Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPC-Jin: Xweparastina cewherî bûye zanebûneke giştî û bi pêşengtiya jinê birêve diçe

02/07/2025
in JIN
A A
HPC-Jin: Xweparastina cewherî bûye zanebûneke giştî û bi pêşengtiya jinê birêve diçe
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Berpirsa Hêzên HPC-Jin Zeyneb Efrîn destnîşan kir ku têgihêştina cewherê xweparastinê di nava civakê de, bûye zanebûneke giştî û bi pêşengtiya jinê tê birêvekirin û got, “Dema em behsa hêzên cewherî dikin, em behsa civakê dikin, ji lewra parastina cewherî erkekî civakî ye û ji mafê civakê ye ku parastina xwe bike”.

Yek ji stûnên bingehîn yên ku di Şoreşa Rojava de bûne bingeh û gihîştiya asta ku em tê de ne; Stratejiya xweparastin û parastina cweherî ye. Bi taybet girêdayî girîngî, rol û xebatê Hêzên Parastina Civakî- Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berpirsê HPC-Jin Zeyneb Efrîn bersiva  pirsê Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:

Jin pêşenga civakê ye dema jin xwe biparêze, civakê jî diparêze. Bi nêrîna we jinê çiqas kariye parastina cewherî di civakê de pêk bîne?

Ji 2013’an heya niha ji ser %70 jin karîbû zanebûna xweparastinê di nava civakê de ava bike. her wiha gelek mînak û piratîkên bi sala hene ku vê yekê tesbît dikin, him di aliyê siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî de; jina ku cewherê parastina cewherî naskiriye xwe îsbat kir. bi taybet bi van êrişên dawiyê yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefgirtine, dijmin di hemû aliyan de herêm, gel, bingeh û binasaziya herêmê bi şer û Şerê Taybet dike hedef. Lê tê de ev yek tekez bû ku çiqas rola parastina cewherî derkeve û bi taybet rola jin tê de.

Bi taybet di aliyê leşkerî a vê pêvajoyê de hat tekezkirin ku YPJ û HPC-Jin pêşengtî kirin û pêş ketine. Di her alî de xwe bi rêxistin kirin ji komînê bigre heyanî eniyên şer li hember hemû êriş û destwerdanan bûn bersiv û seferber bûn. Di heman demê de zanebûn û xweperwerdekirina li ser bingehên parastina cewherî hêşt ku civak bi pilan û êrişên dijmin bandor nebe. Êdî em dikarin bêjin ku zanebûn û têgihêştina cewherê xweparastina cewherî di nava civakê de, bûye zanebûneke giştî û bi pêşengtiya jinê tê birêvebirin. Helbet li hember dijminên me divê em di vê astê de nemînin û nebêjin ku têrker e ji ber di her derfetê de dijmin dixwaze li ser me polîtîkeyên Şerê Taybet bide meşandin. yê ku herî zêde jî pê bandor dibe civak e ji lewra divê em parastina civakê xurt bikin.

Li hember diyardeyên tundiya li ser jin, şerê taybet û hişmendiya serdest a di civakê de. Xebatên we di çi astê de tên meşandin?

Belê; Ev diyarde weke siyaseteke zirav ji aliyê hêzên desthilatdar ve di nava civakê û bi taybet li ser jinê tên pêk anîn. Ev hişmendî xwe dispêre bi hezaran salan ku her dixwazin rola jinê di nava civakê de pûç û bê bandor bihêlin. Ev yek jî helbet girêdayî hişmendî û fikrên ku zilamê serdest xwe li ser avakiriye ye. Tundiya li ser jin heyanî îro jî didome, em bixwazin nexwazin rûxmî hemû pêşveşûn û herikînên ku tên jiyankriin, lê hê jî tundiya li ser jinê nehatiye rawestandin.

Yek ji xebatên me yên bingehîn serwextkirina jinan ji siyasetên ku li ser wan tên meşandin e. her wiha parastina jinê ji Şerê Taybet û hişmendiya ku li ser hemû jinan tê maşandine. Ger em di vê warî de ne serwext bin, wê zû zû jin bikeve bin bandora van hişmendiyan û wê ev yek di nava civakê de biteyse. Em naxwazin ku jina heyî weke jina kevneşop a ku li ser van mijar û diyardeyan ne serwexte. Xebatên ku em di vê alî de didin meşandin bi giranî xebatên perwerdê ne. Bi rêya perwerde, ziyaretkirina jinan û birêxistinkirinê, em hewil didin ku jin nekeve xefka van siyasetan. Di heman demê de ger jin li van aliyan têgihiştî û xwedî zanebûn be, wê demê dikare xwe li hember hemû siyaset û ziraviyên dijmin û kevneşopiyên civakî biparêze.

Di nava HPC- Jin de, çiqas jin cihên xwe tê de digrin, her wiha di herêmên rizgarkirî bi taybet  astengiyên li pêşiya wa çi ne?

Di aliyê hejmar de, bi hezaran jin û jinên ciwan cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakê de digrin. Ji ber ku dema em behsa hêzên cewherî dikin em behsa civakê dikin, û ji mafê her kesekî ye ku bi erkên xwe yên parastinê rabe. Yanî bi gelemperî hemû civak xwe di nava vê hêzê de dibîne, ji ber armanc avakirina hêza gel a civakê bi xwe ye.

Di herêmên rizgarkirî yên weke Reqa, Tepqa û Dêrezorê bi hezaran jin cihê xwe di nava hêzên parastinê yên jin de digrin. Lê helbet di aliyê astengiyan de gelek zehmetî tên jiyankirin. Ev yek jî ji ber sedema çanda eşîrtî her wiha kevneşopiyên pêkhateyên li wan herêman, ev dibe sedem asta ku tê xwestin jinên ji pêkhateyên din tevlî zanebûna xweparastina cewherî nebin. Lê helbet di aliyê derbaskirina van zehmetiyan de gelek hewildanên me hene û xebatekî berfireh tê meşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.