Dilîn Ehmed/Qamişlo
Li kêleka êş û azara koçberiyê, para xwe ji nexweşiyeke giran girt. Zarokê bi navê Mihemed Eli Şêxo ku heta deh saliya xwe jî mîna hemû zarokan tev digeriye, ji ber nexweşiya pşçbûna masûlkeyan li erdê ma. Mihemed li ser kursiyê xwe li paş pancerê bi hisret li zarokan temaşe dike û tenê dibêje, “Ez dixwazim vegerim wekî berê.”
Biştî ketina rejîma Esed ji ber kiryarên komê ku girêdayî desthidara Şamê ya nû, hejmareke mezin ji xelkê Şehbayê koçberî bajarê Qamişlo bûn. Hin li gel dostên xwe bi cih bûn hin di xaniyên bi kirê hin jî dibistan ji xwe re kirin cihê jiyana xwe. Malbate Nîdal Ebdulmenan Şêxo ku ji du kuran û keçeyê pêk tê li dibistana Hisên Ebdullah ya taxa Kornîş bi cih bûne.
Ji bilî koçberiyê nexweşiya zarokê bi navê Mihemed Eli Şêxo ku niha 12 saliyî ye, bûye êşa dayîk û bavê wî. Destpêka jidayîkbûn Mihemed mîna hemû zarokan bû tu pirsgirkên wî yê nexweşiyê nîn bûn. Sal bi sal tevgera Mihemed ya meşê kêm bû carnan jî dikuliye. Herwiha dayîka Mihemed diyar kir ku ji heft saliya wî nîşanê vê nexweşiyê lê hat payîn. Ketina wî ya bê sedem zê bû. Lewra malbata Mihemed berê xwe didin Helebê ji bo dermankirina wî, li wê derê ji malbatê re dibêjin ti pirsgirêk tine ye. Lê her ku sal derbas dibû tevgera Mihemed ya meşê kêm dibû. Beriya du salan Mihemed li erdê ma û nema dikare yêdî mîna ber bimeşe.
Pêwistî bi alîkariyê heye
Derbarê mijarê de bavê Mihemed yê bi nave Nîdal Ebdulmenan Şêxo ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku, dermanê kurê wî li vêderê peyde nebe, lewra tenê ev nexweşî li welatê derve tên tedawîkirin. Nîdal wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em difikirin rewşa wî dê baştir bibe, lê her roj rewşa wî xerabtir dibe. Tenê hêvî me li derve ye, lê derfeta me ya madî tineye ku em kurê xwe derman bikin. Lewra kurê min hê di bîra wî deye dema ku mîna hemû zarokan dimeşiya û bazdida, ev yek jî pir zora me tê.”
Bi hêviyê bavê xwe û hisrê dayikê xwe dijî
Nîdal Şêxo diyar kir ku Mihemed nikare hemû xwarinan bixwe, divê ew piranî şîr vexwe. Lê gelek caran derfeta
malbatê nîne ku jê re şîr bînin. Heriwha ew nikare seatên dirêj rûniştî bimîne divê her ji çend seatan xwe palde, lê ji ber giranbûna laşê Mihemed dayîka wî nikare her tim pêre bibe alîkar. Lewra Mihemed bi hêviyê bavê xwe û hisrê dayikê xwe dijî.
Nîdal bavê Mihemed wiha axaftina xwe bidawî kir: “Mihemed ne zarokekî xwestkar e. lewra ew dihisire ku bûye barekî giran li ser milê me. Miheemd bi dilê xwe li pêş penceryê li zarokan temaşe bike. Lê çavên wî dibêje ez dixwazim wekî we ji xwe re bilîzim. Êşa hisreta di çavê kurê me de, dikeve dilê me.ji bo vê banga min ji hemû kesê xêrxwaz ew e ku, alîkariya me bikim ku em kurê xwe Mihemed derxin derve û wî derman bikin.”
“Ez naxweazim kurê min li ser vî kursiyê mezin bibe”
Dayîka Mihemed ji ber kezeb şewitiya xwe nikarî behsa kurê xwe bikre, lê di ber hisrê xwe re got, “Ez naxweazim kurê min li ser vî kursiyê mezin bibe, ta ku ji me re nebêje dermanê min hebû û we min tedawî nekir.”
Gelek zarok hene ku nexweşiyê jiyan wan bêbext kirin. Jiyana wan maye mîna xewin û hêviyê. Di dilê wan de hêvî ye di çavên wan de ronahiyek heye. Heke destek mirovahîyê bigihêje destê wan, wê jiyana wan were guhertin û wê xeyalên wan pêk were.






