Cîger Efrîn
Zimanê wêjeyê; Wêje ji hêlekê ve rasterast ziman e. Hûnandina bûyeran bi zimanekî herikbar e; bi mirov şêrînkirina wî zimanî ye û di nava baskên xwe de mayîndekirina zimanê wê civakê ye. Bi gotineke din wêje; pifkirina rih û zindîhiştina giyana zimanekî civakî ye û xelaskirina wî zimanî ji mirinê ye. Ji lewra dagirker gava welatekî dagir dikin, pêşiya pêşîn dest diavêjin berhemên wê civakê ku wê civakê bê rih bihêle û bi demê re ew ziman biçilmise, hişk bibe û ji ser rûyê erdê rabe. Iskender bi wê armancê xezîneya Med’an Zend Avesta ji Medya bir û Kurdên Med’î bê pirtûk hiştin. Umer Bin Weqas bi heman armancê pirtûkxaneya Amedê şewitand, Holako jî da ser dewsa wî û pirtûkxaneya Kirmanşahê şewitand.
Zimanê wêjeyê hem pir vekirî ye û hem jî sergirtî ye;
a- Ziman vekirî ye; hemû mirovên ku dizanin bi wî zimanî bixwînin peyama ku wêjevan dide fêm dikin.
b- Ziman sergirtî ya; ji bo ku xwîner jê fêm bike divê li ser berhemê biponije û bi xwe bigihîne peyama ku wêjevan dixwaze bide. Heger peyam vekirî were dayîn nabe berhemeke wêjeyî, dibe berhemeke dîrokê, berhemeke siyasî, an jî dibe berhemeke ku mijarên derûniyê vedibêje.
Tê zanîn ku, tîp û kesayet ne heman tiştin û çêkirin-avakirina kesayetekê ji çêkirina tîpekî cuda ye. Kesayet hemû wesfên manewî û derûnî ya kesekî, ango lebat, xûy û tevgerên kesekî/ê di nava jiyana xwe de bi dest xistiye ye. Tîp; kesekî/e balkêş û ji yên derdora wî/wê cuda re tê gotin. Bi gotineke din, tîp; birqandina kes ya derve ye, şeklê kes e, ne cewhera kes e. Ancax kesayet hem şeklê kes e û hem jî cewherê kes e. Ji lewra wêjeya bi tenê bi şeklê kes ve mijûl nabe, şeklekî dide kes, lê peywira bingehîn ya wêje ye avakirina wesfên manewî û derûnî, ango dayîna kes awaya lebat, xûy û tevgerkirina wê/wî armanc dike. Her tişta dervayî civakê rexne dike û tiştên civaka siberojê jî bi awayekî estetîk wekî xisleta mirovê/a mînak raber dike. Vê yekê bi awayê beloq nake. Jixwe gava bi awayekî beloqî hate nivisandin, ango rasterast hate gotin; “ev e, kesê/a civaka nû, kesê/a siberojê”, xwîner dide revandin. Di vê wateyê de zimanê wêjeyê sergirtî ye.
c- Lê ev jî heye; peyama ku wêjevan dixwaze bide li tevahiya berhemê belavkiriye. Bi bûyer û kesan tê dayîn. Di vir de bi gelemperî tişta heta niha hatî kirin birqandina xwezayê ya li ser berhemê û derûniya kes e. Mijarên siyasî yên ku têne vegotin jî, bi gelemperî yên têkildarî dewletê û feraseta dewletê ne. Halbûkî diviyabû bi awayekî rewşa exlaqî û polîtîk a kes/civakê bihata verişandin û hêza kes/civakê ya dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re bihata raberkirin. Gava dahûrandina kesayetê were kirin, xwîner ji wê berhemê rewşa exlaqî û polîtîk a kes/civakê fêm dike û dikare bi awayekî nerasterast kesayeta xwe biguherîne.
d- Wêjevan ne desthiatdar e ku rasterast fermanan bide. Ji xwe fermanan bide nabe wêje. Lê mirov dikare bêje ku, wêjevan otorîteyeke civakî ye. Ji ber ku li ser navê civaka exlaqî-polîtîk xeber dide û armanca wî/wê ji nivîsandinê bi zimanekî nerim şerê her tişta xirab dike, dibe hêzeke civakî. Heger li dijî her tişta xirab nekeve şer, nabe otorîteyeke civakî. Di nava civakê de çiqas xirabî hebin, civak çiqas ji hev ketibe jî, giyana civakî wê hêzê dide wêjevan ku li ser navê civakê, civaka nû serwerbe û pêşkêşî civakê bike. Gotineke Rêber APO heye ku dibêje; “felsefa min; tişta heyî xirab e, yê baştir gengaz e.” Peywira wêjeya şoreşê di vê gotina Rêber Apo de veşartiye, ango zelal e. Herwiha ew gotina Marks a ji bo Feylesofan gotî; ne tenê şirovekirina dinyayê, ya girîng guhartina dinyayê ye. Ji lewra jî gotinên wan feylesofan ji hêla civakê ve nehatin hembêzkirin, bi tenê di nav elîtekî de hatin gengeşekirin. Wêjevanên ku li gorî dewletê berhem derxistine, mîna wan feylesofên ku Marxks qala wan dike ne. Gava hêza guhartinê di berhemekê de tune be, ew berhem ne ji bo civakê hatiye nivîsandin, ji bo nivîsandinê hatiye nivîsandin. Ew, nêzîkatiya desthilatdaran e ku, wekî pir guhartinan pêk tînin raber dikin, lê di bingehê de tu guhartinekê jî nakin. Bi taybetî jî dagirker li mêtîngehên ku dagirkirine ji bo ku civak nûbûnekê nejî û nebe xwedî hêza têkoşînê, wêjeyeke derewîn pêş dixin. Wêjeya civakî jî heta ji dest wan tê dixwazin ji holê radikin. Ji ber ku mîna Çernîşevskî dibêje; “Miletek bê wêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa dike.”
Belê, pir kêm şaxên ramanê hene ku xwedî hêza guhartinê ne. Beşa herî xurt ku xwedî hêza guhartina kesayetê ye, bê guman wêje ye. Bi şertê ku bi zimanekî civakî û mijarên têkildarî civakê-kes be, wêje ji çekan jî bi hêztir e. Çek dikuje û di pêvajoya şoreşan de rê ji zayîn û nûbûnê re vedike, lê naafirîne. Ancax wêje hem tişta berê dikuje, hem rê ji zayîna nû re vedike û hem jî cewherekî bi hebûn û bûyîna siberojê dide qezenckirin.






