Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Qamişlo projeyên xizmetguzarî berdewam dike

29/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şaredariya Qamişlo projeyên xizmetguzarî berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi armanca xurtkirina binesaziya herêmê di riya pêkanîna projeyên berfireh de, Şaredariya Qamişlo pilanên xwe yên pêşxistina ware xizmetguzarî berdewam dike.

Di nava pilaneke stratejîk de, Şaredariya Qamişlo dest bi pêkanîna projeyên sererastkirina binsaziya herêmê, rêvebirina karên xizmetguzarî û jiyanî, weke ziftkirina rêyan, peydakirina avê, sererastkirina av kirêjiyê û hwd. didomîne.

Sererastkirina rêyan

Yek ji pilanên şaredariya bajarê Qamişlo di nava vê sale de, sererastkirina rêyên sereke û kolanên di nava taxan de ye, ku derdora 50 hezar metrokup ji asfeltê ji bo rêyên sereke diyar kir weke(Kolana Hîzam, Siyahî, dergeha rojhilat, kolana Blûdan çûn û hatin herwiha sererastkirina hejmareke ji kolanên kevin û qerebalix).

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Qamişlo Mesûd Yûsif wiha anî ziman: “Di çarçoveya pirsgirêkên berî çend salan, ji bo ber bi pêşerojeke pêşketî ve bê meşandin, şaredariya gel ya bajarê Qamişlo ji destpêka salê ve pilana xwe ya xizmetguzarî eşkere kir, ku tê de gelek projeyên berfireh hene bi bihayeke 5 milyon, 970 hezar, 460 dolarên emerîkî.”

Mesûd Yûsif destnîşan kir ku projeya ziftkirina rêyan pêwistiyeke awarte ye û wiha got: “Em pirsgirêkên ku ji zêdetirî 70 salî çareser dikin, rê bi wesîleyên kevin û bê lêkolîn dihatin kirin lê belê niha em hewil didin çareseriyeke berfireh peyda bikin ku li gorî pîvanên teknîkî û endezyarî.”

Ji bo xweşkbûna bajar bê nîşan dan

Di çarçoveya başkirin û xweşikkirina dîmenên bajar û kêmkirina kolanên asfaltkirî, şaredariyê kevirên enterlok li ser riya Amûdê danî bi pîvana 3000 mitrokup, ku ji 5’ê meha Nîsanê dest pê kirin û 75 rojan berdewam kir û wiha got: “Mebesta me ji projeya danîna kevirên enterlok hêsankirina tevgera çûn û hatinê, qedexekirina kolandina rêyên şaxî herwiha bidestxistina jîngeheke pêşketî û xweşik.”

 Tedbîrên ji bo li hember derketina lehiyên baranê

Bi zêdebûna guhertinên avhewayî, şaredariyê giringî da projeyên taybetî serfkirina ava baranê di meha çile de, di riya danîna nozulên nû yên ji bo baranê li çend cihên giring, ku dibe alîkar ji bo serfkirina ava baranê bi awayekî baş û rê li ber lehiyan digire, Mesûd Yûsif wiha berdewam kir: “Em di nava pilaneke avhewayî xebatan dikin ji bo guhertinên bi lez ku çêdibin, di riya hazirbûna serfkirina baranê û danîna nozulên baranê weke faktoreke bingehîn ji bo binsaziya herêmê.”

 Sektora avê

Ji bo çareseriya aloziya avê Mesûd Yûsif wiha anî ziman: “Wê bîrên nû bêne ava kirin ji bo peydakirina avê li hemû taxan, li gel tamîrkirina stasyonan, em di herêmekê dijîn kêmbûna avê pirsgirêkeke bingehîne, projeyên avê li cem me ne xizmeta rojane ye, em nikarin behsa tu pêşketinê bikin eger ava vexwarinê neyê peyda kirin.”

Projeyên ronîkirina rê û dergehan

 Derbarê pêkanîna projeyên ronîkirina rê û dergehên bajar Mesûd Yûsif wiha got: “Em hewil didin ku kolanên Qamişlo zêdetir bi ewle û rêxistin bikin, bi taybet di danê êvarî de ku tevgera çûn û hatin bilind dibe.”

Ji bo paqijiyê pilanên berfireh

Di dawî de Mesud Yûsif wiha got: “Hin taxên weke Metar, taxa Tey û çargoşeya Ewlehiyê ku berê di bin serweriya rêjîma Sûriyê de bû, niha berpirsyartiya xizmetê hate veghuestin ji bo şaredariyê, barê paqijbûnê zêdetir bû, şaredariyê pilaneke berfireh danî pêş, bi hevkariya komînan û meclisên herêmê, bernameyeke hevbeş bi komînan re hate destpêkirin, me bi nûnertiyên hemû taxan re civiyan, ku di encamê de 7 meclisên xizmetê û şaxî hatin avakirin, me pêşnîyarên welatiyan rasterast guhdar kir, em di wê baweriyê de ne ku paqijî ji taxan destpê dike û bi hevkariya şêniyan berdewam dibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.