Cûdî Cizîr
Di her pêşketina bûyerên dîrokî de destpêk bi hêsanî çênabin, lê dema gavên basît tên avêtin jî bi xwe re pêşketinên pir girîng û mezin tînin. Di diroka şoreşên cîhanê de gelek jin derketine, lê jinên şoreşger ên Kurd ji ber evîn û hezkirina Rêber’ê xwe û niştîmana xwe, bi qehremanî canê xwe feda dikin. Ev şoreşa hemdem weke tîrêjên rojê şewqa xwe daye li ser nexşeya Kurdistanê. Şoreşger û xwedavendê wê vejîn, raman, felsefe, exlaq û çandeke nû afirand. Bi vê germahiya xwe da li ser nexşeya cîhanê û hemû gel civandin li qadan.
Di destana şoreşa me de jinên asî di singê xwe de diafrîne. Destanan ji pêşerojê re amade dike. Her serdemek dema derbasî zanebûnê dibe, mirovên azad yên zana tên afirandin û dijîn! Di her demsalê de ji nû de dibişkûvin kulîlkên welatê me yê bihûştî. Her kulîlka di welatê me de serê xwe radike, çîrokeke wê heye. Her yek ji wan jî şahidê tiştên ku hatine jiyan kirine. Di welatê me de ne tenê çîroka kulîlkan, destana her zindiyekê heye. Ji lewra jî Rêheval Zîlan yek ji para xwe ji van destanan digire.
Di Rojhilata Navîn de Kurdistan di bin lingê dagirker û xwînxwaran de difetisî û li ser gelê Kurd komkujî û hovitiyên bêeman dihat meşandin, wê kêlîyê xwedavenda Zilan wêrek hemdem û bihêz derkete pêş. Deşt û çiya bûn cihê Zîlanan. Xwedavenda Zîlan, îradeya jina Kurd bi vîna xwe şiyar kir û jina Kurd kire tekoşer. Jina bi hezaran salî hatibû perçiqandin bi çalakîya xwe hejand û fersenda ku xwedî derketina li vîn û kerametê da jin. Tam ruhê Apogeriyê di xwe de çandibû. Di pêşengîya wê de xwedavendî hatibû neqişkirin.
Hem di aliyê jiyanê ve, hem jî ji aliyê çalakî ve gelek serkeftî bû. Ti carî sivik nêzî jiyanê nebû, her demî bi azweriyekê mezin tevlîbûna xwe dida çêkirin. Ji bo vê jî Rêber Apo got, Zîlan xwedavenda mine. Bi çalakîya xwe dîroka azadiya gelê Kurd û Rêwiyên Rojê jina Kurd neqiş kir, bû kevirê mîhenk yê afirandina siberojên azad. Heval Zîlan wêneya kêlîya ku jiyan kirî jî ji me re xêz kirîye, ji bo pêşeroja azad bese ku em gelek tiştan ji xeta wê fêr bibin. Heval Zîlan Rewşa xwe bi ya Serokatî re dida girêdan, bi pirsgirêkên netewî re dida girêdan. Li himberê dîroka şaş hatî nivîsandin û hati berovajî kirin, di qîra îsyanê de bû. Timî bere wê azadîyê bû û bi rihê Apoyî di ruhê xwe de jiyan dikir, li gorî vê formûlê dijîya. Bi vê ruhê çalakî pêkanî û bi çalakîya xwe bû nûnera serkeftinê. Li derdora Rêber Apo bû xelekek ji agir.
Jin gelek deyndarê rêheval Zîlane da ku fêrî tercîha jiyana azad kirîye. Ji ber di dîroka zayînperest û serdestan de hatina jin ya li ser rûyê cîhanê, her demî weke tawanbariyekê hatiye dîtin. Li hemberê vê zihnîyetê, ma kêm jin bûne qurbana gamarîyê?
Çalakîya heval Zîlan bû bersiva vê jî Ji ber ku dizanîya berdêla hilweşandina zihniyetekî bi vîrengî fedayîbûn dixwaze. Ji zihniyeta pênc hezar salî û serdestan re bi heybeta xwe mizgîniya dîroka windabûyî da. bedenên mirî ji nûve da jiyan kirin. Hevrê Zîlan bû yek ji fedayiyên tevgera azadiya jina Kurd. Jina ku dilê wê bi azweriya azadiyê lê dide, bi çi rengî jî dibe şerkeriya xwe wê nîşa dide û pêşerojê xêz dike. Azadî bedel dixwaze. Serkeftinên mezin jî, bedelên mezin dixwazin. Ger jin nekeve nava çalekiyên aktîf û tekoşîna azadiyê, nikare dîroka xwe nas bike. Her çalakîyek şopa xwe tê nasîn. Xeta fermandar hêvrê Zîlan her tim hêza me zêdetir dike û rêya me ronî dike.






