Dîlan Mulhim\Qamişlo
Roja 29’ ê Pûşpera sala 1925’an, ji bo gelê Kurd rojeke pir bi êş e. Ji ber ku di wê rojê de pêşengê kurd Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî ji aliyê dewleta Tirk ve li bajarê Amedê li qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin.
Piştî avabûna komara Tirkiyê li Bakûrê Kurdistanê, gelek serhildan hatin kirin ku serhildana Şêx Seyîd an jî serhildana sala 1925’an yek ji van serhildanên herî mezin bû. Li ser vê serhildanê gelek pirtûk hatine nivîsandin ku yek ji wan, pirtûka lêkolînerê Kurd Tehsîn Sever ya bi navê “Tevgera Cemîyeta Azadî ya 1925’an e. Tehsîn Sever radgihîne ji destpêka şerê cihanî yê pêşîyê ve plana înkarkirina Kurdan hatîbû destpêkirin û welatên bi hêz yên wê demê Kurd ji mafên wan yê xwezayî bêpar hiştin û bi peymana Lozanê jî ev rewş bi fermî diyar kirin.
Kurtejiyana Şêx Seyîd
Şêx Seîydê Pîran di sala 1865’an de, li navçeya Xinisa Erzirona li Bakur Kurdistanê ji dayîk bûye. Herwiha yek ji şêxên mezin ên Neqşîbendiyan e, xwendina xwe ya olî li navçeya Xinisê bi dawî kiriye.
Şêx Seyîd di malbeteke oldar ku li ser şopa terîqeta Neqşîbendî bû, mezin bû. Bapîrê wî Şêx Elî Balo yek ji zanayên serdema xwe bû û xelîfeyê Şêx Xalid Zîbarî yê Neqşîbendî bû. Ew bi wî re çû Şamê. Li Şamê Şêx Xalid koçe dawî dike, piştre Şêx Seyîd vedigere welatê xwe û li Amedê, li gel hin xizmên xwe jiyana xwe berdewam kir.
Şêx Seyîd ji êla Elîkan, şaxê wê yê Çimdikan bû. Ew şax jî li qezaya Elemendî bi cih bûne. Piştre Şêx Seyîd berê xwe dide qezaya Balo û li wir navê Şêx Elî Balo li wî hat kirin.
Kesayeta Şêx Seyîd
Şêx Seyîd di nav Kurdan de Palûyî û hem Xinisî û hem jî Pîranî tê naskirin. Malbata Şêx Seyîd li Kurdistanê xwedanê bandoreke mezin a civakî, olî û netewî ye. Navê bavê wî “Şêx Mehmûd Fewzî Efendî” û dayîka wî jî Merve Xan e. Di heman demê de Şêx Seyîdê Pîranî kesayetiyek bû ku di dîroka netewa Kurd û Kurdistanê de gelek bi nav û deng e. Ji destpêka sedsala 20’an heta îro navekî zindî ye. Wî li Bakurê Kurdistanê, serokatiya serhildana herî mezin a netewî kiriye. Wî siyaseta dagirkeran ya înkarkirina Kurdan nepejirandiye.
Destpêka Serhildana Şêx Seyîd
Serhildana Şêx Seyîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5’ê Sibata sala 1925’an de dest pê kir. Di sala 1925’an de serhildana Şêx Sayîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiqlalê yên hatin avakirin de, ji ber ku bi sedan kes biryara cezayê darvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê, di 29’ê Pûşpera 1925’an de, ji bo Şêx Seyîd û 46 hevalên wî jî biryara darvekirinê da. Biryara dadgehê sibetir li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat bi cih anîn. Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin darvekirin.
Di 29’ê Pûşpera 1925’an de dadgeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagiker ku qaşo dadgeha serbixwe bû, 49 pêşengên serhildanê li ber Deriyê Çiyê yê li Amedê bi darvekirin. Yek ji serhildêrên hatin darvekirin, Şêx Seyîdê Pîran bû û 46 hevalên wî bûn.
Dema firqeyeke leşkerî ya Tirkan derbasî bajarokê Pîran bû û gelek şêniyên bajarok û hevalên Şêx Seyîd girtin, şer di navbera firqeyê û gundiyan de derket. Herwiha piraniya leşkerên Tirk hatin kuştin û fermadarê wan dîl hate girtin. Ji ber, serhildan beriya dema ku Şêx Seyîd jê re plan kiribû, dest pê kir. Destpêkê serhildêr bi serketin û gelek dever rizgar kirin. Serhildêran bajarê Amed dorpêç kir ku heta hatina hêzên Tirk li ber xwe da. Serhildêran nekarî bajar rizgar bikin. Ji ber wê Şêx Seyîd ferman da ku paşdevegerin. Hêzên dagirkeriya Tirk serhildêr dorpêçkirin û nehişt derbasî Iraq, Sûriye û Îranê bibin. Lewma 70 hezar leşker bi çekên giran û balafirên şer berê xwe da herêmên Kurdan, ji bo ku serhildêrên Kurd dorpêç bikin.
Darvekirina Şêx Seyîdê Pîran
Di 29’ê Pûşpera sala 1925’ an de, Şêx Seyîd di temênê xwe yê 60 salî de hat bidarvekirin. Bi ser darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî re 100 sal derbas bûn. Cihê gora Şêx Sayîd û hevalên wî heya niha jî nehatiye eşkerekirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tuneye. Hemû hewldanên malbat û siyasetmedarên Kurd ji bo dîtina cihê gorên Şêx Sayîd û hevalên wî, bê encam man.
Şêx Seyîd:Ez ne poşman im
Dema darvekirinê, Şêx Seyîdê Pîran got: “ Jiyana min nêzîk dawiyê dibe, min canê xwe kir qurbaniya gelê xwe û ez ne poşman im, ez kêfxweş in ku neviyên me li pêş dijminan ji me şerm nakin.”






