Amara Baran/ Qamişlo
Heyetek ji 39 kesan ku di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim” di bin sîwana Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) de ava bû, daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir.
Di çarçoveya Kampanya ez dixwazim serdana Abdullah Ocelan bikim Parlementera Parlamentoya Federel a Almanya ji partiya Çep Ferhat Koçak bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
-Şandeya ku di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim serdana Abdullah Ocelan bikim” Derbasî Tirkiyê bû ji çend kesan pêktê û di şandeyê de kî hebûn?

Şandeya me ji 39 kesan ji welatên cuda yên Ewrûpayê pêk dihat. Di nav wan de endamên Parlementoyê, Sendîkavan, Parêzer Parazvanên mafên jinan, Rojnamevan û nûnerin civaka sivîl hebûn Ev pirrengî nîşaneyek berbiçav a piştgiriya ku di asta navneteweyî ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê re tê dayîn e. Weke yek ji nûnerên ji Elmanyayê, ez jî bi berpirsiyariya beşdarbûna ji bo pêşerojek aştiyane û demokratîk li Tirkiyeyê tevlî şandeyê bûm.
-Şande bi armanca ku hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bîne derbasê Tirkiyê bû, lê hevdîtin pêk nehat sedema wê çi bû.?
Wek şandeyekê, me daxwaza xwe ya hevdîtina rasterast bi Birêz Abdullah Öcalan re bi zelalî diyar kir. Li gorî vê yekê, me bi Fîrmaya Hiqûqê ya Asrin re hevdîtin kir û daxwaznameyek pêşkêş kir ku daxwaza me ya hevdîtinê ji parêzeran re hebû da ku ji rayedarên Tirkiyê re were şandin. Di dema serdanê de bersivek ji vê daxwaznameyê re nehat dayîn. Ji ber ku di nav du rojan de îhtîmala hevdîtinê tune bû, me diyar kir ku berpirsiyariya diyarkirina dîrokê ya dewletê ye. Wek şandekê, me ji raya giştî re ragihand ku em amade ne ku dîroka dewlet diyar bike de em amedene ku beşdarî hevdîtina bi Birêz Abdullah Öcalan re bibin.
Daxwaz û hêviyên şandeyê ji dewleta Tirkiyeyê di derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” û mafê hêviyê yê Rêber Apo de çi ne?
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Birêz Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025`an de ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê derfetek dîrokî ye. Ji bo ku ev bang were bicîhanîn, divê tecrîda mutleq were bidawîkirin, divê Birêz Abdullah Öcalan bikaribe bi rêk û pêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike, di şert û mercên saxlem de bijî û beşdarî diyaloga civakî bibe. Ev ne tenê şertek qanûnî ye, lê di heman demê de gavek siyasî ye ku rê li ber pêvajoya aştiyê veke. Ger dewleta Tirkiyeyê dixwaze vîzyona veguherîna demokratîk çareser bike, divê dengê Birêz Abdullah Ocalan bibihîze û kanalên bersivdayînê veke.
– Gelo di rojên pêş de dê hewldanên serdanên nû an serdanek ji aliyê şandeyê ve ji bo Tirkiyeyê wê hebin?
Xebata vê şandeyê ji bo me ne tenê serdanek sembolîk e, lê destpêka pêvajoyek şopandina demdirêj e. Em dixwazin civaka navneteweyî bêtir seferber bikin da ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê xurt bibe. Bi taybetî Almanya di vê xalê de xwedî berpirsiyariyeke girîng e. Ji ber bandora wê ya siyasî û aborî li ser Tirkiyeyê û bi mîlyonan mirovên bi eslê xwe Tirk, nemaze Kurdên ku li Almanya dijîn, hem mimkun e û hem jî berpirsiyariyek dîrokî ye ku beşdarî vê pêvajoyê bibe. Li Tirkiye û Ewropayê di vê mijarê de însiyatîfên nû têne plankirin. Di serdema pêş de, di rojeva me de ye ku em têkiliyan bidomînin û çalakiyên ragihandinê bi şandeyên berfirehtir re zêde bikin.
Di dawî de ji bo pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk hûn dixwazin çi bêjin?
Îro, em di serdemekê de ne ku şerê çekdarî, dagirkerî careke din li çaraliyê cîhanê dijwar dibe. Di demek wisa de, nîşandana îradeyeke siyasî ya li ser bingeha aştiyê ji aliyê Tirkiyeyê ve û pêşengtiya wê di vê pêvajoyê de, ne tenê li herêmê, lê di heman demê de li seranserê cîhanê jî, dê peyamek bihêz û hêvîdar be. Ev peyam dê baweriya ku çareseriyeke demokratîk û jiyana hevbeş di navbera gelan de xurt bike. Her gaveke ku Tirkiyeyê davêje dikare nîşan bide ku aştî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo hemû gelên cîhanê alternatîfek rasteqîn û gihîştî ye.
Herwiha girêdayi vê yekê Rêberê Apo peyamek ji Heyeta Ewropî re şand ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got: “Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdû bibînin.”
“Dostên hêja…
Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine, hewl didin lêgerîna azadiyê ya ku di şexsê min de şênber bûye bixin rojevê û di heman demê de hevdîtinê bi min re bikin. Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim; vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim.
Min azadiya xwe ya şexsî ti carî ji azadiya civakî cuda nedît. Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe. Ji ber vê yekê ez vê gava we ji bo paşeroja demokratîk a hevpar a gelên me weke tevkariyekê û bangeke wêrek dibînim.
Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû. Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bê afirandin. Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku ked dane ne tenê ji bo min, her kesên ku tevkariyê li lêgerîna azadiyê û îradeya demokratîk a gelên me dikin.
Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em hevdû rû bi rû bibînin…






