Kemal Necim
Hefteya derbasbûyî projeyeke din a wêjeyî û çandî ya girîng piştî pênc salan bi dawî bû û rawestiya. Projeya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan beriya pênc salan ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê û bi alîkarî û serperştiya Komeleya Janjê Xelef a xêrxwaziyê li Ingilistanê hatibû destpêkirin. Bê guman projeyeke girîng bû ji bo ciwanan ku karibin behremendiya xwe û afrêneriya xwe pêşkêş bikin.
Di pêvajoya 5 salan de bi sedan ciwan beşdarî pêşbirkê bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin. Di encama pêşbirkan de her sal xwediyên sê helbestên herî baş têne xelatkirin. Xelatên pêşbirkê jî diravî bûn. Armanca pêşbirkê ya sereke ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê têvedin qada derbirîn û afrêneriya wêjeyî ya bi zimanê kurdî bû.
HRRK`ê di roja radestkirina xelatên pêşbirka sala 2025`an de, ragihand ku projeya wan a Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan îsal bi dawî bû. Em behsa sedemên rawestandina vê projeyê nakin, lê ev ne cara pêşî ye ku li Rojava projeyên rewşenbîrî yên bi bandor ji ber sedemên cuda têne rawestandin. Ji wan sedeman ya sereke piştgiriya diravî ye, ku piranya wan projeyan bi piştgirî û alîkariya hin sazî û dezgeh û rêxistinên derve yan ên hundir têne avakirin. Dema ku ew dezgeh û sazî piştgiriya xwe radiwestînin ew proje jî radiweste û namîne.
Di çend nivîsên berê dema me behsa girîngiya xebat, proje û çalakiyên çandî kiribû, ku lidarxistina proje û çalakiyên çandî ne reftareke bê armanc û tenê ji bo şahînî û kêfê ye, lê belê çalakiya çandî bi armanca pêşxistina çand, perwerde û şahiyê di nav civakê de û ji bo dewlemendkirina jiyana çandî ya takekes û civakê bi giştî têne pêkanîn.
Her wiha ev projeyên çandê dibin alîkar ji bo pêşxistina bîreweiya çandî, pêşxistina fêrbûn û perwerdeyê di warên curbecur ên wekî huner, wêje, dîrok, zanist û teknolojiyê de ku ev tişt hemû karîn û jêhatîbûna kesan zêde bike.
Projeya Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan jî projeyeke wiha girîng bû ji bo pêşxistin, hezkirin û girêdana bi çand, wêje û zimanê kurdî ve, bi taybet ku nifşê Ciwanan ji her beşên din ên civakê bêhtir dikeve ber pêlên pişaftina çandî û jibîrkirina ziman.
Pirsa ku tê bîra mirovan di vê der barê de ew e, çima ev proje bi alîkarî û piştgiriya dezgeh û saziyên derve têne lidarxistin? Her wiha çima dezgehên rêveberiyê yên pêwendîdar ên mîna desteyên çandê xwedî li van projeyên serkeftî û bi bandor dernakevin?.
Xuyaye ku heta niha jî, saziyên Rêveberiya Xweser ên bi kar û barên çandî ve mijûl dibin, nikarîne bibin xwediyê siyaseteke çandî ya diyar ku li gorî wê siyasetê plan û bernameyên xwe yên çandî birêxistin bikin. Ji bo pêkanîna van xebat û karan pêwîstî bi danîn û destnîşankirina siyaseteke rewşenbîrî ya li gorî rêgez û nirxên civakê heye, li gorî wê siyasetê jî plan û projeyên stratejîk û demdirêj bêne sazkirin.
Girîng e saziyên rêveberiyê yên karûbarên çandî van projeyên ku her sal li ber çavên wan dihatin lidarixistin bîbîne û piştgirya wan bike. Pêwîste li gorî siyasete çandî û rewşenbîrî ya diyar tevbigere û nehêle ku li bin siya wê her sal hin proje û çalakiyên bi bandor hildiweşin û tune dibin.





