Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên bajarê Efrîna dagirkirî derbarê kuştina zarokê bi navê Cemîl Mustefa Şêxo daxwaza vekirina lêpirsîneke adil û cezakirina tawanbaran kirin.
Tevî îmzekirina hevpeymana di navbera Fermendarê Giştî yê QSD Ceneral Mezlûm Ebdê û serokê demikî yê Sûriyê Ehmed El-Şeri, ku bendeke jê vegera koçberan li cih û warên xwe bû, lê ev yek heta niha li ser rûyê erdê pêk nehatiye, ji ber ku heya vê rojê binpêkirin derheqê şêniyên Efrînê ji hêla çeteyan ve pêk tê û vegera bi ewle ne mumkine di vê rewşê de. Di nava rêzesûcên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk pêk tînin, zarokek bi temenê xwe 16 salî dema nobedariya milkê xwe dikir bi guleya çeteyan hat kuştin. Derbarê vê mijarê de jinên koçber ên Efrînê ku cara duyemîn dev ji malên xwe bi darê zorê berdan ev sûc şermezar kirin û daxwaza lêpirsînê kirin.
‘Careke din em neçarî koçberiyê bûn’
Şêniya bi navê Şêrîn Hesen ji me re behsa koçberiya xwe kir ku du caran neçarî koçberiya bi zorê bûn; “Piştî
berxwedaniya 58 rojan em neçar man ku ji Efrînê koçber bibin bi sedema êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê, me berê xwe da herêma Şehbayê ji ber ku nêzî Efrîn bû û em bi hêvî bûn ku rojekê vegrin malên xwe. Li herêma Şehbayê bi rojane êrişên dagirkeriyê ne radwestiya û bi israreke xurt em li wir diman. Piştî 7 salan ji têkoşînê careke din êrişeke hovane ji hêla dewleta Tirk bi hevkariya çeteyan li ser herêma Şehbayê pêk hat, şênî êdî careke din neçarî koçberiya duyemîn bûn û berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cihê herî bi ewle di seranserî Sûriyê de.”
‘Rojane sûc û kiryar li dijî gelê resen pêk tê’
Şêrîn Hesen îşaret kir ku piştî hevpeymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û Serokê Sûriyê yê demikî Ehmed El-Şeri de hêvî bi wan re çêbû ku vegerin bajarê xwe û wiha anî ziman: “Heya niha rojane binpêkirin û sûc der heqê gelê Efrîn ê resen de pêk tê, herî dawî bûyerke bi êş der heqê zarokek 16 salî bi navê Cemîl Mustefa Şêxo ji gundê Hec Hasna pêk hat, dema nobedariya tabloyên enerjiya rojê dikir, ku bi hişmendiyeke ku kurdan qebûl nakin ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.”
‘Divê hikumeta demikî ya Şamê helwesta xwe diyar bike’
Şêrîn Hesen di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji hikumeta Sûriyê ya demikî kir ku li hember van binpêkirinan helwesta xwe diyar bike û lêpirsînê veke, wiha got: “Weke koçeberên bajarên din ên Sûriyê ku vegeriyan cihê xwe, em jî vê daxwazê dikin, lê bi vî rengê hovane ku rojane kiryar pêk tên em qebûl nakin, divê pilanek pêk were ku bi awayekî ewle şênî vegerin malên xwe. Eger hîn kuştin û revandin heya roja îro tê kirin, wê demê tu ferq û cudahî di navbera rêjîma Bass û ya nû tune ye. Hikumeta demikî ya niha qaşo bi demokrasî û li ser esasê wekheviyê bang dike, vê yek li ser rûyê erdê pêk nayne, gerek hemû çete ji Efrînê bên derxistin û gelê Efrînê vegere li ser xaka xwe, divê rêveberiyeke sivîl were avakirin, gelê Efrînê xwe bi xwe îdare bike û sîstemeke demokratîk û aram bê ava kirin.”
Mal û milkên gel li Efrînê tê binpêkirin
Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Xezalê Hisên Hesen binpêkirinên ku li dijî gelê Efrînê pêk tên ji hêla dewleta Tirk a
dagirker û çeteyên girêdayî wê bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: “Em sûcê kuştina hovane ku çeteyan derheqê zarokê bi navê Cemîl Mustefa Şêxo de pêk anî şermezar dikin, sûceke nû zêde dibe di nava rêzesûcên ku çeteyên li Efrîna dagirkirî pêk tînin, lê ne ya dawî û yekemîn e. Hîn çeteyên girêdayî Tirkiyê ji Efrînê derneketine weke ku ida dikin, lê berovajî vê yekê kiryarên dijmirovî zêdetir dibin, ya herî dawî kuştina ciwanekî bi guleyên çeteyan ji ber ku parastina mal û milkên xwe dikir, heta ev maf jî li Efrîn tê binpêkirin.”
‘Ji bêdengiya xwe derkevin’
Di dawî de Xezalê Hisên Hesen bang li saziyên mafên mirovan, Netewên Yekbûyî û rêxistinên parastina zarokan kir da ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha destnîşan kir: “Divê lêpirsîneke adil bê vekirin û tawanbar bêne ceza kirin, herwiha tevahî sûcên ku ev 7 sal ji hêla çeteyan berdewamin, da gelê Efrîn ê yên resen di bin parastin û misogerkirina navdewletî li malên xwe vegerin. Herwiha em bang li hikumeta Şamê ya demikî dikin ku erkê xwe bi cih bîne û lêpirsînê veke ji bo cezakirina tawanbaran û pêkanîna edaletê.”






