Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Barrack dê li Sûriyê çi rolê bilîze?

02/07/2025
in ROJEV
A A
Rêber Apo bang kir, hemû cîhanê guhdar kir…
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Nûçeya ku nûnerê taybet ê DYA yê li Sûriyê, Thomas Barrack, dê bi rêveberiya QSD’ê re bicive û peywendiyên bi Şamê re nîqaş bike, di çapemeniyê de cih girt. Rêveberiya Trump dixwaze bi awayekî Sûriyê serwer bibe. Ahmet Şara jî ji vê yekê ne aciz e. Hevdîtina Şara bi Trump re nayê wateyêkê din. Encama dawî tevlîbûna Sûriyeyê bi Peymana Îbrahîmî re ye. Ji bo wan, hêz berî ol û ramanan tê. Ew têra xwe jîrin ku bizanin ku ew ê nikaribin tevî DYA û Îsraîlê di desthilatdariyê de bimînin. Şêwirmend û navbeynkarê wan jî Erdogan e. Erdogan ji hêla hişmendiyê ve ji HTŞ’ê ne cuda ye. Tenê dewleta li herêmê ku di vê wateyê de bi HTŞ’ê re nakokî tine ye Tirkiye ye. HTŞ niha hewl dide ku rêveberiyek navendî û tund ji rejîma Baasê xirabtir ava bike. Cudahiya wê ji Esed ew e ku ew desthilatdariya olî zêdetir dide pêş. Di warê ol û mezhebî de di navbera wî û Erdogan de nakokî tune. Ji bilî demokrasiyê û avakirina desthiladariyeke pir navendî tiştek e ku daxwaza Erdogan ya sereke ye. Sûriyekî demokratîk ne daxwaz û ne jî pêşbirka Erdogan e. Her ku HTŞ’ê hişmendiya xwe ya tûnd li Sûriyê desthilatdariya xwe ava bike û serdest be, ji bo Erdogan ew qas hêsantir dibe ku bi wan re danûstandinê bike.

Erdogan dixwaze bi Trump re lihevkirinekê bike û QSD ji holê rake. Ew israr dike ku QSD tevlî artêşa Sûriyê bib e û were hilweşandin. Li Sûriyê ewlehî nehatiye dabînkirin. Lê ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser û gel ji bo wan tiştekî pênase nak e. Pêşîniya Tirkiyê hilweşandina QSD û bêstatu hiştina Kurdan e. DYA, Sûriye û Tirkiye dixebitin ku kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê, veguhezînin hikûmeta Şamê. Tê zanîn ku ew li ser vê mijarê bi DYA re danûstandinan dikin. Li aliyekî dibêjin bila em li Tirkiyê biratiya Kurd-Tirk ava bikin, li aliyê din jî berdewam dikin ku Kurdan ji holê rabikin. Barack pir baş dizane ku Tirkiye çi dixwaze. HTŞ’ê ji her tiştî re dibêje erê. Lê di pratîkê de ew tiştê ku dizanin dikin. Dema ku ew kesên ku tevlî hêzên leşkerî û ewlehiyê dibin ji bo perwerdeyê digirin, ew li ser dersên şerîet û olî disekinin. Ew dixwazin wan ji hêla bîrdozî ve tevlî bikin û pejirandina wan misoger bikin. DYA û hêzên Ewropî ji vê yekê bêxeber nînin. Destûra demkî ya ku hatiye çêkirin bi tevahî ji bo demokrasiyê girtî ye. Wan heta bertekek cidî jî nedan vê yekê. Barack, ew ewqas li ser daxwaz û pêşniyarên Tirkiyê disekinin ku li hemberî rewşa gelê herêmê bêdeng kor û lal in.

Gelo li Sûriyê şoreş tenê berhema HTŞ’ê ye? QSD’ê li ser 20 hezaran zêdetir şehîd û brîndar dan.  Hevpeymana navdewletî û QSD’ê DAIŞ têk bir. Ger DAIŞ nehatiba têkbirin, ger QSD’ê tinebûya, gelo HTŞ niha li Şamê bûya? Ev rastiyên dîrokî wekî ku nîne têne tevgerandin. Wekî din, HTŞ pirsgirêkên ku derdikevin holê bi rêbazên demokratîk çareser nake. Dema ku nakokî bi Elewiyan re hebûn didan xuyakirin û hewildan bi darê zorê çareser bikin û di encamê de, komkujiyek li ser Elewiyan çêbû. Jin û keçên Elewî hatin revandin û wekî xenîmetên şer tên dîtin. Ev nûçeyên ku pir caran di çapemeniyê de tên rojevkirin. Nêzîkatiya wan a li hember Durziyan jî ne cuda ye. Ger hêz û derfet hebûya, ew ê li ser hemûyan dilsozî ferz bikira û yên ku nedipejirandin bi qirkirinê re derbas kiriban. Ev ne tenê pêşbînî an şîrove ne. Ew bi salan e vê dikin, pratîkên wan têne zanîn. Di demên dawî de, li Şamê li dêrekê êrîşeke xwekujî pêk hat. Komkujiyek tevahî pêk hat. Ev çi feraset û hişmendiy e! Mirov çawa tenê ji ber ku ol an baweriyek cuda jiyan dikin, heq dikin ku bimirin? Gelo ew ê bi kuştina wan ol û baweriyên din li ser rûyê erdê ji holê rakin? Ev axên kevnar in. Gelek gel û bawerî bi hezarê salan bi hev re jiyane û bi hev ve girêdayî ne. Gelo pêwîst e ew bên tinekirin û ji van axan bên dûrxistin? Dixwazin van axan ji Mesihî û pêkhateyên xwedî baweriyên cuda tine bikin.

Ew dibêjin ku divê ev kes xwe ewle nebînin û divê koçber bibin. HTŞ xwedî vê ferasetê ye. Guman tê de tine ye. Ger wisa nebûya, dê nêzîkatî û tedbîrên wan ên cidî heban. Divê Barack ji HTŞ’ê, wan nêzîkatî û êrîşên li ser  hemû pêkhateyên li Sûriyê û Rêveberiya Xweser bipirsin. Di 10’ê Adarê de peymanek bi HTŞ’ê re hat îmzekirin. Lê HTŞ’ê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku ji aliyê hejmar de rêjeyekê mezin lê dijîn, ti kesî nexist nav nûnertî û endamtiya hikûmeta Sûriyê ya nû. Di nav wezaretan de cih neda wan. Ew naxwazin desthilata xwe bi kesî re parve bikin. Dibe ku Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê daxwazek nekiribe, girîngî nedaye van mijaran. Lê mafê wan heye ku beşdarî rêveberiya vî welatî bibin. Wekî din, rejîma yekdest a HTŞ’ê dê li şûna Baasê were danîn. Li gorî vê, hem demokratîkkirina rêveberiyê û hem jî xurtkirina hevpariyê pêwîst e. Pirsgirêk ne tenê tevlîbûna QSD’ê ya artêşê ye. Pêdivî ye ku were pirsîn çima ew pêşî tevlî hikûmet û yekîneyên din ên hikûmetê nabin? Pêwîste vê yekê ferz bikin….

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.