Rohat Bulut
Civak di mehên payîz, zivistan û Biharê de ji bo debara xwe çandiniyê dike. Piraniya vê debara salê di mehên havînê de tê rakirin. Mehên havînê gelekî germe, çi pel û çilo, giya û nebat hebin hişk dibin. Ev hişkiya xwezayê û bi taybetî ya çandiniyê her tim wekî deriyekî ji xeteriyan re vekirî ye. Ji bo vê jî pêwîstî pê heye ku mirov gelekî baldar be. Belê ew baldarî ya ku mirov li ser hesas tev bigere ne tenê ji bo şewitîna ziviyekî an jî hilberîna wî ya wê salê ye. Bi çirûskeke biçûk a agir herêmeke berfireh bişewite. Ev jî dibe sedema felaketên mezin. A ku dişewite ne tenê debara malbatekê, gundekî yan jî ya navçe û bajarekî ye. Ev bandorê li gelek kesan dike. Lê ya ku em li ser difikirin dîsa tenê mirov e. Em bi şewata erd û zeviyekî tenê xwe difikirin ku dê debara me bi erdê ve here û bişewite. Lê belê di bingeha xwe de bi milyonan zindîwarên ku em bi çavan dibînin û yên ku em wan nabînin di şewatan de dimirin. Em mirov berpirsên her yek ji wan zindewarî ne.
Dibe ku em mirov dikaribin xwe û malê xwe ji şewat û tofanekê rizgar bikin. Lê bi hezaran cureyên zindîwaran hene ku nikarin xwe ji şewatê rizgar bikin. Nebaldariya me mirovan dibe sedema şewitîn û mirina bi hezaran zindîwarî. Dîsa bi şewata giya, nebat û zad û bi hezaran cureyên zindîwar û ajalan birçî dimînin. Li aliyê din tebeqeya destpêkê ya axê jî ji ber şewatê ew taybetmendiyê xwe yê zindîbûyînê ji dest dide, angu bi awayekî ew jî dimire. Dema mirov tabloyeke wiha anî ber çavên xwe divê tevgerîneke mirov ya gelekî baldarî hebe.
Em her tiştî ji bo xwe dihesibînin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî xwezayê dibin. Lê di bingeha xwe de di xwezayê de em tenê najîn û diheman demê de xweza bi xwe jî zindîye ku pêwîste bi vê ferasetê em nêzîkatiyekê ava bikin. Nêzîkatiya me ya li hemberî xweza û zindîwaran tê wateya nêzîkatiya li hemberî xwe. Ev ne gotineke ji rêzê ye. Divê mirov bi qasî ku tiştên ji bo xwe naxwaze bi heman awayî ji bo kesekî din, civakeke din, rureyekî din wê sewalan û hemû heyînên li gerdûnê nexweze. Ji bo wê jî pêwistiya me bi watedayîn, têgihiştin û empatiyê heye. Pêwîste em di warê empatî dayînê de xwe kûr bikin.
Ji lewre jî mirina heyînekî/ê-Jîndarekî ji bo me mirovan divê ne ji rêzê be ku em dizanibin her heyîn bandora xwe li ya din jî dike. Di wateya têkiliya simbîyotîk pêwîste nêzîkatiye bê avakirin. Çawa em ji xwezayê û hemû heyînên heyî têr dibin, jiyana xwe didomînin, pêwîste em jî ji bo domandina jiyana her heyînî biparêzin û bidin domandin. Ji ber vê yekê bi taybetî jî di mehên havînê de pêwîste em zêdetir baldarbin ku nebin sebeba mirin û tunebûna jîndar û xwezayê. Ji lewre tunebûna her jîndewarî û xwezayê tunebûna me bi xwe ye. Bi vê ve girêdayî tunebûna pêşerojê ye. Tu mafê me tune ye ku em pêşeroja xwe, zarokên xwe û zindîwarekî din ê li xwezayê tune bikin, an jî têxin xeteriyekê.
Divê em bizanibin ku ew agirê ku ji bo mirovan pîroz e, di heman demê de dikare dawî li jiyana mirov, civak, zindîwaran û xwezayê bîne. Lewma jî pêwîste em bi taybetî di van mehên havînê de baldarbin û bizanibin ku agirê pîroz dikuje jî!





