Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me peydakirina jiyaneke bi rumet ji zarokên sêwî re’

02/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca me peydakirina jiyaneke bi rumet ji zarokên sêwî re’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêvebera Sêwîxaneya El-Rehmê Intîsar El-Elî anî ziman ku lênerîn û xwedîderketina li zarokên sêwî armanceke sereke ya xebata Sêwîxaneya El-Rehmê ye û wiha got: “Armanca me xwedîderketin û peydakirina jiyaneke bi rumet ji zarokên sêwî re.”

Sêwîxaneya El-Rehmê di sala 2021” ê ji bo xwedîderketina li zarokên sêwî li Qamişlo hat vekirin.

Derbarê kar û xebatên Sêwîxaneya El-Rehmê de Rêvebera Sêwîxaneya El-Rehmê Intîsar El-Elî ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Sêwîxane bi armanca hewandina zarokên sêwî hate vekirin’

Rêvebera Sêwîxaneya El-Rehmê Intîsar El-Elî destnîşan kir ku wan sêwîxane bi armanca ku zarokên sêwî bihewînin vekir û wiha got: “Çi zarokên ku kesî wan tune be em wan tînin li cem xwe û heta ji me tê em xwedî li wan derdikevin û dibin ji wan re weke malbat. Di destpêka vekirina sêwîxaneyê de, tenê beşek hebû, lê di dawiya sala 2022”an de bûn du beş,  yek ji keçan re ye û ya din jî ji lawikan re ye. Pirojeyek di demên pêş de heye em ê pêk bînin ew jî avakrina cihekî nû ye, lê di dema niha de ji ber rewşa em têde ne zehmete em vê pirojeya xwe pêk bînin. Em ji bo zarokan her tiştî pêşkêş dikin û heta ji me tê em tiştên ku bi hewcedarî wan in ji wan re peyda dikin û xwedî li wan derdikevin. Em  ji aliyê pêdiviyên dibistanê, çalakî, xwarin yan cil û bergên wan tiştên pêwîst pêşkêş dikin, bi taybet em li ser rewşa wan a pîskolojîk disekinin, heta ji me tê em dihêlin ku bi civakê re têkiliya wan hebe û wekî her zarokî bijîn. Di sêwîxaneyê de 15 karker hene ku her yek ji wan kearekî cuda dike, ew jî mamoste ne, yên xwarinê çêdikin, Şêwermenda Derûnî û karkerên ku li ser aboriyê disekin jî hene û pênc karker hene rûniştevanin li sêwîxaneyê ne. Em heta temenê 18 salan zarokan li cem xwe dihêlin heta ku bikaribin xwedî li xwe derkevin û karibin debara xwe bikin, di her beşeke  sêwîxaneyê de 13 zarok hene ji temenê 6 mehan heta 15 salî ne. Hin zarok li vir hene ku malbata wan ji ber rewşa wan û nikarîbûna xwedîkrina zaroka xwe wan li cem me bi cih dikin û hin ji wan piştî demekê zarokên xwe dibin lê em ne bi hesanî zarokên wan li wan vedigerîn ji ber ew zarok em wan fêrî her tiştî dikin û li ser derûniya wan kar dikin, ji bo wê em destpêkê wan dixin bin çavdêrkirinê û li rewşa wan dinerin, piştre em gavan davêjin.”

 ‘Em ji zarokan re wekî malbatê ne’

Intîsar El-Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di sêwîxaneyê de bernameya rojane heye, herwiha em li sêwîxaneyê li ser sîstemekê dimeşin ku seatên razanê, xwendinê, tilvizyonê û xwarinê diyarkirî ne. Herwiha  em her demekê çalakiyan ji wan re çêdikin û wan fêrî tiştin nû dikin. Hin zehmetî bi me re derbasdibin ji aliyê rewşa aboriyê ve, ji ber ku ev sêwîxane ne girêdayî tu saziyane, mirovin hene ku alîkariya me dikin lê demin tên em gelekî zehmetiya dikşînin ji aliyê mesrefê, lê belê heta ku ji me tê em zarokan kêmî tiştekî nakin. Em her demekê wan dibin çalakiyan ji ber em dixwazin ku weke zarokan normal bijîn û tiştik ji wan kêm tune e û heta ji me tê em dibin ji wan re weke malbat û hewil didin ku valahiya di jiyana wan tijî bikin û bi neamadebûna malbata xwe hîs nekin. Armanca sereke ji sêwîxaneyê ew e ku piştgiriyê bide sêwiyên ku hewceyê alîkariyê ne da ku ew bikaribin xwe bi xwe xwedî bikin, herwiha piştgiriya pêwîst peyda dike da ku ew bikaribin perwerdehiyê bistînin û di atmosfereke malbatî ya tijî evîn û dilovaniyê de bijîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.