Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbest kaniyeke tu carî zuha nabe

02/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Helbest kaniyeke tu carî zuha nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Helbestvanê Kurd Hozan Hiso ji zaroktiya xwe ve hezkirineke wî ya mezin ji helbestê re hebû. Wî ji 12 salî ya xwe ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Hozan Hiso diyar kir ku helbest kaniyeke tu carî zuha nabe.

Helbestvan ew kesên xwedî hestên mezin in , gotinên wan bi awaz in û ramanên wan kûr in. Lê belê her helbestvanek xwedî rêbaz, jîrbûn û asteke wêjeyî ya cuda ye. Ji van helbestvanan jî helbestvanê Kurd Hozan Hiso ye.

Kurtejiyana Hozan Hiso

Ciwanê Kurd Hozan Hiso di sala 1996’an de li gundê Seyranê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye. Herwiha wî zaroktiya xwe li gundê Seyranê jiyan kiriye. Piştire ji ber rewşa xwendinê berê xwe dana bajarê Dirêbêsiyê û niha li wir jiyan dike.

Helbestvanê Kurd Hozan Hiso, di derbarê jiyan û xebatên xwe yên di warê helbestê de ji Rojnameya me re axivî.

‘Hezkirineke min a mezin ji helbestê re heye’

Hozan Hiso di destpêka axaftina xwe de wiha got:“ Ji zaroktiya xwe ve hezkirineke min a mezin ji helbestan re hebû. Dema ku ez heft salî bû, min li helbestên Seydayê Cegerxwîn, Ehmedê Xanî û Melayê Cezîrî guhdar dikrin. Herwiha piştire dema ku temenê bû 12 salî min dest bi karê gotin û nivîsandina helbestê kir. Di heman demê de min peyv û hevok li cem xwe komdikirin, hebest bi kurdî, lê min bi zimanê erebî dinivîsandin. Di wê demê ez di nava malbatê de hatin naskirin, xalê min ew helbestên ku min dinivîsandin dixwendin. Lewma xalê min gotinek got ez dixwazin ku wê gotinê bînin ziman, got xwarzê xwediyê te nînin, heger xwediyê te hebane tê ne li vir bane.”

‘Helbesta min a yekemîn li ser welat bû’

Hozan Hiso da zanîn dema ku şoreşa Sûriyê destpêkir, di 17 saliya xwe de koçberî Bakurê Kurdistanê bû û wiha pê de çû:“ Li Bakurê Kurdistanê di sala 2014’an de, min yekemîn helbest li ser welat nivîsandin. Di heman salê de, ez vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û min fakûlteya hiqûq li zanîgeha Hesekê xwedin, lê di wê demê de, sala 2014’an êrişî li ser zanîngehê hatin kirin. Ji ber rewşa şer û aborî min xwendina xwe berdewam nekir. Careka din ji ber rewşa Sûriyê a xirab ez vegeriyam Bakurê Kurdistanê û 12 salan li wir jiyan kir. Piştire min biryar da ku ez vegerim Rojavayê Kurdistanê li welatê xwe. Piştî demekê derfet çêbû ez çûm Başûrê Kurdistanê û li wê derê dostekî min yê nivîskar hebû. Dema ku min helbestên wî xwendin, bû hêzek ku ez nivîsandina helbestê berdewam bikim. Lewma min helbestek dîsa li ser welat, li Başûrê Kurdistanê nivîsandin.”

‘Zêdeyî 60 berhemên min yên helbestan hene’

Hozan Hiso eşker kir ku ew 9 mehan li Başûr jiyan kir, piştire vegeriya Bakurê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “ Dema ku ez vegeriyam Bakurê Kurdistanê, ew helbesta ku min li Başûr li ser welat nivîsandibû çap kir. Herwiha heta niha zêdeyî 60 berhemên min yên helbestan hene. Di heman demê de, helbestên dirêjî hatin nivîsandin. Ev 60 helbest bi hevokên Kurdî hatine nivîsandin û wê du Pirtûkan dagirin, lewma min du helbest kirine kilîp û belavkirine. Ez amedekariya çapkirina pirtûkekê dikim, ku wê di demekê nêzîk de were çapkirin. Ez helbestan bi rengî nûjen dinivîsin û dibêjim, ji ber ku di vê demê de mirov zêdetir li helbestên nûjen guhdar dikin. Ez hewldidin ku zêdetir gotin û nivîsandina helbestên xwe li pêş bixim. Di heman demê de, helbest ji bo min kaniyeke tu carî zuha nabe.”

‘Ez bi hêvî me ku helbestên min bibin riyeke rast li pêşiya nifşê nû’

Hozan Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min helbestên xwe bi awayê nûjen, kilasîk, felsefî, evînî û çîrokî nivîsandine, di demeke nêzîk de ez wan helbestan bikim berhem. Ez niha romanekê bi ziman Kurdî û erebî dinivîsim, di heman demê de hazirtiya du helbestan jî dikin. Herwiha ew her du helbestên ku ez hazirtiya wan dikim, li ser evîndarî û şehîdan ne. Ez bi hêvî me ku ev helbestên ez dinivîsim bibin riyek rast li pêşiya nifçên nû. Banga min ew ku çand û huner bi helbestvanan re bibin alîkar, da ku helbestvan karibin berhemên xwe çap bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.