Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçer û taybetmendiyên wan

29/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Koçer û taybetmendiyên wan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Li Kurdistanê koçerî xwedî dîrokeke kevnar e û tê wateya şêwaya jiyana komînal a ku ji stresê jiyana bajarvaniyê dûr. Karê koçertiyê sewalvanî bû û koçer bi xwezayê re xwe dikirin perçeyek. Ew her demsalekê li warekî bûn, mala wan her li ser milê wan bû  û rêya wan dûr û dijwar bû.

Li Kurdistanê koçerî xwedî dîrokeke kevnar e. Li dijî modernîteya kapîtalîzme koçer, çanda dîrokî ya komînal diparastin. Koçer hemû karî bi hev re dikirin û jiyana parvekirinê esas digrtin. Bi modernîteya kapîtalîst ve takekesî pêşket, lê koçerî berovajî vê yekê li dûrî modernîte jiyaneke bi hev re û parvekirinê esas digrtin. Koçeran zivistanî konên xwe li deştan vêdigirtin û heta demsala biharê li deştan zivistanê derbas dikirin. Bi demsala biharê re barê wan li ser mile wan bû û dadiketin çiya û zozanan. Heta demsala payîzê jî li zozanan diman. Debar û karê wan yê sereke jî  xwedîkirina sewalan e.

Sîstema jiyana koçertiyê berdewam dike heye 1928’an, êdî nema diçin zozanan ji ber ku sîstema dewlet ava dibe û sînor çêdibin. Êdî ev mirovên koçer di vê herêmê de dimînin, çend sal derbas jî dibin hîn li hêviya çûna zozana ne, hîn tê negihiştine ku sîstema dewlet ava bûye, sînor hatine danîn û peyman hatine îmzekirin. Li vê herêmê çêre kême, avhewaya wê ne wek ya li zozana ye, êdî bi demê re ew abûriya di destê wan de kêm dibe û ew hijmara mezin ji sewalan namîne û feqîrî belav dibe. Êdî civakên çandiniyê hêdê hêdî xwe didin pêş tevî ku pêşketin di wê demê de ji bo çandiniyê nebû, tenê alava çandiniyê cot bû di encamê de her du civak feqîr dibin. Heya sala 1940’î û pê de êdî hêviya vegerê li cem koçeran dimire, êdî konê xwe dikin kol paşê ji kola dikin avahî û heya salên 1950’î yê êdî gundan ji bo xwe ava dikin.

Koçer du beşin; Çoxsorin û Şilid in

Yên çoxsor; eşîra Mêra, Sorî, Duyî, Garisa û Elikî ne. Şilid jî; eşîra Mûsa Reşa, Batuyî, Teya, Xêrika û Kiçî ne. Di nav Şilidan de Batuyî serwerê dikin. Ev eşîr li vir bi cih bûne û dev ji jiyana koçeriyê jî berdane. Koçerên Şilid di salên 1940’î de berê xwe dan van dera û bi cih bûn dema mirov bala xwe dide zaravê wan xuya nakin koçer in, ji ber ku ji demek dirêj ve bûne gundî zaravê wan hatiye guhertin, mirov dikare bêje ku ew taybetmendiyên jiyana koçertiyê di nav wan de winda bûye. Di heman demê de di milê pîşe de yên Şilid di bajar de navdarin bi zengînbûna xwe. Civaka koçer mirovan di nav xwe de qebûl dikin, dema mirov diçe gundên Mîra têde mirovên ji bawerî û eşîrên cûda hene. Li Rojavayê Kurdistanê piraniya xwe koçerê Mîra ne, li gundê Girkê Hêwil Teya hene û li Elî Gamêş, Şirik û Teqilbeqil Xêrikî hene, her wiha malên Kiçî li ser destan tên hijmartin û Batuyî jî heman tişt her çend male li gundekî ne. Berdewamiya van hemûyan him li Bakur û him li Başûr bi cih bûne.

Taybetmendiyên eşîrên koçeran

Sîstema eşîrtiyê sîstema herî pêşketiye ji serdemên berê heya niha. Koçer bi merdbûna xwe tên naskirin, ji ber ku abûriyeke xurt di destê wan debû û serê malê 3 hezar serî  pez wan hebû, dema mêvan dihatin yan jî bobelatek hatiban serê hin Kesan çend sewal didan wan heya niha jî bandora vê çandê li ser koçeran heye û bi merdbûnê tê dîtin. Herwiha bi mêraxasiya xweparastinê tên naskirin, civakeke ku bi vê hijmarê û di qonaxên dirêj re derbas bûne helbet pêwîstiya wan bi xweparastinê heye, lewma ji bo xwe sîstema xweparastinê avakirine yek bi riya yekîtiyê, camêr bûn, çekên baş û mehînên herî baş. Di nav koçera de efû kirin û li hev bûrandin heye li hemberî hev kuştinê û şer nakin ji ber ku heger yek mirovê wê civakê di dema berê de ji wir bar kiriba wê hatiban talan kirin, lemwa hertim li derdora hevin û çi kêmasî û qisûr çêbûban jî pêwîste li hev ebû bikin, di perwerdeyên xwe yên jiyanî de jî zarokên xwe fêrî vê yekê kirine heya roja îro jî li derdora hevin û li gundan li cemhev mane. Di nav koçeran de jin gelek pîroz e û bi nirx tê dîtin ji ber ku çawa mêr malxuye jin kebaniye jî, her yek ji wan beşekî civakê bi rêve dibin û di hemû beşên jiyanê de jin li kêleka mêre.

Her wiha taybetmendiya civaka koçer pêwîste xwezayê nasbike, ji ber ku şêwazê jiyana wan li ser wan tiştaye, lewma di stêrnasiyê de jî xurtin û mehên salê û rewşa wan kirine helbest û ji nifşên li pey xwe re jî gotine. Di heman demê de koçer di aliyê hunerî û wêjeyî de gelek dewlemendin, ji ber ku civakên koçer di asoyên dîtina xwe de vekirîne li gor wê wêjeya xwe avadikin û erdîngariya ku lêdigerê jî rengîne û li cem wan hestên xurt avadibe. Civaka koçer bi zanebûna pîşe tê naskirin ji ber ku ew her di nav lêgerînê de ne û cihê xwe diguherînin dema pêwîstiya wan bi tiştekî hebe neçarin ew bixwe xwe fêr bikin. Di heman demê de koçer pêwîste di milê bijîşkbûnê de jî pispor be ji ber ku civaka ku di çiya de diçe û rastî avhewayên cûda tê helbet wê nexweşî jî derkevin pêşiya wan, ji ber ku ber bi cihên dûr ve diçin neçar dibin bijîşk û çêkirina derman jî ji cem wan be. Ev taybetmendî ji dema berê ve li cem koçeran heye û heya roja îro jî hîn hene.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.