Idrîs Henan
Bi ezmûna aloziya li Sûriyê re, carek din tekez bû ku; bi dijatiya ji desthilatdariya Baas û bi hilweşandina wê re, fanatîzma netewperest û ruhê emperyal a netew dewlet xilas nebûye. Ew dijatiya bi salan e hewl hatiye dayîn ku weke hişmendî were rûnişkandin û ketina rejîma Baas weke qedandina sîstema faşîzma netewperest were pênasekirin, nekariye pratîze bibe û ne jî kariye bibe malê raya giştî ya civakê.
Sîstema ku xwe li gelek navendan bi cih kiribe, bi têkçûna yek navendê re bi dawî nabe. Divê li hemberî hemû navendan, hemwext serî were hildan û berxwedanek şoreşgerî ya birêkûpêk were organîzekirin. Ji lew re jî, dijatiya ji desthilatiya Esad û Baas re, nekariye veguhere berxwedana li hemberî sîstema emperyal a netewperestiyê û ne jî bûye mala tevayî gelên Sûriyê. Aliyek din ve jî bawerî bi rêbaz û metodên têkoşîna di çarçoveya rikberiya li ser desthilatdariyê hatiye meşandin de çênebûye. Ev fikirandin ji bo Tirkiyê, Îraq û Îran jî derbasdar e. Ango bi ketina Sedam û Esad re navenda sîstema ku netew dewlet pala xwe didiyê hilneweşiyaye.
Niha em çavekî li bûyerên îro bixin û pir dûr neçin. Her kes dizane ku Îran weke hemtayên xwe, dewletek fanatîk a olî ye ku sîstema xwe li ser bingeha Îslamê ava kiriye. Lê ger mirov li sazûmanî û rêxistinbûna wê jî binêre, dê têbigihêje ku ne dûrî pergala cîhanî ya sermayedar û cudayî wê jî nîne. Berovajî; bi hêz girêdayî wê ye. Lê ji ber nakokiyên wê bi navenda hegemonîk re û azweriyên wê yê hegemonbûyîna herêmî, weke dijber xuya dike û bi vî awayî jî hinek lihevkirin û blokên xwe, di bin sernavên cuda cuda de dane avakirin. Nêzîkatî û varsyonên bi vî rengî yên desthilatdariyên netew dewlet ku bi maskên cihêreng hatine nixumandin, serê însanan tevlihev dike, xwendin û analîza rûdan û pêşketinan ji rê derdixe. Yanê eger mirov koka van sîsteman baş venekolandibe, bê guman, dê dahûrandina binyada van sîstemên fanatîk jî şaş be. Lew re divê nihêrandin û xwendin analîtîk ne li gorî dil û cergan metafîzîk be.
Berjewendî şiklê têkîlî û stratejiyan diyar dike. Taybetmendî û naveroka têkîliyan jî şikil dide girîngiya berjewendiyan. Ev hemû jî bandoreke rasterast li şêweyên avakirina civakê dikin û fîgura wê ya pêşerojê diyar dikin. Ji ber vê jî, eger sîstema civakê demokratîk nebe, bi serê xwe dibe belayek û xwezaya civakê di oxira berjewendiya desthilatê de serûbin hev dike û rê li ber şîdet, kuştin, talanî, şer û pevçûnan vedike. Bi gotinek din; ji otorîteya heyî re dibe zemînek ceribandinê. Ev yek girîngiya xwe li Rohilata Navîn gelek ber bi çav e. Ji ber ku qadeke pirrengî û gelên wê bi hezarê salan di nav hev de dijîn. Argumanên olî û mezhebî nikarin nasnameya vê qadê ya çandî û etnîkî ji hev cuda bikin. Ancax siyaseta demokratîk a ku li hemû qadan li hemberî navendên hegemoniyê li ber xwe dide, pêkan be ku bi civakê bide qezenckirin. Ne wisa be, dê hemû qad û navendên cuda li gorî berjewendiya sîstemên fanatîk, ne li gorî demokrasî û daxwazên gelan bin. Ji bona vê jî, hembêzkirina projeya demokratîk a edalet, wekhevî û biratiya gelan, tekane rêya serfirazî, azadî û serxwebûnê ye. Ne ev rêbaza têkoşînê be, dê berxwedanî li yek qadê kilîtkirî be û fanatîzma netewperest bi dawî nabe.





