Hemza Sêvo/ Qamişlo
Wênesaz û şêwekar Emîn Ebdo anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê wênesazî li pêş ketiye, lê negihaştiye asta wênesaziya cîhanî. Herwiha Ebdo diyar kir ku ji ber rewşa madî ya zor û zehmet wênesaz û asta wênesaziyê pêş nakeve.
Hunera wênesaziyê yek ji hunerên kevnar e, di dîrokê de hunermendên gelekî navdar ên cîhanî wekî Leonardo da Vinci, Vincent Van Gogh û hwd… guhertoyek girîng li hunera wênesaziy anîn.
Lê ji ber qeydên rêjîma Baas, wênesazên Kurd nikarîbûn berî Şoreşa Rojava êşa civaka xwe vehewînin wêneyên xwe.
Ji ber vê yekê hunereke bi zincîrkirî ma û cihê xwe di nava civakê de negirt. Lê piştî Şoreşa Rojava û di vê dema heyî de gelek derfet li ber wênesazên Kurd çêbû da ku hunera wênesaziya Kurdî li pêş bixin, tevî wiha jî dîsa mijara asta vê hunerê tê nîqaşkirin.
Derbarê asta hunera wênesaziyê li Rojavayê Kurdistanê wênesaz Emîn Ebdo ji rojnameya me re axivî.
Wênesazî li Rojava pêş ketiye, lê neghaştiye asta hunera cîhanî
Ebdo da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê wênesazî li pêş ketiye, lê negihaştiye asta wênesaziya cîhanî û wiha got:
“Berî sala 2012’an di serdema rêjîma Baas de zext û qeydeke pir mezin li ser gelê Kurd û wênesazên Kurdan hebû. Wênesazên Kurd nikarîbûn êşa miletê xwe vehewînin tabloyan, ji ber vê yekê jî wênesaziya Kurdî li Rojava bêbingeh ma û li pêş neket. Di encamê de gelek wênesazên Kurd ji Rojava derketin û berê xwe dan dewletên Ewropayê. Lê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re hunera wênesaziya Kurdî hat vejandin û feresendeke dîrokî ji bo wênesazên Kurdan çêbû. Min û çend hevalên xwe yên wênesaz di destpêka Şoreşa Rojava de me yekem pêşengeha wênesaziyê li dar xist û tê de jî wênesazan bi azadî xeyalên xwe û êşa gelê Kurd teyisansin. Paşê guhertin û pêşketinek di warê wênesaziyê de çêbû, saziyên çandî weke Komîna Wênesaziyê, fakulteya Huenrên Bedew li Zanîngeha Rojava hatin avakirin. Li hêleke din ev çend sal in ku Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêşangehên şêwekariyê li dar dixe. Wênesaz ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî dibin, em bi erênî asta hunerê dinerxînin, lê dîsa jî ne di wê asta tê xwestin de ye, pêwîstiya wêneyên ku tên xêzkirin bi felsefe û hunereke mezin heye. Wênesaziya Kurdî ji ber hin sedeman negihaştiye asta hunerên netewên din.”
‘Divê saziyên Rêveberiya Xweser destekê bide wênesazan’
Şêwekar û wênesaz Emîn Ebdo amaje kir ku divê saziyên Rêveberiya Xweser destekê bidin wênesazan li pêş bikeve û wiha axivî: “Hunera wênesaziyê felsefeyeke û divê wênesaz rewşenbîr û behremend bin. Lê gelek wênesaz li vir hene tenê weke sîfet ev hunera wênesaziyê girtine û wêneyan xêz dikin, tişta pêwîst ew e ku rihê akadîmîk û felsefe bi hev re were bikaranîn di nav wênesaziyê de. Bi avabûna fakulteya Hunerên Bedew hîmê wênesaziyê hat danîn, asta hunerê li pêş ket, cara yekem e ku Kurd bi vî rengî kar dikin, projeyeke nû ye û siberoj dê baş be. Hetanî ku huner li pêş bikeve, divê warê akadîmî li pêş bikeve, ev erkê saziyên eleqedar e. Eger pîvanek were danîn, ev pîvan li gorî wênesaziya netewên din be wê ev huner li cem me jî bigihêje asteke bilin, ev yek jî ji saziyên çandî û Rêveberiya Xweser tê xwestin alîkariya wênesazan bi riya destekdayîna madî pêk tê. Wekî em dizanin hunera wênesaziyê xwedî pêdiviyan e, jê re gelek amûrên wekî caw, pênûs, boyax û hwd… pêwîst in. Her tabloyeke ku tê amadekirin gelek pere lê diçin. Di heman demê de rewşa aborî ya zor û zehmet ya wênesazan derfetê nade ku hunera wênesazyê li pêş nakeve. Lewma jî divê aliyên eleqedar ji bo pêşxistina hunera wênesaziyê û wênesazan bi erkê xwe rabin.”






