Nehîr pale
Malbat û civak li ser zîhniyeta ku dixwazin, jinê perwerde û mezin dikin. Çiqasî li gorî wan tevbigere û li ser rêbaz û qanûnên wan bimeşe ew qasî baş e. Ji aliyekî ve civaka zayendperest û ji aliyê dîtir ve dîn rê nîşanê jinê didin û pîvanan jêre datîn in. Ev pîvanên ku ji jinê re diyar dikin navê parastinê lê dikin. Jin hîna temenê wê nebûye 10 salî destpê dike difikire wê çawa namûs û şerefa xwe biparêze û ji bo neçe cehenemê ew ê çi bike. Di şîretên malbatê û pirtûkên pîroz ên dîn de riya xwe dibîne. Dilê wê çi jêre bibêje yan ew çi dixwaze ne girînge, ji bo neçe cehenemê û namûsa xwe biparêze tişta jê tê xwestin ew ê bike. Mirov li vir dikare bibêje ku kengî jinê destpêkir wisa fikirî ew ket xefka sîstema baviksalarî û radestî mêr bû.
Li gorî zagonên dîn û malbat ji jinê re datîne divê her tim nûnerê xwedê yê li erdê wê biparêze, ew jî mêr e. Bi vî awayî li gel dîn şûna jinê mêr pîroz e û divê her tim ew jinê biparêz e. Ev zîhniyet gelekî kûr di mejiyê jinê de hatiye rûniştandin û nefesê lê teng dike. Ji ber mêr çarenûsa jinê diyar dike, şûna wê biryar digre û her tim di bin parastina wî de dimîne, rojane jin dawî li jiyana xwe tîn in. Jin hîs dikin û dibînin ku şaş dijîn, hewl didin xwe ji vê yekê rizgar bikin û dema neghîjin encamê dawî li jiyana xwe tîn in.
Jinên ku di bin parastina mêr de ne dawî li jiyana xwe tîn in. Ev tê wateya jin di nava lêgerê de ye ku qebûlnake mêr parastina wê bike. Wê demê wê jin bi kîjan rêbazan parastina xwe bike?
Mîna di mejiyê me de hatiye rûniştandin xweparastin ne tenê di çek bikar anînê de ye, dibe ku zîhniyeta xwe guhertin xweparastina herî mezin a jinê be. Hemû ramanên ku di mejiyê me de hatine ji me têxwestin ku em xwe jê rizgar bikin. Yek ji fikar û ramanên ku em fêrî wê kirine nakeve bin xizmeta me de. Ew gotina ku dibêjin bav, bira, hevjîn û kur yê te biparêze xapandina herî mezin e. Ne bav, ne jî hevjîn, bira û kur jinê diparêz e. Di nava civakê de bi hezaran mînak hene piştî ku keç zewicî êdî dibe mulkê hevjînê xwe û êdî bav berpirsyartiya wê raneke, mêr tûndiyê li hevjîn, keç û xwişkên xwe dike û kur jî dev ji dayîkên xwe berdidin. Ji xwe eger di dîn de nehatibane gotin ku cenet di bin lingê dayîkan de ye wê hemû kuran dayîka xwe avêtibane kolanan.
Xwe parastin dibe ku berî her tiştî di zîhniyet guhertinê de be, êdî jin nema weke berê bifikire. Destpêke xwe ji têkiliyên malbatî û olî biparêze, her çiqasî ji malbatê dûrbikeve ew qasî wê ji xwe re çareseriyê bibîne û berpirsyartiya xwe rabike. Jinên ku hevjînên wan dimrin êdî berpirsyartiya her tiştî radikin û fêrî her tiştî dibin.





