Dîlan Mulhim\Qamişlo
Jina Xwedawend Şehîd Zîlan Komploya ku ji bo Rêber Apo hatibû organîzekirin vala derbixe di 30’ê Pûşper a 1996‘an de çalakiya fedayî pêk anî. Ev 29’ salan li ser çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan re derbas dibe. Bi bonenya 5`mîn salvegera şahadeta wê Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dûrişmeya ‘Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê ye` Festîvala Şehîd Zîlan lidarxistin.
Yekîtiya jinên Ciwan her sal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîn û zindîkirina çalakiya fedayî a Şehîd Zîlan, Festîvala Şehîd Zîlan organîzedikin. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî pilanên dijmin û komplogeran yên li ser Rêber Apo dihatin meşandin, valaderxist û têkbir. Ji ber vê yekê jî ev çalakî di bîrwariya Tevgera Azadiyê de her tim zindî dimîne û nayê ji bîrkirin. Yekîtiya Jinên Ciwan îsal 5’mîn Festîvala Şehîd Zîlan a hunerî di bin dirûşmeya “Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê ye” lidarxistin.
Têkildarî 5’mîn Festîvala Şehîd Zîlan berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Roj ji Rojnameya me re axivî.

‘Festîval wê du rojan berdewam bike’
Bêrîtan Roj anî ziman ku 5’mîn festîvala Şehîd Zîlan dibin dirûşmeya “Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê ye” hate orgenîzkirn û wiha got: “ Festîvala Şehîd Zîlan wê du rojan berdewam bike, roja yekem di 29’ 30 Pûşperê de li ser asta kantona Hesekê hate lidarxistin. Herwiha roja yekemîn Tîmên Sporê lîstokên weke Lîstikên Takekesî, Basketbool, Karete, Futbol, Kêşandina Şerîtê û Destmal bûn. Roja duyemîn a festîvalê de axaftin ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan û berdevaka Kongra Star ve were kirin. Piştre wê bernameyên çand û huner werin destpêkirin. Lewma wê hunermed, komên stranan, komên Şano û hwd tevlî festîvalê bibin.”
‘Armanca me zindîkirina berxwedaniya Şehîd Zîlan di rihê her jinekê de’
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj da zanîn ku Festîvala Şehîd Zîlan her sal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin û wiha pê de çû: “ Di roja yekemîn a festîvalê de xelat li tîmên sparê hatin belavkirin û wê roja duyemîn jî diyarî ji bo tevahî komên ku tevlî festîvalê bûne werin belavkirin. Di heman demê de, sedema ku em her sal festîvala Şehîd Zîlan lidardixin. Ewe ku em karibin rih û berxwedaniya Şehîd Zîlan di her rihê jineke ciwan de bidin avakirin. Bi taybet di vê pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin û guhertin ku li ser asta Rojhilata Navîn çêdibin. Lewma festîvaleke bi vî rengî ji bo me gelek girîng e û bi taybet festîval di dîroka şehadeta şehîd Zîlan 30’ê Pûşper ê de tê orgenîzkirin. Ji bo bîranîna çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan wê her sal festîvala bîranîna Şehîd Zîlan were orgenîzkirin.”






