Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Peymangeh tecrûbeyeke nû ye, tevî astengiyan gavên mezin hatin avêtin’

03/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Peymangeh tecrûbeyeke nû ye, tevî astengiyan gavên mezin hatin avêtin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Zeyno da zanîn ku Peymangeha Hunerê tecrûbeyeke nû ye, lê tevî astengiyan gavên mezin hatin avêtin, sedema astengiyan jî kêmasiyên mamoste û rêveberên dibistanan bû. Herwiha Viyan Xelîl anî ziman ku ji ber hezkirina muzîkê, ew ji Helebê hate Dêrikê.

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê di 17’ê Cotmeha sala 2024’an de li bajarê Dêrikê hat vekirin. Bi sîstematîk jî dest bi sala xwe ya xwendinê kir, sala xwendinê ya 2024-2025’an hate bidawîkirin, hejmara xwendekarên wê 54 bûn. Hêjayî gotinê ye ku di peymangehê de Beşa Şano, Beşa Muzîkê, Beşa Sînemageriyê heye.

Di derbarê bidawîbûna sala xwendinê li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê, mamoste Serxwebûn Zeyno û xwendekar Viyan Xelîl ji rojnameya me re axivîn.

 ‘Bi armanca xwendinê ji Helebê hatim Dêrikê’

Viyan Xelîl diyar kir ku bi armanca xwendinê ew ji Helebê hat Dêrikê û wisa bi lêv kir: “Ez ji bajarê Efrînê me, li Helebê bi malbata xwe re dijiyam, dema ku peymangeh hat avakirin û deriyê hevyazbariyê li ber xwendekaran vebû, min navê xwe tomar kir, destpêkê malbatê qebûl nekir sedem jî ji ber ku peymangeh ji warê me dûr e. Lê min bi vîna xwe, navê xwe tomar kir û ez ji hêla rêveberiya Peymangeha Hunerê ve di Beşa Muzîkê de hatim pejirandin. Ez ji malbateke hunerî me, gelekî ji muzîkê hez dikim, dayika min li tembûrê dixe û bavê min sazvanê ûdê ye. Di heman demê de bingeheke min a muzîkê heye, berî ku ez werim peymangehê min amûra kemanê bi kar tanî, min mercên qebûlkirinê derbas kirin û hatim hilbijartin. Bi dawîkirian sala duyem re jî min hemû ezmûnên xwe bi asteke bilind pêşkêş kirin, baweriya min heye ku ez ê bi ser bikevim”

‘Mamosteyên me bispor in û peymangeh destekê dide’

Xwendekara bi navê Viyan Xelîn destnîşan kir ku mamosteyên peymangehê û bispor in û wiha domand: “Di Beşa Muzîkê de aliyê pratîkî û tewrîk heye, du qonaxên perwerdeyê hene, ya yekem tewrî ye û ya duyem pratîkî ye. Di werza yekem de aliyê tewrî ji perwerdeyê bi zimanê Kurdî semîner dihatin dayîn, xwendekar ji pêkhateya Ereb jî hebûn, lê wan xwe fêrî zimanê Kurdî kiribûn, di werza yekem de metryalên weke solfêja deng, zanista muzîkê û dengbêjî dihatin dayîn. Herwiha di werza duyem de perwerde li ser 9 amûrên muzîkê weke def, bilûr, kilarînêt, keman, piyano, tembûr, ûd û hwd… dihat dayîn. Mamosteyên ku semîner didan me bispor bûn, piraniya wan ji Hunergeha Welat dihatin û li peymangehê em fêrî zanista muzîkê dikirin. Weke sala destpêkê ji xwendina me, mamosteyên muzîkê û Peymangeha Hunerê gelekî bi me re bûn alîkar da ku em fêr bibin, xwe li pêş bixin û asta muzîka Kurdî li pêş bixin.”

‘Peymangeh tecrûbeyeke nû ye, tevî astengiyan gavên mezin hatin avêtin’

Zeyno da zanîn ku Peymangeha Hunerê tecrûbeyeke nû ye, lê tevî astengiyan gavên mezin hatin avêtin û wiha got: “Yekem car tecurbeyeke wiha li Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin û va ye sala xwendinê bi dawî bû. Bi dirêjahiya sala ku hat bidawîkirin re, di nava fêrkirina amûran û metryalên tewrîk de 8 metryal hatin dayîn. Dema ku xwendekar hatin û me dest bi dayîna semîneran kir, qels bûn û xwe winda dikirin, bingeha wan a hunerî tune bû. Tişta ku diviyabû xwendekar di qonaxa seretayî û navîn de dîtiba û hîn bûbaya, me di peymangehê de xwendekar fêr kirin, ev yek jî bû kelemek li pêşiya me, mamosteyên muzîkê neçar man ku wan agahiyên bingehîn ên muzîkê bidin xwendekaran. Li aliyekî din tenê 10 mamoste di Beşa Muzîkê de hene li vî welatî, eger hebin jî nayên, ji ber vê yekê em gelek astengiyan dibînin, sedem jî mamoste û rêveberên dibistanan e. Bi demê re xwendekar fêr bûn, tevî hemû astengiyên heyî me bi hev re gavên pir mezin avêtin, lê ne di wê asta ku tê xwestin de. Me sîstema harmonîk ango sîstema pirrdengiyê di nava koro ya muzîkê de pêk anî ev yek jî gaveke pir nirxdar e.”

 ‘Wê sala were du beşên din werin avakirin’

Mamoste Serxwebûn Zeyno eşkere kir ku wê du beşên nû li peymangehê werin vekirin û wiha axivî: “Di sala bê de bi rengekî sîstematîk şertên qebûlkirina xwendekaran werin guhertin, wê zehmettir bibin, ji ber ku em ber bi qonaxa bicihkirina sîstema Peymangeha Hunera Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê re diçin. Di heman demê de wê asta xwendekarên sala duyem ji ya xwendekarên sala yekem bilindtir bibe, hem jî wê derfet ji bo me hemûyan vebe da ku peymangeha xwe li pêş bixin. Li aliyekî din wê du beşên din li peymangehê bên vekirin, Beşa Wênesazî û Dîlanê. Herwiha dibe ku hemû beş bibin çar sal jî da ku em li ser wê bingehê têkiliyê bi hemû peymanên bilind ên cîhanê weke Peymangeha Bilind a Bexdad û Îtalyayê re ava bikin, pê re jî em asta xwe li pêş bixin. Lê ya girîng ew e ku sîstema xwendinê li hemû qonaxên xwendinê li pêş bikeve, guhdan ji bo metryalên weke muzîk, şano û hwd… bê dayîn, hem jî ew sîstem gav bi gav, ji jêr ber bi jor ve li gorî asta xwendekaran rêbaza perwerdeyê jê re were tesbîtkirin. Pê re jî guhdaneke mezin ji bo xwendekaran were dayîn, ev yek erka mamoste û rêveberiya dibistanan e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.