Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şehîd Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedar e. Wê ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê, dîrokeke nû ya lehengî û têkoşînê bi çalakiya xwe a fedayî nivîsand.
Şehîd Zïlan ji bo gelê Kurd ronahiya ber bi azadiyê ye, gelê Kurd li tevahî cîhanê li hemberî siyaseta pişaftinê serî hilda û li berxwe da. Ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet canê xwe kir mertal û çalakiya fedaî pêk anî.
Kurtejiyana Şehît Zîlan
Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di sala 1979’an de li gundê Almalî yê Malatyayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Herwiha şehîd Zîlan a ku dibistana Amedeyî ya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Haydarpaşayê qedand, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê ya Rihayê wek teknîksiyen a rontgenê dest bi xebatê dike. Zîlana ku di sala 1990’ î de li Zaningeha Înonu beşa Şêwirmendiya Derûnî û Derûnînasiyê qezanç dike, li Nexweşxaneya Dewletê erk digre, ji aliyekî vê dixebite û ji aliyekî vê jî diçe zanîngehê. Zîlana ku dema dibistanê Amedeyî dixwend, eleqeya wê ya bi fikrên çepgir û Kurdbûnê pêşket, di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji Tevgera Azadiyê re pêş dikeve.Şehîd Zîlan bi hevalê xwe yê zanîngehê re dizewice û bi hev re tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibin.
Têkoşera Kurd di sala 1995’an de li ser Dêrsimê tevlî refên Tevgera Azadiyê kurd dibe. beriya ku tevlî bibe xebatên eniyê dimeşîne. Piştî digihîje Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ ê şûnve zanabûna xwe ya teorik-îdeolojîk, bi rastiya Kurd-Kurdistan, hişmendî û xwesertiya azadiya jinê re dike yek. Zû pêş dikeve, teorîk û pratîkê di nav hev de fêr dibe, hewil dide rastiya Rêber Apo û partiyê hîn kûrtir fêm bike, pêvajo û xeteriyan hîs dike, rast dixwîne û dinirxîne. Ev hemû taybetmendiyên wê zû tê ferqkirin. Di perwerdeyên Rêber Apo re derbasnebûyînê tu car ji bo xwe wekî kêmasî an jî di pêşiya tevlîbûn û şerkirinê de wekî astengî nedîtiye. Şehîd Zîlan hewil dida Rêber Apo guhdar bike û fêm bike, bi xwendin û nîqaşkirina dahûrandinan ji kûr ve fêm bike û hewil dida derbasî tevgera xwe ya jiyanê bike. Bi vî awayî şehîd Zîlan bû şagirt û çalakvana herî bijarte yê Rêber Apo. Tu car mêhkûmî zehmetî û şertên serdemê nebûye, teslîmî nêzîkatiyên bêbawer ên li dijî jinê nebûye, fizîka xwe bi fikrê di mêjiyê xwe de û bi hezkirin û girêdanbûna bi Rêber Apo re bihêz kiriye, fikrên Rêber Apo di xwe de pratîkî kiriye.
Çalakiya Fedayî
Şehîd Zîlan bi têkoşîna xwe û bi çalakiya ku pêk aniye, îsbat kir ku ên ji jiyanê hez dikin dikarin jiyanê çêkin û berxwedaniyeke bêhempa bi dest bixin. Di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de çalakiya şehîd Zîlan a yekemîn bû. Bi çalakiya ku di 30’ ê Pûşpera 1996`an de li navendeke artêşa Tirk a dagirker a li Dêrsimê pêk aniye re, hêz û moral da gelê xwe û tirs xist nav dilê dewleta Tirk, Şehîd Zîlan li hemberî hewldana komploya li ser Rêber Apo ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve li paytexta Sûriyê Şamê, çalakiya xwe li dar xist.Têkoşera Kurd Zîlan 8 kîlogram madeyên teqemeniyê (TNT), hesin û du bomeyên destan li xwe pêçand û weke ku ducanî ye derbasî nava navenda artêşa Tirk bû û xwe teqand. Di encama wê çalakiya leheng de 18 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.
Nameya Şehîd Zîlan a ku ji Rêber Apo re hiştibû
Piştî çalakiya bombeyî ya di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo pêk hat şûnve di nav demekî kurt de plana derbe li dijmin xistin, bandora şoke avakirin û zextên li ser Rêber Apo belavkirinê kiriye û beriya biçe çalakiya fedaî di beşa nameya xwe ya ku ji Rêber Apo û rêhevalan re hiştibû de wiha armanca xwe nivîsandibû; “Helwesta min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike”. Çalakiya ku Şehîd Zîlan li Dêrsîmê li dijî dijmin pêş xist, ji bo ku komploya li ser Rêber Apo vala bê derxistin, komplo negihîje armanca. Ji ber vê yekê nêzîkatiya şehîd Zîlan ji bo Rêber Apo, sekin û helwesta wê ya li beramberî heqîqeta Rêber Apo ji aliyê Rêber Apo bixwe ve wekî “Zîlan Manîfestoyek e” hatiye pênasekirin.
Gotinên Rêber Apo ji bo Şehîd Zîlan
Şehîd Zîlan bû pîvana serkeftinê û bû navê xeta milîtaniya fedaî ya ku hê jî xwe diparêze ye û xwe gihande me. Rêber Apo ku yê herî zêde şehîd Zîlan jiyanî dike û dibêje, “Zîlan sembola kesayeteke serkeftinê ye. Yekîtiya serkeftin û jiyanê an jî bi gotinekî din; navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Wekî sembol wiha ye. Lê ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas nirx bê dayîn, heta çiqas bên perestin (tapınmak) ewqasî mezin dibin. Ji bo jiyanê çi hatibe mezinkirin di vê çalakiyê de ye. Bawer dike ku azadbûn û xwe avakirin ji vî şerî derbas dibe, bawer dike ku di dema vî şerî de wê jiyan bike û ber bi sînorên jiyanê yên divê bê qebûlkirin ve bilind dibe.Wekî wate, wekî partî bilind dibe. Jiyana ku berê di bin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin jixwe heke tiştekî ku hatibe xwelîkirin hebe ew e. Ji bo jiyanê çi hatibe bilindkirin ew jî divir de ye. Tiştên mirî, tiştên pêwîst e bimire, were xwelikirin hemû hatine hiştin.
Tiştên pêwîst e werin bilindkirin, bi rastî jî bi awayekî heybet û şahane derketine holê. Hezkirina wê ya mezin a jiyanê wê biriye çalakiyeke wiha. Heke hezkirina mezin a jiyanê ku xwe dispêre azadiyê û her wiha vejîna wê ya bi jiyanê re negirêdayî be ev biryara çalakiyê nikare bê dayîn. Kesên ji jiyanê hez dikin xwediyê çalakiyên wiha yên mezin in. Kesên dev ji jiyanê berdane tu car nikarin bibin çalakvan û rêxistinkar. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha.”






