Farûk Sakik
Sed sal derbas bû li ser serhildana Şêx Seîd. Di vî sed salî de dijminê Şêx Seîd ew serhildan li gorî xwe berevajî kirin. Dixwestin aliyê vê serhildanê yê netewî, veşêrin. Bi israr digotin Îngilizan daye destpêkirin. Lê tu carî yek belgeyek jî parve nekirin. Rastiya serhildanê di arşîva wan de, di ‘sandoqên divê tucarî neyên vekirin de’ rizî bûn.
Bi sal û demê re hin akademîsyen derketin û di arşîvên rojavayiyan de rastî, rastiya vê serhildanê hatin. Di arşîvan de derket holê ku serhildanek ji aliyê Cemiyeta Azadî ve hatî amadekirin û netewî bû ye. Her çiqas Kurdan di arşîvên dewleta Tirkiyê de ev rastî nedîtin, lê di jiyana salan de dîtin ku ji bo Kurdan bi temamî tune bikin, ev serhildan kirine hincet û dest bi zilma xwe kirine.
Bi navê PKK’ê tevgerek derket û xwest ev kes negihîjin hedefa xwe. Ango Kurdan ji ber tunekirinê xilas bikin. Serhildana PKK’ê jî (aliyê eskerî) bi dawî bû. PKK ji bo ku dewleta Tirkiyê wan kiryarên xwe yên piştî serhildana Şêx Seîd dubare neke îro têkoşîneke cuda dimeşîne.
Hemû argumanên ku wê wek hincet nîşan bidin û êrîş bikin ji dest dewletê girtine. Kurdan û PKK’ê bi dewletê dane bawerkirin ku pêşengê wan jî Abdullah Ocalan e. Li ser navê Kurdan ew dikare biryar bide û pêvajoyê bi rê ve bibe. Di dema serhildana 1925’an de kilîka bi dijminatiya Kurdan de bi israr dikirin, serdest bûn. Kurdistan anîn qonaxeke wisa ku zarokên pêşengê Kurdan ji têkoşîna azadiya Kurdistan dûr xistin. Gelek serokeşîr, axa û beg li dora xwe kom kirin. Bi hin berjewendiyên biçûk ew bêdeng kirin. Hemû bûn xwedî mal û milkên mezin. Dewlemend bûn û Kurdistan ji bîr kirin. Abdullah Ocalan van kesan wek ‘judenrat’ bi nav dike.
Di roja me de jî hin kesên bi vî rêbazî, dixwazin li ser navê Kurdan bi dewletê re kontaktê wan hebe. Êrîşkirina Rêber Apo ji xwe re kirine nexweşî. Ev ‘judenratên nû’ bi wan kesên di nav dewletê de, di şer de israr dikin re tevdigerin. Heger li vê axê demokrasî pêk were ev herdu ‘kurtêlxwerên şer’ wê li ortê bimînin. Kurtêlxwerên şer ên di nav dewletê de bi provokasoyanan dixwazin şer nesekine. Kurtêlxwerên şer ên di nav Kurdan de jî bi gotinên derew, dibêjin; Kurdan hîç mafek bi dest nexist û çima PKK dest ji şer berdide.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bersiv nade van gotinên wan. Ev kurtêlxwerên şer îrojî li her deverî dest bi kampanyayeke reşkirinê ya nû kirine. Em dizanin wê bersiv nedin vê pirsa wan ya ‘Karasû’ li ku dere. Berê jî çendik û çend caran gotin me Karayilan, Dr. Bahoz û hin fermandarên din kuştiye. PKK bersiv nedida van şerê wan yê derûnî-pîskolojîk. Îrojî wê destûr nede ku ew di bersivan de ji xwe re li hîleyeke din bigerin. Divê kes bi du demogojiyên bi vî rengî nekevin. Bi du encamên pêngava aştî û civaka demokratî bikevin.
Piştî banga Abdullah Ocalan, xeberên şehadetan bi dawî bû. Êrişên li ser Rojavayê Kurdistan sekinîn. Ji ber sedemên siyaseta demokratîk tu kes nehat zindankirin. Siyaseta AKP’ê ya qeyûm sekinî. Di Newroz û rojên taybet de Kurd li qada bûn. Di warê çand, ziman û hunerê de pêşketinên mezin çêbûn. Mîhrîcanên ku motîvên Kurdî têde bûn ji nû de bi rengê xwe hatin lidarxistin.
Rêber Apo di pêvajoyên bi vî rengî de gelek caran gavên sembolîk, lê stratejîk avêtine. Ev bi Kurdan daye qezenckirin. Bang gavek bû, kongreya li ser vê bangê gavek bû, dibe ku hin gavên din jî bên avêtin ku piştî wê gava Rêber Apo û tevgera azadiyê, wê li Tirkiyê ji nû de hin gav werin avêtin. Dema ku ev serdema nû bi ser keve, ev ‘kurtêlxwerên şer’ wê di sergoyê dîrokê de bigevizin.





