Remezan Olçen
Di rojnameya Yenî Yaşamê de rêzenivîsên civaknas Nazan Ustundag hat weşandin. Di wan nivîsan de di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk û Perspektîfa Rêber Apo bi rastî jî nivisine hêja amade kiribûn. Tê de behsa ramyara reşik Dennise Ferreira da Silva jî kiribû ku ew li ser rejîmeke nû ya zanînê pêşniyazên xwe hene. Meqaleya Da Silva ya bi sernavê ‘Cudatiya Bêveqetîn’ me vedixwîne em rejîmeke nû ya zanînê esas bigirin. Ev dawetname wê asoyên nû li ber fikrînê jî veke. Çima? Te de; Gandhî gotinek, şîretek xwe heye dibêje; “Baş bifikirin ji ber ku fikra we dibe axaftina we, baş biaxivin ji ber ku axaftina we dibe tevgera we, baş tevbigerin ji ber ku ew tevger dibe karaktera we, bila karaktera we qewîn be ji ber ku ew jî dibe çarenûsa we.” Hingê giringiya fikr û ramanê li vê derê kifş dibe.
Da Silva dibêje ku modernîteya kapîtalîst bi rêya ‘veqetînê’ ferq û mêlî dixe navbera mirov û xwezayê, dixe navbera biqewet û hêjarê, dixe navbera civak û neteweyan, nasname û olan, jin û mêran. Lê ew dibêje; ev ferq û mêlî dikarin bi hev re din ava têkiliyeke sîmbiyotîk de bin û bi ferqên xwe bi hev re jiyaneke lihevhatî jî ava bikin. Yanî aliyên ji hev cuda ango aliyên ku bi taybetmendî û xweseriya xwe ji hev cuda ne dikarin bêyî ji hev veqetin jî bi hev re bin, bi hev re bidin bistînin.
Dêhna xwe bidinê di sedsala 21’ê de hîn jî tevî ewqas krîz û qeyranan têgîna nasnameyê ji çareseriyê wêdetir dibe sedem û çavkaniya şer û pevçûnan. Nasname aîdiyetê destnîşan dike. Aîdiyeta cinsî, bawerî, netewî heta bi siyasî hwd… Nijad, netewe, bîr û bawerî û cinsiyet ev ferqên çêkirî ne weke dewlemendiyê lê weke xetere hat dîtin û hat wêderkirin. Ev bi xwe ser hîn jî serdestî û bindestiyê hildiberîne.Ev nasnameyeke kujer e û tehemûla xwe ji nasnameyeke din re tine. Di vir de mirov ji xwe dipirse; gelo zemîneke felsefî û siyasî ya alternatîf tine li dijî vê nasnameya kujer?
Li vê derê pêşniyaza Da Silva ev e ‘Cudatiya bêveqetîn’. Ev pêşniyazeke ontolojîk e. Cudabûn tên qebûlkirin û ev cudabûn nabe sedema ji hev veqetînê. Di vir de mirov heke vê pêşniyazê rabe û ji bo çareseriya pirsa Kurd jê sûdê bigre wê feydeya xwe jî hene. Ji ber ku ev rêya fikrîneke nû rejîmeke nû ya zanînê li ber mirov datîne. Yanî ew nasnameyên kujer dikarin veguherîn û bibin nasnameyên demokratîk. Ma pêşniyaza Rêber Apo jî ne li ser vî esasî ye? Rejîma zanînê ya berê ferqan tine dike herkesî dixe nava qalibekî. Yan herkes Tirk e yan Ereb e yan Pars e. Li gorî wê îdraqa berê ya modernîteya serdest Kurd tine ne. Yan jî hebûneke ku divê bê tinekirin.
Rêber Apo bi pêşniyaza xwe ya Neteweya Demokratîk onotlojiyê dikşîne ser zemîna siyasî. Ev çi ye? Bi kîjan rengî çêdibe? Li şûna netewe bibe dewlet li şûna dîn û diyanetek bibe serdest li şûna mêr serdest û jin bindest be ew pêşniyaz dike ku hemû gel û civak, dîn û diyanet, jin û mêr bi ferqên xwe hebin. Pergaleke li ser piralîbûnê pêşniyaz dike ne li ser pirbûnê. Li ser vî esasî çand û huner belkî ji hemû qadan zêdetir ji bo çêkirina rejîma nû ya zanînê bi kêr bê. Ji ber ku poetîka di temamê demên dîrokê de bandorê li polîtîkayê kiriye û dike. Her çend îro ew jî weke entustriyekê nava wê tê xwestin bê valakirin jî hîn jî hêza xwe heye ku dikare biguherîne û veguherîne.




