Dilîn Ehmed/Qamişlo
“Mala min cîhaneke biçûk e ku di şer û koçberiyê de nayê desteserkirin, ji xwediyê wê re bîranînek zindî ye ku malek wan li cihekî heye û bê gûman wê rojekê vegerin.” Ev pîşeyê koçberê bi navê Zuhêr Remezan e, ku bi perçeyên bi çûk ji daran mala çêdike.
Di odeyeke piçûk li Dibistana Hisên Ebdullah li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, jiyan ji nû ve li ser destên welatiyekî ku ji neçarî koçber bûye bi karê xwe yê desta, çirûskek hêviyê ava dike. Zuhêr Remezan koçberê ji Efrînê ji ber şer neçar bû biçe li Til Hasilê bi cih bibe piştre berê xwe dide Efrînê. Dewleta tirk û komên çekdar yê girêdayî wê, di Adara 2018 êrişê bajarê Efrînê kirin û piştî 58 rojan ji şer Efrîn hat dagirkirin. Zuhêr careke din berê xwe dide Şehbayê. Piştî ketina rêjîma Esed koçberî dîsa dibe behra Zuhêr Remedan û malbata wî û ew berê xwe didin bajarê Qamişlo û di gel 16 malbatên din di dibistana Hisên Ebdullah bi cih dibe.
Zuhêr bi rengekî cuda koçberiya xwe dibuherîne. Ew bi çêkirina malan ya bi darikan rojê xwe diqedîne û di çêkirina wan malan de hêviya vegera mala xwe ya ku li pişt xwe hiştiye, dike.
`Hunereke ku dil bi hêviyê tijî dike`
Zuhêr sala 2014`an ji bo buhirtina demê dest bi çêkirina malan kir lê sal bi sal jê re bû mîna karekî sereke û çêkirina malan mîna bîranînên malên ku di şer de hatine wêranikirin, çêkirina wan destpêkir. Tevî ku amûrên bi kar tîne jî tenê kêr û silîkona ku bê daran bi heve girê dide ye.
Remezan der barê hunera xwe de wiha dibêje: “Ji ber hezkirina min ya zêde ji vî karî re ez dixebitim, ne ji bo firotinê. Herwiha piraniya caran ji bo hevalên xwe yên ji van malan hez dikin dixebitim. Min gelek mal çêkirin û ji bo bîranînê min diyarî hevalên xwe kiriye. Tenê ez peydekirina daran ji wan dixwazim.”
Zuhêr wiha got: “Şer malên me wêran kirin, lê min nikarîbû bê xanî jiyan bikim lewra min bi destên xwe dest bi avakirina wê kir, her çendî ji dar be jî, lê hêviya demên pêşerojê di dilê min de ava dike.”
Bi derfetên hindik, wateyên mezin avadike
Remezan bawer dike ku her perçeyek ku ew diafirîne çîrokek û peyamek wî heye û wiha dibêje: “Mirov wan tenê mîna peykeran dibînin, lê ez wan wekî jiyanek din, cîhanek piçûk û paqij ku ji şer an ji cîhûwarkirinê dibînim.”
Di derbarê amûrên xwe yên hêsan de dibêje: “Ez amûrên pêşketî bikar naynim, hem ji ber derfetên min nine hem jî hezkirina min ji vê pîşeyê, çavên min bûne pîvana min. Eger derfetên min yê madî bi min re biba alîkar, minê ji wisa bêtir hunera xwe ya desta pêş bixista. Ji bo min qetên darîn ne tenê perçeyek e, ew kevirê xênî ye ku dikare hêviyek nû di hundirê min de biafirîn ne. Bê gûman karê min yê ku pê malbata xwe xwedî dikim jî bi min re dibe alîkar ku di karê xwe yê desta de pêş bixim, çimkî karê min avakirina xaniya ye.”
Remezan ji ber ku qîmeta malên ku çêdike ji madî zêdetir manewî dibîne ti malên xwe nefirotiye kesî û wiha gotina xwe bidawî dike: “Kî ji min re daran bîne, ez ê ji wan re xaniyek çêbikim. Armanca min jê ew e ku karê ez jê hez dikim bixin dilê mirovê derdora xwe û di diyariya xwe de, di bîra wan de bimînim.”






