Mîdye Miqted
Ji bo vekolandina sedemên alozî û qeyranên ku niha cîhan tê re derbas dibe,divê em vegerin dîrokê ango em mejiyan analîzkirinê bispêrin kokê. Hem ji bo nirxandinek saxlem hem ji bo riya çareseriyên resteqîn em raxin ber çavan.
5 hezar sal jin di hemû sîstemên kolekirinê re derbas dibin ango 5 hezar sal e ku hişmendiya mêrê serwer xwe li ser parizvana yekem a xwezayê ku ew jî jin e xwe di cîhanê de bi statu kirî, mêr bi hebûna jinê hat dinyayê û dîsa bi saya keda jinê bû serwer û ya herî balkêş ew e ku eger jin nebûya desthiledariya bi hişmendiya mêr jî nedibûya.Çima em nêrînek bi vê awayî didin? Ji ber ku zihniyeta mêr a serwer dema xwest bibe serwer û navaroka jiyana xwe bi serweriyê dadigire destpêkê berê xwe da jinê û serwertiya xwe bi vê awayî da destpêkirin, jinê xist bin denetima xwe,wê fetisand,ji mafê wê yê rewa bê par hêşt û ya herî girîng ku valatî xist navbera jin û jintiya wê, bi vê awayî zihniyetek antî demokratik di wê valatiyê de bi cih kir. Dîsa her çiqas zeman bi pêşket lê dîsa yên bûn kole jin bûn û yên man serwer mêr bûn,mêrê sexte ewbûn yên ku herî zêde karîbûn di desthiledariyê de bibin pispor û mêrên ku xwe ji azadiya ferdî jî hewlnedan ku para xwe bigirin bûn koleyê zilamên dewletê..
Kengî dewlet û şaristaniyên bi fikirek desthiledar û burjûwa hatin ava kirin daketin meydanê? Dema bi rêvebirin ji destê jin hat girtin ,dema ku berhemên jinê destkeftî û keda jinê ji destê wê girtin û ew berhem kirin alavên bazartiyê û pê aboriya antî komînal dan ava kirin bû.Ne tenê ev lê belê dema ku peyva wekhevî û demokratik bûnê bi jinê re dan paşguh kirin.
Niha aloziya ku kî ji kî bêhtir bibe serwer û hegomontiya xwe li ser cîhanê bide ferz kirin hatiye destpêkirin,şerê niha di navbera Israîl û Îranê de tê meşandin jî vê rastiyê eşkere radixe pêşberî dîrokê. Şerê ku niha tê kirin şerê mezin kirina kesayeta mêr li ser hesabê tunekirina cins û kesayeta jinê ye, heya ku ev şer bi vê rê û rêbazê bê dewam kirin wê wekhevî pêk neyê û heya ku jin tê qetilkirin û herî zêde ew dibe qurban êdî wê azadî jî neyê pejirandin.
Jin ferda herî girîng di civakê de ye hebûna wê sîstemek bi rêxistinbûyî ferz dike lê belê her jinek azad dema li kêleka xwe mêrek bi zihniyetek azad bide ava kirin wê demê wê sîstemek hin zêdetir bi rêxistinbûyî were ava kirin.Hewildan bi xwe re encamê tîne ,her me hewilda em sîstema hevseroketî di mejiyê mêr de bidin runiştandin ewqas emê sosyalizma demokrat bidin ava kirin.Ma gelo bê hevjiyana azad sosyalizim tê ava kirin? Jinek azad û mêrek azad nebe wê civakek azad çawa ava bibe? Ma raste em tenê jina ku 5 hezar sal hatiye kolekirin azad bikin û mêrê ku li kêlek jinê bûye koleyê dewletê nedin azad kirin ? Ji xwe nakokî di vir de ye û gurkirina aloziyê di vir deye .Em ne ew zihniyeta ku xwe azad kirin li ser hesabê kolekirina cinsê dinin .Aloziya cîhanê heya ku bê çare kirin hewcedariya xwe bi demokratiyê û sosyalizmê heye ,heya ev yek di mejiyê komikên herî biçûk yên civakê neyên sepandin wê şer neyê seknandin.
Hewcedariya civaka ku ewqas sal di kesayeta jinê de hatiye perçiqandin bi rêvebirinek xwe bi xwe heye ku xwe nespêre zagon û desturên dewletên desthiledar û hegom,meyzandina li morî ku çawa tevdigerin û bi hev re dibin alîkar ji bo debo kirina erzaqên xwe bi serê xwe sîstema xwe bi rêvebirinê radixe ber çava,ji tiştên biçûk fayde û sûd tê wergirtin ji hurgiliyan wane tên rakirin.
Kengî sîstemên hegom tên vala derxistin dema hevjiyana azad tê valaderxistin her wiha li tenişta wê jî dema hevjiyana azad xistin meryetê ewqas dawî li dîktetorî û antîdemokratik bûnê tê û sosaylizim tê ava kirin ji xwe ji xalên herî serek ku sosyalizim bibe sosyalîzim ew e ku hevjiyana azad were geş kirin.






