Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Ji bo paqijiya giştî û hêsankirina çûnûhatinê Şaredariya Qamişlo bi kampaniyekê rabû

29/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 Ji bo paqijiya giştî û hêsankirina çûnûhatinê Şaredariya Qamişlo bi kampaniyekê rabû
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Berdevkê Zabita Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Fihmî Mihemed anî ziman ku wan ji bo hêsankirina çûn û hatinê, herwiha ji bo ku cihekî berfireh ji firoşkaran re çêbibe bi kampanyayekê rabûn ku cihê firoşkera veguhertin cihek berfirehtir.

Şaredariya Gel a Qamişo ji bo başkirina kar û barên bazarê û hêsankirina çûnûhatinê, di 15’ê Hezîranê de, kampanyayek des pê kir. Di çarçoveya kampaniyê de, ji bo firoşkarên li kolanan çûn û hatina şêniyan asteng dikirin cihên guncaw hatin destnîşakirin û ji wan hate xwestin ku karê firoşkariyê li wir bikin, her wiha xwediyên dikanan ên ku peyarêya digirin hatin hişyarkirin. Girêdayî vê mijarê Berdevkê zabita Şaredariya Qamişlo Fihmî Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bo hêsankirina karê firoşkeran 150 kişk hatin avakirin’

Berdevkê zabita Şaredariya Gel a Qamişlo Fihmî Mihemed anî ziman ku wan ji bo hêsankirina çûn û hatinê di nava sûkê de cihê firoşkeran veguhertin û wiha got: “Me cihekî nû ji bo hêsankirina karê firoşekeran peyda kir yên ku sebzeyan difiroşin li sûka mezin û li sûka Hetîn ê, di 15’ê Pûşberê de me dest bi vê pirojeyê kir, ji bo ku li sûkê çûn û hatin hêsan bibe û pirsgirêkên firoşkeran bêne çareserkirin. Em weke Şaredariya bajarê Qamişlo ji bo firoşkarên li kolanan, li cihekî diyar 150 kişk ava kirine û bi kirêyeke kêm ku 20 dolar e dide firoşkaran. Ji ber  pirbûna firoşkarên li kolanan rêya trafîkê û çûn û hatina xelkê asteng dikir.”

 ‘Bi hêvî ne ku gel bi me re bibe alîkar’

Fihmî Mihemed axaftina wiha berdewam kir û got: “ ji bo firoşkeran û gel bû rehetîk ku li wir çûn û hatina zêde tune ye, herwiha di demên pêş de tiştê were xwestin ji gel em ê pê rabinm me dît ku  bi vê pirojeyê firoşkar û gel jê razînûn û karê firoşkeran hêsantir kir. Ji bo ku ev pirojeyên ku em bi wan radibin biser bikevin û pirsgirêkên civakî şçareser bibin, em hêvî dikin ku gel jî bi me re bibin alîkar.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.