Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Şedadê Sîdar Mesûm Xelef salvegera 11’emîn a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Divê jin krasê koletiyê ku bi hezarê salan li ser mejiyê wê danîne; ji holê rake.”
Bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têgeh û nêrînên çewt ku civak li jinê meyze dikir û di mêjiyê wan de hatibû avakirin hate guhertin, êdî jin bi têkoşîna xwe gihaşt astên bilind û karîbûn Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin avabikin ku hêzeke taybet ji bo parastina jinan e. Êdî bi saya fedkariya jinan ev rêxistinbûyîn pêşket û kete sala xwe ya 11’emîn û bi hezarên jin tevlî Hêzên Asyîşa jin bûn.
Bi boneya salvegera 11’emîn a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jinan, Rêveberiya Asayîşa Jin a Şedadê Sîdar Mesûm Xelef di rêya rojnameya me re ev roja pîroz li hemû jinên têkoşer û xwediyê fikra Netewa Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
‘Hêzên Asayîşa Jin bi fedekariyê giranbuha pêşket’
Sîdar Mesûm Xelef destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêber Apo ya ji bo jinan da ku parastina xwe bikin û
daxwaza mafê xwe bikin pêşkêş kir, îro bi hezarên jin di nava cihên leşkerî û di çeperên şer de cih girtin û wiha got: “Me karîbû di Şoreşa Rojava de Hêzên Asayîşa Jin ava bikin, ev hêz di dema avabûyîna xwe de ji 40 jinan destpê kir, lê bi derbasbûna demê de re ev hêz pêşket û bi awayekî balkêş mezin bû, lê ne bi hêsaî bû, ji ber ku civak ev dîmenê nû qebûl nedikir ku çawa jin rahêje çekê û tevlî hêzên leşkerî bibe, tenê wêneyên jinê di malê de di mejiyê wan de bû. Gav bi gav, bi fedekariyek giranbuha û têkoşînê ev dîmen qels bû, êdî jin her ku diçû zêdetir tevlî dibû.”
Sîdar wiha anî ziman: “Xebata asayîşa jinê di destpêkê de di xalên kontrolê û navendan de dihat meşandin, di dema heyî de beşên wê berfireh bû, êdî cihê xwe di nava beşên Madeyên Hişbirê, Lêpirsîn, operasyonan û trafîkê de digre. Hêzên Asayîşa Jin di çeperên şer de li gel hêzên YPJ şer kirin û gelek jin gihaştin asta şehadetê”
‘Perwerde bingeha pêşketinê bû’
Sîdar diyar kir ku wan ji bo pêşketinê perwerde ji xwe re bingeh girt, ev jî di nava Akademiyan de weke ya (Şehîd Hîra), herwiha li hemû bajarên herêmê bi hezarên jin hatin perwerdekirin, pirtûkên rêber Apo yên derbarê jinê hatin xwendin û wiha got: “Bi vî ramanî me xwe xurt kir û xwe dan nasîn.”
Sîdar Mesûm Xelef wiha gotinên xwe qedand: “Ez vê roja bi nirx û pîroz li jinên ku ser heman xetê têkoşîn dikin pîroz dikim, ez dengê xwe bilind dikim û bang li hemû jinan dikim ku êdî ji malan derkevin, xwe nas bikin, fikir û ramanê xwe pêşbixin. Krasê koletiyê ku bi hezarê salan li ser mejiyê jin danîne ji role rakin.”






