Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

6’emîn Festîvala Aştiya Ya Zarokan bi dawî bû

02/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
6’emîn Festîvala Aştiya Ya Zarokan bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Bi dirûşmeya “Rengên Zaroktiyê aştiya Sûriyeyê xêz dike“, 6’emîn Festîvala Aştiya Ya Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm ku du rojan dewam kir, bi dawî bû.

6’emîn Festîvala Aştiya ya Zarokan , bi dirûşmeya “Rengên Zarokatiyê aştiya Sûriyeyê xêz dikin” li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm, hate lidarxistin. Di festîvalê de 550 zarok beşdar bûne, hewiha di festîvalê de 12 komên cihereng beşdar bûne ev kom jî wê şano, stran, dîlan û helbestan pêşkêşkirin.

Festîvala Aştiya ya Zarokan di 30‘Pûşberê de dest pê kiriye û di 1‘Tîrmehê de hate bi dawî kirin, ev festîval her sal bi armanca ku aştî li Sûriyeyê pêk were, di heman demê de aştiyê bîne zarokên Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di çalakiyê de nûnerên ji Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya kantona Tebqayê, endamên meclisên rêveber û qanûnsaz, nûnerên ji partiyên siyasî û meclisên sivîl û şêniyên kantonê amade bûn.

Di roja yekem a festîvalê de gelek huner hatin pêşkêşkirin, performans hatin pêşkêşkirin. Di destpêkê de pêşandaneke hunerî ya mezin ji bo zarokan bi navê “Emaneta bav û kalan” hat pêşkêşkirin. Ew pêşandan xwedî peyamên neteweyî ye ku daxwaza biratî, jiyana hevbeş, aştî û hezkirinê di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê de dike.

Dûre koma Meharat (Jêhatî) dîlan û şanoyek, koma Hilm El Xed (Xewna sibe) şano, koma Gupikên Firatê stran, koma Cîhana Zarokatiyê dîlan, komên Şitlên Efrînê û Ava Mezin ên Zarokan şano û dîlan, pêşkêş kirin. Çalakî bi arîtmetîka zihnî bi dawî bû.

Herwiha di roja duyemîn a dawî ya festîvalê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Desteyên Çand û Hunerê yên Tebqa û Reqayê, şêniyên bajêr, zarok û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, amade bûn.

Komên hunerî yên beşdarî festîvalê bûne, hunerên xwe pêşkêş kirin. Destpêkê Koma Şano ya Girstêrka Zarokatiyê şanoyek li ser berxwedana şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) û têkoşîna jinan a di oxira azadiyê de pêşkêş kirin.

Di heman demê de komên beşdar berhemên şano, helbest, stran û govend pêşkêş kirin. Di dawiya festîvalê de hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Tebqa, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantonê û hevseroketiya Desteya Çand û Hunerê ya Reqayê komên beşdar xelat kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.