Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rojnamevan Ehmed Semîr diyar kir ku binçavkirina rojanmevan Hesen Zaza sûcekî dijîmirovî ye û got, “ Pêwîst e saziyên parastina mafê rojanmevanan bi erkê xwe rabin û zextekê li hikumeta Şamê ya veguhêz bikin da ku zûtirîn dem Rojnamevan Hesen Zaza serbest were berdan.”
Di 28’ê Pûşperê de endamê Meclisa Giştî ya YRA’ê û nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyê Hesen Zaza, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ya veguhêz li paytexta Sûrî (Şamê) hat binçavkirin. Herwiha heta vê kêliyê tu agahî li ser wî nînin.
Derbarê mijarê de nûçegihanê ANHA’yê Ehmed Semîr ji Rojnameya me re axivî.
‘Hikumeta Şamê ya veguhêz ji gotina azad ditirse’

Ehmed Semîr di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev ne cara yekemîn e ku hevalê me yê rojnamevan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê hilkumeta Şamê ya veguhêz tên binçavkirin. Herwiha em daxwaz dikin ku zûtirîn dem, hevalê me yê rojnamevan Hezen Zaza serbest were berdan. Di heman demê de, em bi hêvî ne ku hikumeta Şamê ya veguhêz dev ji van kiryarên xwe yê dijmirovî berde û rê li pêşiya ragihandinê li tevahiya Sûriyê veke. Heta vê kêliyê hikumeta Şamê ya veguhêz nedaye diyarkirin ku sedema girtina hevalê me Hesen Zaza çi ye. Ev yek dide xuyakirin ku hikumeta Şamê ya veguhêz ji rojnamevanan û gotina azad ditirse.”
‘Karê rojnamegeriyê ne sûc e’
Ehmed Semîr da zanîn ku hikumeta Şamê ya veguhêz li ser riya rêjîma Baas dimeşe û wiha berdewam kir: “ Hikumeta Şamê ya veguhêz li ser şopa rêjîma Baas dimeşe, çawa ku rêjîma Baas tu nêrîn ji dervî xwe qebûl nedikir. Herwiha ev hikumeta Şamê ya veguhêz jî bi vî rengî tu nêrînan ji derveyî xwe napejirîne. Di heman demê de, hevalê me yê rojnamevan Hesen Zaza tu sûc nekiriye, karê rojnamegeriyê ne sûc e. Lewma tu bingeheke qanûnî nîne ku îro, hikumeta Şamê ya veguhêz hevalê me yê rojnamevan binçav dike. Ev kiryarên ku li dijî rojnamevan tên meşandin, li dîjî mirovahiyê ne. Ev kiryarên hikumeta Şamê ya veguhêz yên bi vî rengî li dijî rojnamevan karê rojnamegeriyê li tevahiya Sûriyê dixe xeteriyê de û metirsiyê li ser jiyana rojnamevan çêdike. Herwiha azadiya rojnamegeriyê li tevahiya Sûriyê dixe xeteriyeke mezin de.”
‘Pêwîst e sînorek ji kiryarên hikumeta Şamê re were danînin’
Nûçegihanê ANHA’yê Ehmed Semîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji saziyên parastina mafê rojnamevanan tên xwestin ku helwesta xwe zelal bikin. Herwiha sînorekî ji van kiryaran ku hikumeta Şamê ya veguhêz li dijî rojnamevan dide meşandin, deynin. Di heman demê de, pêwîst e ku zextekê li hikumta Şamê ya veguhêz bikin, ji bo ku van kiryarên xwe yên dijmirovî rawestîne. Niha ji hikumeta Şamê ya veguhêz tê xwestin ku çarenûsa hevalê me yê rojanmevan Hesen Zaza diyar bike û sedema girtina wî bide xuyakirin. Lewma îro ji hemû rojnamevanên li Sûriyê tê xwestin ku helwesta xwe zelal bikin û li hemberî van kiryarên ku îro hikumeta Şamê li dijî rojanamvanan dide meşandin, bêdeng nemînin.”






