd de bin. Her wiha heta ku em negihêjin mafên xwe, negihêjin vîna şehîdên xwe û azadiyê fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, em ê têkoşîna xwe bi taybet têkoşîna jinan ranewestîn in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.