Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hîlal; Tîma ku bi pirrengî û hêza xwe serkeftinê tacîdar dike

01/07/2025
in JIN
A A
Hîlal; Tîma ku bi pirrengî û hêza xwe serkeftinê tacîdar dike
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Tîma Hîlal a Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 2022’an ve hatiye avakirin. Ev tîma footballê li ser asta Sûriyê serkftinên mezin bidestxistin û dê li ser asta cîhanê jî beşdarî maçên footballê bibe. Baştirîn Lîstikvana Tîma Hîlal Dilnay Ismayîl wiha got: “Zihniyeta civakê bi hebûna jin di nava sporê de hat guhartin”.

Di nava pergaleke radîkal û zayendperest de, derbaskirin û redkirina qalibên civakî yên bi kok; tê wateya gavavêtinên ber bi serîrakirin û guhartinê ve ye. Di vê mijarê de a ku divê serî li hember van paşdemayînên hişmendiyên civakî yên kevneşop rake jî, jin e. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî ev serîrakirin û guhartin di wateya wê a rast de kete pratîkê. Yek ji qadên ku jin xwe tê de pêşxist û qalibên civakê şikandin; ew jî qada sporê ye. Jina Kurd bi hemû jinên ku li herêmên Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe jiyan dikin, hêz û hebûna xwe di qada sporê de îsbat kirin. Ji lewra ger niha gaveke ber bi serkeftinê ve tê jiyankirin, ew encama têkoşîn û berxwedaniyeke bi hêz a jinan li hember qalibên civakê yên kevneşop û zihniyeta radîkal e.

Yek ji van serkeftinan jî tîma footbalê a jin ya bi navê Hîlal e ku di 2022’an de hatiye avakirin û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê xwediyê qezenckirina serkeftinên bi nav û deng di warê spora jin de ye. têkildarî Tîma Hîlal a Footbalê Endama ku xelata baştirîn lîstikvan li ser asta Sûriyê wergirtiye Dilnay Ismayîl ji rojnameya me re axivî.

‘Em ê tevlî dewriya Rojavayê Efrîqiyayê bibin’

Dilnay di destpêkê de bal kişand ser xebatê Yaneya Hîlal û wiha got: “Yaneya Hîlal ji 2022’an ve hatiye avakirin, di nava xwe de gelek tîmên lîstikên cuda cuda yên hemû temenan digre. Tîma me a Hîlal ya Footbalê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek maçên footbalê lêstiye û bidest xistiye. her wiha di van demên dawiyê de li ser asta Sûriyê jî em beşdar bûn û ev bû 2 car em bi ser dikevin. Di asta Sûriyê de bi sê beşên temen him yên Waîdat, Jinên Ciwan û jin lîst û em bi ser dikevin. Her wiha di ser asta Sûriyê de min xelata baştirîn lîstikvana jin wergirtiye. Helbet ev ji bo min cihê serkeftin û serbilindiyê ye.

Bi van serkeftin û pêşketinên ku me bi destxistine re, wê di heyva pêşiya me de emê beşdarî Dewriya Rojavayê Efrîqiyayê bibin. Ev jî tecrûbeya me ya yekemîn e ku ji bo em serkeftinê bidestbixin, em amedene di asta herî baş û xurt de û bi moraleke bilind tevlî vê dewriyê bibin”.

‘Şoreşê nêrandina civakê ji jin û sporê re, guhart’

Dilnay di berdewamiya axaftina xwe de hebûna jin di nava qada sporê de, her wiha nêzîkatiyên civakê li hember wê anîn ziman got: “Di nava civaka me de hebûna jin di nava qadên sporê de nedihat qebûlkirin û her kes li pêşiya jin dibû bend. Bi taybet ku jinek footbalê bilîze, tu carî qebûl nedkirin. Ez weke kes min ji biçûkaniya xwe de bi xurtên taxê re lîstika footbalê dilîst. Lê dema me li civakê dinêrî ku jin cihê xwe di sporê de bigre wele, nedihat qebûlkirin. Lê bi salên şoreşê re em dibînin ku hêdî hêdî ev zihniyet ji holê radibe. Jin niha serkeftinên gelek mezin di aliyê geşkirina qada sporê de bidest dixin û civak êdî bi ew nêrîna ku berê lê dihat nêrandin, nabîne. Helbet ev yek jî rê li ber hezkirin û daxwazên jinên ciwan yên ku dixwazin cihê xwe di nava beşên sporê de bigrin, vekir”.

Tîmeke ku bi pirrengiya xwe hatiye naskirin

Dilnay di dawiyê de da zanîn ku di nava tîma wan de ji hemû pêkhateyên civakê hene û wiha got: “Tîma Hîlal bi pirrengiya xwe tê naskirin ku di nava tîmê de jinên Ereb, Suryan, Xisistiyan, Elewî û Kurd cihê xwe tê de digrin. Em bi hevdu re li ser yek armancê ku çawa em matçê bilîzin û biserkevin, nêz dibin. Zihniyetên weke nijadperest û olperest di nava me de nîn in, ev yek jî dibe sedema hevgirtin û hezkirina me bi hev re. rûxmî hemû zehmetiyan jî, bi tayebt dema me li ser asta Sûriyê lîstiye, me xwîna xwe xist ber çavan da ku em bi serkevin.

Di dawiyê de ez ji bo her jinek ciwan û jinekê dibêjim ku her çi hezkirin, jêhatî û daxwazên wê hebûn, bila pêk bîne û yu carî radestî zihniyetên civakê nebe”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.