Ehmed Hesen
Welatê Sûrîyê di rêveçûna 14 salan de nava guherînên ciyosiyasî û demografî re derbas bû, nexasim erdnîgariya wê ya bi ser Deryaya Spî ve û dewlemendiyên wê yên binerd û sererd ji bo dewletên pêre cîran in her tim bûye armanceke destwerdanê, li aliyê din li Rojhilata Navîn di bin navê “Bihara Ereban” de gelek serhildanan ji salên derdorî 2010’an û heya pêvajoya roja îro rûdan û ji guhertina şeklî ya sîstem û serokên wê wêdetir tu pêvajoyeke nû destpê nekir, berovajî wê destwerdanên mezin li wan serhildanan hatin kirin û ew serhildan ji cewherê xwe dûr ketin û ji bo pêkanîna xeyalên hêzên împeryalîst, di serî de Îsraîl û Îngilistanê bûn
amûrên mezinkirina fînansê û gurkirina kirîzên herêmî û civakî, Sûriye jî di nav de gelê wê bi piştigiriya hinek hêzên dîtir li dijî zilma rêjîma Baasê serî hildan û xwepêşandan û serhildan pêk anîn, ev serhildana ku bi armanca hilweşandina rêjîma Baasê rabibû bi destwerdana dewleta Tirk, Îran û Emerîkayê ji rêûresma xwe ya bingehîn derket û serî li rê û rêbazên terorane yên komên çekdar da, ev serhildan weke yên beriya xwe serî li siyaseta demokrasî neda û bê piroje destpê kir, di serî de Cebhet El Nusra, DAIŞ, û heya pêvajoya derketina Colanî tiştek bi navê daxwazên “azadî, yekîtî û guherîna sîstema dewletê” nema, di heman çarçoveyê de di nava rêjîma El Esed de jî bi dehan komên çekdar ên girêdayî Huzbullah û Îranê derketin û ji bo firotina çekên Îranê û mezinkirina Huzbullah di Sûriye de xizmeteke mezin kirin, vê rewşa kawotîk aboriya herêmê têk bir, binesaziya Sûriye da ber hilweşandineke mezin, bi hezaran kes dan kuştin, bi sed hezaran dan koçberkirin û zemîna mêtîngeriyê li ber Îsraîlê hêsan kir, di nav de jî şêfê faşîzmê Erdoxan û hikûmeta wî ji bo dagirkirina herêmên Sûrî û şerkirina li dijî statuya Bakur û Rojhilatê Sûriye ketin nava tevgerê û di encama şikestinên ku sîstemê jiyan dikir û valahiya ku herêm di nav de bû, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, ev gav nexasim piştî têkçûyîna xîlafeta DAÎŞ’ê li ser destên Hêzên Sûriye Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel li Kobanê, Minbicê, Dêre Zorê, Reqa û Baxozê ji aliyê dewleta Tirk ve hat avêtin da ku hinekî rih bide DAIŞ’ ê û wê zindî bike, lê ev xeyalên wî li badil hewa çûn û DAÎŞ şikest û bejahiyeke mezin ji xaka Sûriyê hat rizgarkirin û pirojeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk firehtir bû û ji aliyê gelên herêmê ve bi hezkirineke mezin hate hembêzkirin û qebûlkirin. Rêjîma Şamê bi temenê xwe yê dawî lê hatibû li gorî ecindeyên Rosya û Îranê weke koleyekî rahîbên Sumeran diperpitî û dawiya xwe jiyan dikir, lê êdî dem hatibû ku dawiya wê bê anîn û hebûna Rosya û Îranê li Rojhilata Navîn were bêbandorkirin, her kesî jî dizanîbû ku alternatîfa rêjîma Şamê ji bilî pirojeya Neteweya Demokratîk û Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk rê nîn in ku pê parastina hemû pêkhateyên heyî were kirin, ji ber ku ev pêvajo bi ser neket niha Sûriye kete pêvajoya kawosa piştî kawosê, ango sîstema nû ya bi serpereştjya Ehmed El Şeri bi vê forma xwe ya şikilgirtî wê rewşê vegerîne xala sifirê û kirîzên netewî kûrtir bike. Sûriye nema dikare li gorî sîstema dewleta netewe şekilgirtinê tehemul bike û pêwîstî bi çêkirina meclîsên demokratîk ên ku ji hemû pêkhate û neteweyan pêk tê heye, ev meclîs dikarin di bin sîwana Rêveberiyên Xweser de xwe sîstematîze bikin û têde mafên hiqûqî, ziman, çand, etnîk û siyasî yên pêkhateyan parastî be, ne wisa be wê her tim kirîz di şêwazên xwe de dubarekirinê jiyan bikin û wê Sûriye ji pêkhateyên Elewî, Durzî û di nav de kurd jî veguhere qada tesfiyekariyê, ya ku niha li deverên Sûriye diqewime vê rastiyê piştrast dike, destpêkê Elewî rastî qirkirineke mezin hatin, di pey re jî pêkhateyên durzî û niha jî li dijî kinîşteyên xiristiyaniyan teqîn û komkujî çêdibin, ev di rastiyê de pilaneke sîstematîk a dewleta Tirk e ku bi destê komên çekdar ên hikûmeta Şamê pêk tê, hikûmet xwediyê berpirsiyariya mezin a van cînayetan e, ji ber ku bêdengiya heyî erêkirina wê ya rasterast ji pêkanîna qirkirina etnîkî ya xirsityanî, elewî û durziyan re tekûz dike.






