Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo êşa rojane… Gerîna li pey avê

01/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Qamişlo êşa rojane… Gerîna li pey avê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo gilî û bangewaziyên xwe dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, di hema demê de Cîgerê hevserokatiya Şaredariya Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku wan dest bi projeyên kolandina bîran kiriye ji bo peydakirina pêdiviyên bajêr ên ava vexwarinê.

Li herêmê bi giştî ji ber kêmbûna avê aloziyeke mezin tê jiyan kirin, bandorê ne tenê li ser tîbûnê dike, di heman demê de li ser paqijbûn û tenduristiya giştî jî dike. Di çarçoveya kevinbûn û xirabûna toreyên avê gelek kolanên Qamişlo ev zêdetirî 4 salan ve dilopeke av nedîtine, şênî rûbirûyîna şereke rojane jiyan dikin di rêwîtiya gerîna li pey avê tenê ji bo peydakirina çend şûşeyên avê û çaverêne ku aliyên peywendîdar çareseriyeke lezgîn ji bo vê pirsgirêkê bibînin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka avê pêwistî bi destwerdaneke lezgîn heye   

Gulan Îsa şêniyeke ji taxa El-Zihûr ya bajarê Qamişlo ye, ji rojnameya me re diyar kir ku ev zêdtirî du salan dilopeke av nedîtine û wiha anî ziman: “Ji pêdiviyên jiyanê yên herî hêsan av e, lê peydakirina wê jî îro pir zehmet bûye. Em neçar dimînin ku avê bikrin ji bo vexwarinê an jî ji taxên dîtir avê bikşînin, ji xwe ji bo karê malê ava bîrê em bikar tînin, bîr ya her kesî tune ye ji ber ku kolandina wê pir buha ye.”

Gulan Îsa destnîşan kir ku giliyên xwe dighînin komînê lê heya niha tu hêvî ne hatiye kirin û bersiv tune ye.

Di heman demê de şêniya bi navê Fatma Mehmûd Reşîd ew jî ji taxa El-Zihûr e êşên xwe ji rojnameya me re anî ziman: “ Divê ji bo pirsgirêka avê çareseriyeke lezgîn bê dayîn, ji ber ku bê av jiyan nayê qedandin. Em debara xwe ji bo anîna avê ji taxên dîtir tînin an jî li cem cîranan û carinan em dikrin, ava bîrê tenê ji bo karê malê ye û nayê vexwarin. Di vê havîna gerim de ku pileyên germbûnê her roj zêde dibe ji ber nebûna avê em kondîşên xwe vedimrînin û rojên xwe wiha diqedînin.

Fatma Mehmûd Reşîd diyar kir ku beşeke ji taxê zêdetirî du salan bê av in û hin jê av heye, ew jî her çend rojan tê, lê nayê vexwarin ji ber ku hilma karêzan jê tê.

Ji bo peydakirina avê şaredariya Qamişlo bîran dikole

Ji aliyê xwe ve cîgerê hevserokatiya Şaredariya Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku mijara avê mijareke hestiyare û wiha got; “Li hin kolanan torên wê yên avê pir kevinin û xirabûyî ne, dem ne diyare ji bo pêkanîna projeyên peyda kirina avê, istratîjîk û pilana şaredariyê heye ji bo vê mijarê.”

Mesûd Yûsif wiha berdewam kir: “Di dawiya toreyên avê yên hin kolanan de nahêle av bigêhêje malan, kaos û kombûnên berê rewşeke pir xirab ava kiriye.Berhemên avê têrî bajarê Qamişlo nake, li ser vê esasî me dest bi kolandina 20 bîran kiriye, ev proje ji berî 10 rojan destpê kiriye, ji bo peydakirina pêdiviyên bajar ji ava vexwarinê.”

Li Qamişlo projeya kolandina 20 bîrên avê

Di 29’ê Pûşberê de di riya daxuyaniyekê de Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeya kolandina 20 bîran li nêzî stasyona avê ya Hilêliyê raghand, wê lêçûna vê projeyê nêzî 2 milyon û 850 hezar û 889 dolar be.

Li gorî planê, wê 12 bîr li hawiza stasyona Hilêliyê, 2 bîr li stasyona Ceqceq û 6 bîr li beşa rojhilatê bajêr, bi kûrahiya di navbera 325 û 425 metreyî de werin kolandin. Ev yek wê li gorî lêkolînên jeolojîk ji bo pêkanîna hilberîna bilind a her bîrekê ji avê, pêk bê.

Dema pêkanîna projeyê bi qasî 270 rojan tê texmînkirin. Ji bo misogerkirina serkeftina projeyê û bidestxistina hilberîna baştir, alavên endazyarî û jeolojîk ên herî pêşketî tevî karkerên xwedî pisporî dixebitin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.