Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Laşê mirov ji şane, tevin, lebat û pergalan pêk tê. Di giştî laşê mirov de 78 lebatên hene û ji wan 5 yên herî girîn in. Lebatên laş ji tevnan pêk tê û pergalên laş pêk tîne. Her lebatek ku xwedî erkeke cudayî, avahiya laşê mirov temsîl dike.
Lebatên laş avahiyên wê temsîl dikin ku ji komek tevnên ji bo pêkanîna erkekî taybetî bi hev re hatine berhevkirin, pêk tên. Her komek lebatên laş ji bo avakirina pergalekê tên cem hev û hejmara van lebatan di laşê mirov de digihîje 78’an. Di nav wan de 5 lebatên herî girîng hene ku herî zêde werin parastin. Ev dikare bi şopandina sîstema xwarinê ya baş ku hemî pêwîstiyên ku laş hewce dike dihewîne, herwiha bikaranîna werzîşê û pejirandina şêwazê jiyaneke bi tendurist, were bidestxistin.
Lebatên laşê mirov
Lebatên laş ji beşan pêk tê, her beşek xwedî erkekî taybet e ew jî li gorî cihê ku ew lê ye. Hin ji wan ji bo belavkirin xwînê û yên din jî ji bo helandina xwarinê ne. Hin ji wan ji bo zêdekirin, zayîn û parastina cûreyan in. Herwiha ew bingehê domandina jiyana mirovan e. Her lebatek ku ji tevnên heman cûreyî pêk tê; da ku erkê xwe birêkûpêk pêk bîne. Hin lebat hene em dikarin wan bi çavan bibînin, mîna çerm. Lebatên hundirîn jî yên ku em nikarin wan bi çavan bibînin mîna dil, kezeb û hwd…
Navên lebatên laş
Parçeyên laş dabeşî du beşan dibe ew jî ev in: Parçeyên laş ên derve û Parçeyên laş ên hundir.
Lebatên laş ên derve;
Lebatên laş ên derve ew ên ku têne dîtin û pir caran laş vedişêrin. Ew jî wiha ne:
Çerm: Yek ji mezintirîn lebatên laş tê hesibandin. Herwiha ew bi berdewamî nû dibe û di xulikekê de di navbera 30 hezar û 40 hezar şane dimirin û bi şaneyên nû têne guhertin.
Girîngiya wê di van xalan de ye: Beşek ji pergala bêhindayînê ye. Ew hewa derbasî nava laş dike. Hewayê ji bo laşê mirov guncaw dike û ji bo parzûna madeyên qirêj ji hewayê kar dike.
Poz: Yek ji lebatên laş e. Ew hewayê derbasî nav pişikê dike da ku oksejîn bigihîje damaran.
Dev: Beşek ji sîstema helandinê ye ku xwarin bi rêya wê dikeve laş. Ji lêv, ziman û diranan pêk tê.
Çav: Ew parçeyekî giloverî ye di nava şikefta çavê mirov de ye û berpirsiyarê dîtin û têgihîştina tiştên li dora mirov e. Ew yek ji lebatên hest e.
Por: beşeke girîng ê laş e. Ew qapaxa serî vedişêre û diparêze.
Guh: Berpirsiyarê bihîstin û hevsengiyê ye. Deng werdigire û berhev dike û nîşanên demarî dişîne mejî.
Neynûk: Ew parçeyê hişk ku li serê tiliyan e. Herwiha ew alîkariya xurtkirina tiliyan dike.
Lebatên hundirê laşê mirov: Parçeyên hundirîn ew in ku di hundirê laş û di bin çerm de ne, piraniya wan ji hêla çerm, rûn û hestiyan ve têne parastin. Ew wiha ne:
Gurçik: Yek ji girîngtirîn lebatên laş e, ji du cotan pêk tê, her yek li aliyekî zik e. Ew di teşeya fasoliyan de ye û dirêjahiya wê dighêje 13 cm. Ew ava zêde ya di laş de ji holê radike û bi rêya pergala mîzê derdixe.
Dil: Ew yek ji lebatên laş e ku heke çend kêliyan raweste, mirov dimire. Ji ber vê yekê, jê re parçeyên jiyanî tê gotin. Ew xwînê dişîne hemû şaneyên laş, li nîvê sîngê ye û bi qasî kefa destê mirov e.
Kezeb: Li aliyê rastê yê jorîn ê zik de ye. 500 karan pêk tîne. Ew enerjiyê di glycogen de hilîne. Ew jehrê ji holê radike. Ew hin enzîman vedişêre ku di pêvajoya helandinê de dibin alîkar.
Pişik: Yek ji parçeyên girîng ên laş e. Ew li pişt qefesê singê, li pişt singê ye. Bi rêya bêhnkirinê oksîjenê tîne laş û karbondîoksîtê derdixe.
Boriya henaseyê (Elqesebe-Elhewiye): Ew pişikan bi poz û dev ve girêdide. Lariks (Hincere) tê de ye ku deng derdixe. Ew hewayê ji poz û dev berdide pişikan.
Mejî: Ew di hundirê qoqa serî de ye. Ew wekî parçeyê navendî ya laş tê hesibandin.
Ew bi rêya stûna piştê peyaman ji hemû parçeyên laş re dişîne, da ku erkên xwe pêk bînin. Ew hemî fonksiyonên laş, wekî nefesgirtin, helandin, tevger û dîtinê kontrol dike.
Gede: Parçeyekî sîstema helandinê ye. Xwarinê dike perçeyên biçûktir. Hin enzîmên pêwîst ji bo pêvajoya helandinê çêdike.
Roviya zirav: Ew lûleyek e ku dirêjahiya wê dighêje 7 metreyan dirêj. Ew hemanên ji xwarinê dimije.
Parçeyên hundirîn çi ne?
Parçeyên hundirîn yên sîstema parastinê: Tonsîlên, Hestiyê hestî, Girêkên lîmfê, Sipil, Adenoîd, Tîmus û Zikê pêvek.
Endamên sîstema demarî: Mejîyê piştê, Mejî û Demar.
Sîstema muslkeyên tevgerî ji van parçeyan pêk tê: Îskelet, Masûlke, Tendon û Lîgament.
Parçeyên sîstema mîzê: Gurçik, Mîzdank û Mîzrav.
Parçeyên ku bi pergala lîmfatîkê ve girêdayî ne: Hin bez, Girêkên lîmfê, Damarên lîmfê û Kanalên lîmfatîk ên cûda.
Sîstema gera xwînê: Xwîn, Damar û Dil.
Masûlke: Ew yek ji parçeyê laş tê hesibandin û di hemî beşên wê de tê dîtin. Gelek cureyên wê hene, ku ev in:masûlkeyên avahi, masûlkeya dil û masûlkeyên nerm.
Hin beşên laş bi masûlkeyên bêîrade ve girêdayî ne, wek: Rovî, pişik, parçeyên hilberandinê yên nêr û mê, endamên pergala bêhninvedanê, Sîstema mîzê û hwd…






